1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Qanûna çarçoveyê' ya ji bo pêvajoya çareseriyê li Meclîsê ye
'Qanûna çarçoveyê' ya ji bo pêvajoya çareseriyê li Meclîsê ye,qanûna,çarçoveyê,ya,ji,bo,pêvajoya,çareseriyê,li,meclîsê,ye

'Qanûna çarçoveyê' ya ji bo pêvajoya çareseriyê li Meclîsê ye

A+ A-

ENQERE 26.06.2014 11:39:44 Pakêta "Qanûna çarçoveyê ya pêvajoya çareseriyê" ya hikûmeta Tirk a bi navê "Bidawîkirina terorê û xurtkirina yekgirtina civakî" pêşkêşî Meclîsê hat kirin.

Di pêşnûme qanûna hat amadekirin de şeş xal cih digirin. Di daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay de hat gotin, "Qanûn, nîşaneya biryardariya hikûmet û dewletê ya di pêvajoya çareseriyê de ye. Em vê dibînin. Înşaleh em digihêjin encamê."

Atalay got, "Em xwe digihînin asta; çareseriya vê pirsgirêkê, rawestandina dijwariyê, danîna çekan û daketina ji çiyê, rehabîlîatasyona li nava jiyana civakî ya mirovên ji çiyê dakeevin."

Atalay li axaftina xwe ev gotin zêde kir: "Li dewleteke hiqûqê, gefa hiqûqî, cezayî û îdarî ya li mirovên ji ber wezîfeya xwe ya di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de dimeşîne, nayê qebûlkirin. Di xala 4. de em vê yekê bi girîngî destnîşan dikin. Ji bo mirovên di vê pêvajoyê de wezîfe hilgirtine ser milê xwe, tevli karbûne di dema pêş de ji ber vî karî rastî gefeke pêkanînê neyên, ji bo ji aliyê hiqûqî, îdarî û cezayî ve nebin xwedî berpirsyariyekê, bi vê qanûnê re sererastkirin hatiye kirin."

Xalên di pêşnûme qanûnê de cih digirin wiha ne:

- Ji bo bidawîkirina terorê û xurtkirina yekgirtina civakî wê gavên di mijarên siyasî, hiqûqî, sosyo-ekonomîk, psîkolojîk, çandî, mafên mirovan, ewlekarî û bêçekkirinê û mijarên bi van ve girêdayî werin avêtin, diyar bike.

- Eger pêwistiyê bibîne wê biryarê bide ku bi kes û saziyên li nava welêt û li derveyî welêt re bikeve nava danûstandin, hevdîtinan û xebatên bi vî rengî bimeşîne. Wê kes, sazî yan jî dezgehên van xebatan bimeşîne, wezîfedar bike.

- Ji bo vegera li malê û tevlibûna li jiyana civakî ya endamên rêxistinê yên dest ji çekê berdane û ahengiya wan, dê tedbîran bigire.

- Tedbîr û xebatên di çarçoveya sererastkirinê de werin kirin, wê raya giştî bi awayekî rast û di dema xwe de bê agahdarkirin.

- Wê encamên pêkanînên li ser tedbîrên bên wergirtin bişopîne, di navbera sazî û dezgehên pêwendîdar de koordînasyonê pêk bîne.

- Wê xebatên mewzûata pêwîst bike.