Pûtîn: DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kirin?
ST PETERSBURG - ANF Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ê li St. Petersburg tevlî Forûma Aborî ya navneteweyî bû got: “DAIŞ di roja me de ji artêşa Iraqê zêdetir xwedî çek û derfetên leşkerî ye. DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?”
‘RÛSYA AMADE YE BI ESAD RE BIAXIVE’
Pûtîn da xuyakirin ku ji bo bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re reformên bi tenduristî bên kirin Rûsya amade ye pêre biaxive û got: “Em ji bo diyaloga bi Serokkomar Esad re amade ne. Pêwîst e bi muxalefetê re reformên bi tenduristî bên kirin. Ez di vê fikrê de me ku wê ev bi feyde be.”
Li ser pirsa ji bo Esad dest ji desthilatdariyê berde wê piştgiriya Rûsya çawa be, Pûtîn got ku wê gelê Sûriyeyê bersiva vê bide û wiha dewam kir: “Ji bo reformên siyasî em amade ne bi Serokkomarê Sûriyeyê re bixebitin. Gelê Sûriyeyê divê biryara xwe bide. Lê divê ev qet ne bikaranîna hêzê be.”