‘Qanûn zarokên mexdur naparêze’
DENİZ OĞUZSOY - AMED 07.06.2014 07:00:31 Sekretera Komeleya Pêşî li îstîmar û binpêkirina zarokan girtin Fîgen Pasli bang li malbatan kir û got: “Ji bo ku zarokên we bi bi rehetî xwe îfade bikin derfetan pêk bînin,ji bo mijarên ku divê neyên kirin hişyar kirin, bûyerên îstîsmarê yên ku jiyane divê neyên veşartin.” Pasli destnîşan kir ku bi sererastkirina qanûna dawî re îstîsmara zarokan nayê astengkirin û got: “Dewleta tirk zarokan naparêze. Di kanûnan de hukmên têr yên ku zarokan diparêzin tune. Qanûnên heyî niha kesên zarokan îstîsmar dikin diparêze.
Der barê îstîsmara zarokan de em ji sekretera Giştî ya Komeleya Pêşî li îstîsmar û Binpêkirina Zarokan girtin Fîgen Pasli axivîn.
Pasli da zanîn ku dema îstîsmara zarokan tê gotin, her tiştê ku zirarê dide pêşveçûna zarok, her cureyê çalakî û nêzîkariyên ku zarok ji bo nebaşiyê bikartîne, tê hişê mirovan.
Pasli di berdewamiya axaftina xwe de îstîsmar û got: “Di lîteratura xizmetên civakî de îstîsmar û di lîteratura hikûqî de îstîsmar ji hev cudane. Di alî xizmetên civakî de pêkanînên der barê ku pêşî li îstîmar û binpêkirina zarokan bê girtin, parastina zarok û di salî psîko-sosyal de piştgirî dayîn û bi hêzkirin mijara gotinê ne. aliyê hikûqî jî, zarokên ku wek hêmaya sûcê hatiye kirin tê nirxandin, ji bo bo ku zarokê mexdur bûye bê parastin, lênerîn, perwerde, şêwirmendiya wî bê bicihanîn qanûn hene. Xizmetên civakî zarokên ku astaî îstîsmarê hatiye mafê wî dibîne û bi hêz dike. hiqûq jî li ser cezakirina sûc disekine. Xizmetên civakî di alî pîşeyî de li ser navê zarokan parêzvaniyê dike. hiqûq jî li gorî qanûnan ji bo parastina zarokan parêzer dişîne.
JI BO MALBATAN PÊŞNIYAR
Pasli bang li malbatan jî kir û wiha got: “Malbat divê zarokên xwe wek kes bibînin. Divê baweriyê bidin zarokên xwe û bi wanre bikevin têklliyê, rêbaz û sînor hebin, lê tu car pergalake ku têde zext heye pêk neynin, çi jiya be bila bijî di her şert û mercî de ji zarokên xwe hez bikin û ligel wan bin. Malbat divê derfetên ku bi zarokên xwe re rehet têkiliyê deynin, bi afrînin û di mijarên ku divê neyên kirin de bêjin na û her wiha vê hîn zarokên xwe jî bikin. Her wiha divê serê bûyera îstîsmara ku jiyane jî negirin. Malbat divê bi jiyan û têkiliya xwe bo zarokan bibin model.
Lê mixabin tiştek heye ku li Tirkiyeyê xebatên têr yên ku aliyê îstîsmarê derdixe holê tune. Ji b er vê jî ez nekarim bêjim ku li vê herêmê îstîsmara zayendî zêde ye. lê tişta ku herî zêde em pêre rû bi rû dimînin eve ku; jin di nava civakê de ji bo îstîsmara zayendî rîskek mezine. Di vî alî de jî zarok jî bê nirx û wek malê kesan tên dîtin.
HÊZA CEMAWERÎ XERAB TÊ BIKARANÎN
Pasli der barê bûyerên îstîsmarê yên ku li Kurdistanê pêk tên jî axivî û wiha got: “Di vê mijarê de derbarê zêdebûna bûyeran de li daneyan rastnehatime. Lê bi hevkariya çapemeniyê re em dizanin ku bi destê xebatkarên cemawerî îstîsmar pêk tê. Her wiha ev çalakiyên ji aliyê peywirdarên cemawerî ve pêk tên ne tenê li vê herêmê pÊk tên. Kesên ku hêza cemawerî di destê wan de ne vê hêzê nebaş bikartînin zarokan wek kes nabînin, cuda dibînin û wek malê mêr dibînin.
Mixabin di qanûnan de hukmênm ku zarokên mexdur biparêzin û pêşî li pêkanînên ku zarokan ji bo tiştên nebaş bikartînin, bigire, tune. Qanûnên heyî jî îstîsmarkaran diparêze. Qanûn tenê îstîsmaran vedişêre.
GUHERÎNA QANÛNAN DÊ HINEK SÛCAN BÊ CEZA BIHÊLE
Di sererastkirinên qanûnî yên nû de guhertînên hatine pêşniyarkirin, ne ku mexudur biparêze û sûc asteng bike; wekê ku pirgirêk dê bi kêmkirin an jî zêdekirina ceza bê çareserkirin nîşan didin.
Di guherîna qanûnê de bi rakirina firraya der barê xerabûna tenduristiya ruh û beden, dê rê li ber hinek sûc bê ceza bên hiştin û neyên gilîkirinê vebike.”
Pasli destnîşan kir ku divê malbat û zarokên di bin rîskê de divê bi perîyodîk bên şopandin û polîtîkaya zarokan a netewî bê avakirin. Pasli got: “Divê rêveberiyên herêmî ji bo agahdarkirina îstîsmarê xetekî ava bike, bernameyên perwerdehiyê saz bike, tax bi tax bi mirovan re bin û xebatên bilindkirina hişmendiyê bikin. Ji bo bi hêzkirina jinan pewerde bê dayîn.
ÇAPEMENÎ BÊ BERIPIRSYARÎ TEVDIGERE
Di vê mijarê de nêzîkatiya çepemeniyê jî bê berpirsyar dibînim. Çapemenî di nûçeyên ku çêdike ku divê jin û zarokan hedef nîşan nede û sekneke perwerdekirî nîşan bide. Îstîsmara zarokan pirsgirêka tenduristiya gel e. divê em civakek bi tendurist ji zarokên xwe re bihêlin.