1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qanûna Erka Parastinê
Qanûna Erka Parastinê,qanûna,erka,parastinê

Qanûna Erka Parastinê

A+ A-

ANHA - AMÛDÊ - Qanûna Pêkanîna Erka Parastina Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku duh (13.07.2014) li Amûdê di civîna Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê de hatibû qebûlkirin, di rojnameya fermî de hate weşandin.

Qanûn ku ji 9 xalan pêk tê wiha ye:

XALA YEKEMÎN

Nav: Erka Xweparastinê

Pênase: Tevlîbûna welatiyên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a di nava refên YPG'ê de bi "Peywira xweparastinê" tê binavkirin.

XALA DUYEMÎN

Erka xweparastinê erkeke civakî û exlaqî ye û ji hemû pêkhateyan tê xwestin. Her malbatek ji bo pêkanîna erka xweparastinê, divê kesekî bide xizmeta parastinê.

XALA SÊYEMÎN

Qanûn li ser hemû kesên ku temenê wan di navbera 18 û 30 saliyê de diguhere, ferz e. Keç jî dikarin bi dildarî tevlî pêkanîna erkê bibin.

XALA ÇAREMÎN

Dema pêkanîn erka xweparastinê:

1- Dema pêkanîna erka xweparastinê 6 meh e.

2- Ji mafê erkdar e ku dema pêkanîna erkê bi awayekî berdewam an jî qutqutî temam bike.

3- Divê pêkanîna erkê di nava salekê bidawî bibe.

4- Xwendekarên zanîngeh û enstîtuyan dikarin di nava du salên li pey hev de erka xwe pêk bînin.

XALA PÊNCEMÎN

Şertên efûkirina ji erkê:

1- Malbatên Şehîdên YPG/YPJ'ê, Asayîş û kesên ku di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirin, ji erkê tên efûkirin.

2- Kesê ku ji dayîk û bavê xwe re tekane be.

3- Kesên astengdar û nexweşên ku nikarin erkê pêk bînin. Divê bi raporeke ku ji aliyê Meclîsa Tenduristiyê ya Leşkerî ve hatibe piştrastkirin,vê yekê isbat bikin.

XALA ŞEŞEMÎN

Ji bo kesên ku malbatên xwe xwedî dikin, dema ekra parastinê pêk tînin, heta ku dema pêkanîna erka wan bidawî dibe, wê alîkariya madî bê kirin.

XALA HEFTEMÎN

Kesên ku erka xwe pêk neyînin û di parastinê de cih negirin, wê ji bo navenda leşkerî ya herî nêzîk were veguhestin.

Di derheqê kesên ku di dema pêkanîna erka xwe de kiryarên kirêt bikin de, pediviyên hemû qanûnên leşkerî têne pêkanîn.

XALA HEŞTEMÎN

Kesê/a ku erkê pêk bîne, dikare tevlî refên YPG'ê bibe.

XALA NEHEMÎN

Ev qanûn ji roja ku di rojnameya fermî de tê weşandin, dikeve meriyetê.

(he/aq)


Bêjeyên Miftehî