Qatekî vê nexweşxaneyê ji bo mudaxeleyê vala kirin
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a girtiyên PKK û PAJK'î di roja 65'emîn de berdewam dike û qata duyemîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê hate valakirin li 13 odeyên wê 2 doşek lê bi cih kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a girtiyên PKK û PAJK'î di roja 65'emîn de berdewam dike û qata duyemîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê hate valakirin li 13 odeyên wê 2 doşek lê bi cih kirin. Li odeyên hatin valakirin paçeyên wan bi telên hesin hatin girtin û destikên paçeyan ên vekirin û girtinê jî jê hatin kirin. Li dora nexweşxaneyê tedbîrên polîsan gelek zêde ne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î di roja 65'emîn de berdewam dike. Rewşa tendurîstî ya girtiyên di 12'ê îlonê de dest bi çalakiyê kirin her diçe giran dibe. Serokwezîr Erdogan têkildarî çalakiya greva birçîbûnê de got, "Pêdîvî pê hebe em dê mudaxeleyê lê bikin" Piştî vê daxuyaniyê li girtîgehên Amedê bi giştînameya Walî biryara tabîqatên şewatê bên kirin hate girtin. Hate hînbûn ku di tatbîqan de xebatkarên beşa lezgînî ya 112 ên Amedê jî tevlî bûn. Li aliyê din qata 10'emîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê ya li ser riya Amed û Xerpêtê ya ji 13 odeyên bi 2 doşek pêk tê hate valakirin. Piştî odeyên Beşa Dahîliyeyê ya qata 10'emîn hemû hatin valakirin guman dê mudaxeleyê li çalakiya greva birçîbûnê bikin pêk anî. Hemû nexweşên li beşa dahiliyeyê di nava 2 rojan de sewqî blokên din hatin kirin.
Li odeyên 2 kesî yên hatin valakirin lavabo û serşu lê hene. Li hemû odeyan destikên paçeyan ên vekirin û girtinê jê hatin kirin û paçe bi hesitanan hatin girtin. Li gorî nexweşên berê li vir diman dayîn, hate diyarkirin ku amadekarî demek berê ha kin dest pê kirin û paçeyên beşê bi hesinan hatin girtin. Notirvanên ewlehiyê yên taybet ên nexweşxaneyê jî hatin hişyarkirin û ewlehî di asta herî bilind de tê girtin. Hate dîtin ku li dora nexweşxaneyê jî gelek polîsên sivîl tên sekinandin. Nexweşên li nexweşxaneyê ji ber vê yekê gelek diltirs in.
Hate ragihandin ku şevê din li nexweşxaneyê tevgerekî lezgîn pêk hat û agahiya rewşa 2 girtiyên giran bû dê bînin nexweşxaneyê lê pişt re dest ji vê yekê hate berdan.
(Wêne: Engîn EREN)
DİHA