1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qereqolên seyar hatin avakirin sewqîyata leşkerî didomin
Qereqolên seyar hatin avakirin sewqîyata leşkerî didomin,qereqolên,seyar,hatin,avakirin,sewqîyata,leşkerî,didomin

Qereqolên seyar hatin avakirin sewqîyata leşkerî didomin

Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê sewqîyata leşkerî didome. Li aliyê din qereqolên seyar jî tên avakirin. Çûn û hatina helîkopteran ya zêde balê dikişîne ser xwe.

A+ A-

Li herêma Colemêrgê li aliyekî sewqîyata leşkerî didome, li aliyê din qereqolên seyar tên avakirin. Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê di demên dawî de sewqîyata leşkerî didome û qereqolên seyar tên avakirin. Di saetên serê sibehê de bi dehan maşîneyên zirxî ji navçeya Geverê hatin Şemzînanê. Maşîneyên zirxî yên ji 21'emîn Fermandariya Tumana Hidûd derketin, bi konvoyek mezin hatin navçeya Şemzînanê. Hat zanîn ku leşkerên bi maşîneyên zirxî derketin li seranserî sînor di qereqolên seyar de hatin bicihkirin. Hat zanîn ku li aliyekî sewqîyat tê kirin li aliyê din qereqolên seyar tên avakirin. Li gorî çavkaniyên herêmê li sînorê Herêma Federal a Kurdistanê li herêma Navberojan, Gedenaj, Şaneşan, Mavan, Bêgijnê û Çemanê yekîneyên seyar hatin avakirin. Li herêma Bêsosin, Ziniyi Gerdiyan û Binsorê jî qereqolên seyar hatin avakirin.

Dîsa ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Hidûd û 3'emîn Tabûra Komado ya Çiyê helikopter û leşker hatin sewqkirin.

DİHA