1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qatar ji bo DAIŞ'ê lejyoneran perwerde dike!
Qatar ji bo DAIŞ'ê lejyoneran perwerde dike!,qatar,ji,bo,daiş,ê,lejyoneran,perwerde,dike

Qatar ji bo DAIŞ'ê lejyoneran perwerde dike!

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 27.06.2014 10:19:07 Demeke kurt beriya niha belgeyeke dîplomatîk a sefaretxaneya Qatarê li Lîbyayê hat weşandin. Di belgeyê de tê gotin ku Qatar lejyoneran (leşkerên di berdêla pere de şer dikin) perwerde dike ku ji bo li refên DAIŞ'ê şer bikin. Tê îddîakirin ku ev leşkerên mijara gotinê piştre ji Lîbyayê diçin Tirkiyeyê ji ser Tirkiyeyê jî derbasî Iraq û Sûriyeyê tên kirin.

Belge herî dawî di ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê "Fars" de hat weşandin. Ev ajans, herçend ajanseke ku xwedî baweriyeke xurt nîne jî, kovara Marianne ya Fransayê da dû vê belgeyê û çavkanî û rastiya wê lêkolîn kir.

Belgeya dîplomatîk a ku tê gotin li sefaretxaneya bilind a Qatarê ya li paytexta Lîbya Trablusê hat dîtin, piştrast dike ku Qatar şervanên ji Tûnis, Fas û Cezayîrê perwerde dike û dişîne nava çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên li Sûriyeyê ji bo şer bikin. Li binê belgeyê îmzeya Sefîrê Bilind ê Qatarê yê li Lîbyayê Nayef Abdullah El Emadî heye. El Emadî di rewşa heyî de hînê li ser heman karê xwe ye.

Tê gotin ku leşkerên lejyoner ên Qatarê ji bo perwerde bike kom kirine, li kampên Bîngazî, Zaviye, Misrata û Zintan ên Lîbyayê perwerde kiriye û bikaranîna çekên giran hînê wan kiriye.

Li gorî ajansa Farsê, leşkerên di berdêla pere de şer dikin beriya Lîbyayê xwe digihînin Tirkiyeyê, piştre di ser Herêma Kurdistana Federal derbasî Iraqê dibin. Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê dihat plankirin ku 1.800 kes bi awayê sê koman bihata şandin.

Li gorî kovara Marianne, di belgeyê de tê gotin ku lejyonerên ji Magrebê ji ser Tirkiyeyê bo Sûriyeyê tên şandin û berevajî îddîaya ajansa Farsê, behsa Iraqê nayê kirin.

BELGE DI GELEK MALPERAN DE HAT WEŞANDIN

Kovara Marianne dema da dû vê belgeyê, derxist holê ku ev belge di Îlona 2013'an de li malpereke bi navê Libyanwarthetruth.com de hatiye weşandin.

Belgeya dîplomatîk a Qatarê piştre di malpera Syrianpreepress a li dijî rejîma Beşar El Esad hat avakirin de, cih girt.

Belge dûre li malperên bi dijberiya xwe ya Îslamê tên naskirin hat dîtin, lê nehat tespîtkirin ka belge kengî û di kîjan şert û mercan de hatiye peydakirin.

Şefê berê yê servîsa îstîxbarata navxweyî ya Fransayê (DGSE) Alain Chuet ku bi Erebî jî dizane dibêje, "Nikare were gotin ku ev belge rast e yan jî sexte ye."

SERVÎSÊN ÎSTÎXBARATÊ YÊN ROJAVAYÎ DIZANÎBÛN

Li gorî Marianne, mora li binê belgeyê gelekî dişibe mora li binê belgeyên Wezareta Karên Derve ya Qatarê. Di belgeya mijara gotinê de her wiha tê destnîşankirin ku bûyerên mijara gotinê ji aliyê dîplomat û servîsên veşartî yên Ewropî û Amerîkî ve tê zanîn.

Rojnameya pêkenî ya herî girîng a Fransayê Le Canard Enchene di Mijdara 2013'an de ragihadin ku di raporeke ji 75 rûpelan a Hêzên Deryayî yê Neteweyî yê Fransayê ji Enstîtuya Têkiliyên Stratejîk û Navneteweyî xwestibû de, bal tê kişandin ser vê rewşê. Rapor ji Wezîrê Parastinê Jean-Yves le Drian re hatibû dayîn, hatibû erêkirin û piştre radestî payebilindên leşkerî yên Fransî hatibû kirin.

Di raporê de bal hatibû kişandin ser kaosa li Lîbyayê û dihat gotin ku komên cîhadî ji aliyê Qatar û Erebîstana Siûdî ve tên fînansekirin. Di raporê de dihat gotin, "Bi alîkariya lojîstîk û malî ya monarşiyên Vahhabî (Qatar û Erebîstana Siûdî) re, ji bo komên selefî yên çekdar ên li Malî û Sûriyeyê şer dikin, li başûrê Lîbyayê qadeke xwelêgirtinê ya weke eniya paş tê bikaranîn, hatiye avakirin."

NÊZBÛNA WASHINGTON Û TEHRANÊ LI HEV…

Bi zexta DYA re Erebîstana Siûdî û Qatarê qanûnên herikîna fona derveyî qanûnî sînordar dike, qebûl kirin. Erebîstana Siûdî lîsteyeke rêxistinên terorîst a ku navê DAIŞ'ê jî di nav de bû weşand. Lê belê alîkariya xwe ya ji bo komên Sunnî yên radîkal bi rêya "bexşkerên taybet" dewam kir.

Beriya niha bi demeke kurt Sefîrekî Bilind ê berê yê Qatarê li DYA, di peyameke xwe ya li Twitterê de diyar kir ku destwerdana leşkerî ya DYA li Iraqê bike wê weke "çalakiyeke şer a li hemberî Erebên Sunnî" bê nirxandin û hişyarî dabû ku divê Washington û Tehran xwe nêzî hev nekin.

TÊKILIYÊN TIRKIYE Û QATARÊ

Dema li malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bê temaşekirin, dikare bê dîtin ku têkiliya navbera her du welatan çiqasî bi pêş ve çûye. Di malperê de tê gotin, "Têkiliyên Tirkiye-Qatarê di salên dawî de gelekî bi pêş ketine". Ev têkilî bi van gotinan tê kurteberkirin; "Herikîna sermayeya Qatarê bo Tirkiyeyê ku yek ji dewlemendtirîn welatên cîhanê ye, yek ji qadên ku herî zêde em pê re mijûl in. Projeya tedarikkirina gaza xwezayî ya xeta lûleyê ji Qatarê ber bi welatê me ve, di asta bilind de erênî tê nirxandin."

Alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê rewşeke veşartî nîne. Di vê mijarê de gelek belge, şahid û dîmen hatin weşandin. Ji bo ev komên mijara gotinê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan şer bikin, alîkariyeke mezin hat dayîn. Sînorên Tirkiyeyê ji bo komên El Qaîdeyê veguherîbû baxçeyê paşê. Gelek endamên DAIŞ'ê yên ji aliyê YPG'ê ve hatin zevtkirin, li vê têkiliyê mukur hatibûn.