1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qerîna girtiyekî: Alîkariya min bikin!
Qerîna girtiyekî: Alîkariya min bikin!,qerîna,girtiyekî,alîkariya,min,bikin

Qerîna girtiyekî: Alîkariya min bikin!

Ji Girtîgeha Trabzonê qerîna girtiyekî: Alîkariya min bikin!

A+ A-

Girtiyê nexweş Mutlak Tozun ku li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê ye, bi nameyekê diyar kir ku bi nexweşiya pençeşêrê gewriyê ye û li gel nexweşiya wî hatiye teşhîskirin jî nayê dermankirin. Tozun ji raya giştî xwest ku bi hestewar tev bigerin.

Li girtîgehan girtiyên nexweş li gel rapor û teşhîsên nexweşiyên wan jî nayên dermankirin. Girtiyê nexweş Mutlak Tozun ku li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê ye, bi nameyekê diyar kir ku bi nexweşiya penceşêra gewriyê ye û li gel nexweşiya wî hatiye teşhîskirin jî nayê dermankirin. Tozun, nameyek ji TUHAD-FED'ê re şand û alîkarî xwest. Tozun, anî ziman ku nêzî 20 salin girtî ye û wiha got: "Ji ber ku ez di binçavan de rastî îşkence û lêdana giran hatim gelek nexweşî û birîn bi min re çêbûn. Ji ber ku ez nehatim dermankirin birînên min giran bûn û bûne nexweşiyên giran. Ez niha hatime ber mirinê. Piştî ez hatim girtin nexweşiyên Sara, Panîk atak, ulsera mîdê, Gastrik, îltihap, xetimandina çavînê dil, îltîhaba roviyan û kansera gewriyê bi min re çêbûn. Çend çaran bi hewldana Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy ez birim nexweşxaneyê. Doktoran piştî ez derman û tedawî kirim teşhîsa pençeşêra gewriyê danîn. Li gel rapora doktoran û teşhîsa pençeşêra gewriyê hatiye danîn jî cend salin ez nayêm dermankirn û nayêm berdan.

'Dema min derman dikin jî disa dişînin doşeka mirinê'

Tozun, da zanîn ku di 18'ê Hezîranê de ji Gitîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê sirgûnî Girtîgeha Trabzonê kirin û wiha got: "Ez şandim cem hevalên nexweşên giran ên girtî. Piştî hewa germ bû serê min werimî. Her ji 2 hefteyan çarekê ta û kuxik min digire. Her ku ez zêde dikuxim xwîn ji qirika min tê. Hefteyek berê ez şandim nexweşxaneya dewletê ya Trabzonê. Tenê li cavê min nerîn û êşbirek û hebên antîbîyotîk ên Croxilex 1000 mg dan min. Lazim e ez di bin kontrolê de û bê navber bêm dermankirin."

'Hêza min a êşa rake tune'

Tozun, di dawiya nameya xwe de destnîşan kir ku êşên wî pir zorê li wî dikin û êdî nikare li hemberî van êşan di ber xwe bide. Tozun, bi lezgîn banga alîkariyê kir û xwest raya giştî li hemberî rewşa wî bi hestiyar tev bigere.

(mae)