1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Qetlîamker azad in girtiyên nexweş di hundir de ne!"
"Qetlîamker azad in girtiyên nexweş di hundir de ne!",qetlîamker,azad,in,girtiyên,nexweş,di,hundir,de,ne

"Qetlîamker azad in girtiyên nexweş di hundir de ne!"

A+ A-

SADIK TOPALOGLU

STENBOL (DÎHA) - Hasan Kaçar ê tevî rapora wî ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" hebû jî bi israr nehat berdan di encama îtîrazan de hat tehliyekirin. Kaçar anî ziman, ji bo tehliyekirinê kêfxweş nebûye û got: "Kesên komkujiyên mezin li Tirkiyeyê pêk anîne û ji dehhezaran cinayetên kiryar nediyar berpirsiyar ku tên tehliyekirin. Lê girtiyên nexweş ên li ber mirinê nayên berdan."

Hasan Kaçar bi sedema teqîneke bombeya deng li Colemergê hat binçavkirin û Dadgeha Cezayê Giran a Wanê 36 sal cezayê girtîgehê lê birî. Kaçar 11 salên di girtîgehê de bi nexweşiya îltîhaba roviyan Chorn ket û ket nav livînan. Tevî ku doktoran rapora nikare di girtîgehê de bimîne ji bo Kaçar dan jî bi israr nedihat tehliyekirin. Herî dawî di encama serîlêdana li Dadgeha Cezayê Giran a Çaremîn a Wanê de Kaçar hat tehliyekirin.

Bi sedema di hesabê wî de pere tune ne derman nedanê

Kaçar piştî tehliyeyê ji DÎHA re axivî. Kaçar anî ziman ku di sala 2006'an de dema ji Girtîgeha Mûşê sewqî Girtîgeha Wanê hatiye kirin nexweşiya wî diyar bûye û piştî bi mehan ew sewqî doktor kirine. Kaçar got ku piştî serlêdana malbat, ÎHD û saziyên civaka sivîl ew birine nexweşxaneyê û wiha domand, "Li wir jî tedawiyê dest pê kir, lê ji ber derman pir buha bûn ez 2 mehan hatim mexdûrkirin. Derman bi sedema, 'Di hesabê te de pere tune ne dewlet nikare bîne cih' nedan min. Piştî min gilî kir dan min."

'Ji girtiyên nexweş re dibêjin mafê we tenê mirine'

Kaçar diyar kir ku kesên komkujiyên mezin li Tirkiyeyê pêk anîne û ji dehhezaran cinayetên kiryar nediyar berpirsiyar ku tên tehliyekirin lê girtiyên nexweş ên li ber mirinê nayên berdan, zîhniyeta dewletê aşkera radixe ber çavan. Kaçar, anî ziman ku heta îro li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û kesekî ji xwe re bêje, "Ez mirov im" nikare çavên xwe ji van tiştan re bigire û wiha got, "Mîna ji girtiyên nexweş re dibêjin mafê we tenê mirine. Li aliyê din jî berdana bersûcên ji doza Ergenekonê ji bilî terora dewletê ne tiştekî din e."

Kaçar diyar kir ku ji bo tehliyekirinê kêfxweş nebûye û got, "Min dixwest ez kêfxweş bibim, lê ji ber ew qas hevalên min ên girtî ji vî mafî bêpar dimînin û di girtîgehê de diçin şehadetê kêfa min nayê." Kaçar herî dawî got ku Newroza tevayî girtiyên siyasî pîroz dike.

(yş/mae)