1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Qedexekirina Mîhrîcana Berxbirê ne hiqûqî ye'
'Qedexekirina Mîhrîcana Berxbirê ne hiqûqî ye',qedexekirina,mîhrîcana,berxbirê,ne,hiqûqî,ye

'Qedexekirina Mîhrîcana Berxbirê ne hiqûqî ye'

"Hêj mîhrîcana dest pê nekir weke sûc bê îlankirin pêkanîneke li dijî hiqûqê ye. Qedexekirin li dijî hiqûq û makezagonê ye."

A+ A-

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bertek nîşanî qedexekirina Mihrîcana Bexbirê ya her sal li Zozanên Laleşê yên navçeya Elkê ya Şirnexê pêktên û ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hate qedexekirin da û wiha got: "Hêj mîhrîcana dest pê nekir weke sûc bê îlankirin pêkanîneke li dijî hiqûqê ye. Qedexekirin li dijî hiqûq û makezagonê ye."

Şahiyên Zoza û Çand û Hûnerê yên Bexbirê yên her sal li Zozana Laleş a li quntarê Çiyayê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê pêk tê ji aliyê Wezîrê Karên Hindur ve bi nivîsa ji Walîtiya Şirnexê re şand hate qedexekirin. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bertek nîşanî biryara qedexekirinê da û anî ziman ku qedexekirina mîhrîcana hêj destpênekir li dijî hiqûqê ye. Kaplan, diyar kir ku dixwazin bi qedexekirinê provokosyonê bikin û wiha got: "Welatiyên me bi çanda hezaran salan 3 rojan tên cem hev. Lê lihevhatina welatiyan hikûmet nerehet kir. Ji bo vê yekê asten bikin dibêjin 'çalakiya bêdestûr' Mîhrîcana hêj komnebû û dest pê nekir weke sûc îlan dikin. Ev pêkanînek dij hiqûqî ye. Li dijî hiqûq û makezagonê ye. Ji bo destûrê berê serlêdan hatiye kirin. Ev kevneşopiyekî dîrokî ye. Bernameyeke çandî ya kevnar e. Li vir bi awayekî vekirî dixwazin provokasyonê bikin."

'Armanc ew e ku lihevhatina gel asteng bikin'

Kaplan, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bi armanca hemû bernameyên BDP'ê qedexe bike tevdigere û armanca wezîr a qedexeyê ew e ku destûrê nede welatî bên cem hev. Kaplan, bilêv kir ku mîhrîcana fermî ya şaredariyê qedexe kirin û wiha axivî: "Wesayîtên fermî yên şaredariyê tên astengkirin. Wesayîtên sivîl tên astengkirin. Çûna welatiyan dê asteng bikin. Dê hinekan binçav bikin, dê li hinek cihan êrîşê bikin û provokasyonê bikin. Rayedar bi awayekî zelal terora dewletê pêk tînin. Biryara qedexekirinê li dijî hiqûqê ye. Ji xwe li wê zozanê welatiyên Elkê dijîn. Lê welatiyên dixwazin bi mêvandarî biçin, şaredar û wekîl dên bên astengkirin. Yanî armanc ew e ku gel neyê cem hev. Yanî mîhrîcana fermî ya şaredariyê hatiye qedexekirin. Di bingeha vê biryarê de hikûmeta AKP'ê ji BDP'ê dixwaze bêje 'Ez li tu cîhan destûrê nadim xebatên we'"

(bd/mae)