‘Qesrên’ dîrokî yên Çelê li benda restorekirinê ne!
GOKHAN ALTAY
COLEMÊRG (DÎHA) – Malên Çelê ku wek “Qesran” tên binavkirin û xwedî dîrokek nêzîkê 500 salan e ji ber xemsariyê gelek ji wan hilweşiyan û gelek ji wan jî heke di nav demeke kurt de neyên resrorekirin dê hilweşin. Malên ku ji bo dîroka Çelê pir girîng in, ji ber çopan veguherîne cihê sergoyan.
Gelek deverên dîrokî yên bakurê Kurdistanê an ji ber xemsariya rayedarên bajar an jî ji ber polîtîqayên dewleta tirk yên “ewlehiyê” bi tunebûnê re rû bi rû man. Gelek ji wan wek dêr, mal, mabed, medrese jî heke din av demeke kurt de neyên restorekirin dê winda bibin. Malên Çelê ya Colemêrgê jî ji van cihan yek e. Malên Çelê ku wek qesran tên binavkirin xwedî dîrokek nêzîkê 500 salan e û ji ber xemsariyê jî hema hema hilweşin. Beriya niha gelek mal hilweşiyan niha jî nêzîkê deh mal mane. Malên ku di qontara çiyayek de ne hemû herêma Çeleyê dibîne û heke çareseriyek bo wan neyê dîtin di nav demeke kurt de dê hemû hilweşin.
“Qesrên” Çelê wek sergoyan tên bikaranîn
Malên ku beriya dehan salan ji aliyê mîrên herêmê dihatin bikar anîn û dîsa tê gotin yên niştecihên berê ango cihûyan in bi du qatan pêk tên, qatên jor ji bo cihê rûnişinê û mêvanan, qatên binî jî zêdetir ji bo kîleran hatiye bikaranîn. Beriya 15 salan jî gelek niştecihên Çelê li van malan diman lê ji ber rîska hilweşînê jî ji malan derketin. Yek jê taybetiyên malan ew e ku di malan de pergala germahiyê hatiye çêkirin, lê niha ji wê pergalê jî tenê boriyên zeng girtî mane. Di heman demê de gelek kesên xizne digerin mal kolane û hilweşandine. Malên dîrokî niha jî ji ber çopan wek sergoyek tên bikaranîn.
Topbarana leşkeran zirarek mezin daye malan
Şaredariya beriya niha gelek caran serî li Wezareta Çand û Hunerê daye lê her tim bersivek neyînî girtiye. Wezaretê heya niha ji bo restorasyona malan tu bergiriyek jî negirt. Ligel vê mal ji ber topên ku leşkeriyê hatine avêtin jî gelek zirarê dîtine.
Welatiyên Çelê jî ji bo malên dîrokî ji turîzmê re vebin dixwazin êdî malên wan bên restorekirin. Rayedarên Şaredariya Çelê jî diyar kirin ku ew ê di demeke kurt de ji bo van malan çareseriyek bibînin û ji bo restorekirina malan çi hewce be dê bikin. Dîsa rayedaran, destnîşan kir ku heke ji Wezareta Çand û Turîzmê deng dernekeve jî ew ê bi derfetên xwe hewl bidin ku malan restore bikin.
(gka/wk)