Qeymeqam astengiyê ji peykerê Şêx Saîd re derdixe
MEHMET ARSLAN
ERZIROM (DÎHA)- Şaredariya Xinûsê ku cara duyemîn xwest pêykerê Şêx Saîd û 46 hevalên wî ku di sala 1925'an de hatin darvekirin biçikîne, cara dûyem ji aliyê qeymeqamê navçeyê ve hat astengkirin.
Şaredariya Xinûsa Erziromê ku cara duyemîn xwest pêykerê Şêx Saîd û 46 hevalên wî ku di sala 1925'an de hatin darvekirin biçikîne, cara dûyem ji aliyê qeymeqamê navçeyê ve hat astengkirin. Xebata peykerê ku di meha tebaxê de ji aliyê Endamên Meclisê ve projeya wê hat erêkirin, cara yekem çikandina peyker ji aliyê Şaredariya Erziromê ve hat astengkirin. Cara duyem ku hat xwestin xebatên peykerê ji nû ve bê destpêkirin, vê carê jî ji aliyê qeymeqam ve astengî hat derxistin. Neviyê Şêx Saîd û Hevşaredarê Xinûsê Hasan Basrî Firat bertek nîşanê biryara ku hatiye dayîn da û da zanîn ku çi dibe bila bibe dê peykerê Şêx Saîd biçikînin.
'Çi dibe bila bibe dê ew pêyker bê çikandin'
Firat da zanîn ku bi dengdayîna hemû endamên meclisê biryar hat girtin û wiha got: "Piştî biryar hat girtin, proje û hemû evrakên wê ji qeymeqam re hat şandin û projê hat qebûlkirin. Piştî proje hat qebûlkirin me dest bi bi çikandina projeyê kir. Cara yekem di 25'ê tebaxê de ji aliyê Şaredariya Erziromê ve bi hinceta erazî ya pir û rê ye hat astengkirin. Hat xwestin ku li cihekî din bê çêkirin. Piştî vê yekê mi li eraziyek din ku aydê şaredariyê bû dest bi xebatên çikandina wê kir. Lê qeymeqam dîsa polîsan rê kir û xebatê da sekinandin. Projeya ku ji aliyê qeymeqam ve hat qebûlkirin ji aliyê heman qeymeqamî ve hat astengkirin. Bi hinceta ku 'Ji qeymeqamtiyê destûr nehatiye girtin' hatiye astengkirin. Bedelê wê çi dibe bila bibe, em ê peykerê Şêx Saîd û 46 hevalên wî li vê derê biçikînin."
'Ma her bajarî hikûmetek cûda bi rêve dibe?'
Neviyê Şêx Saîd yê din û Hevşaredarê Şaredariya Tekmanê Alî Saît Firat jî wiha got: "Ma di nav sînorê welat de, her bajari hikûmetek cuda bi rêva dibe?." Firat çikandina peykerê Seyîd Riza ya Dêrsimê bibîr xist û wiha axivî: "Li Hinisê destûr nayê dayîn ku peykerê Şêx Saîd bê çikandin. Di cîhanê de li tu welatekî nêzîkatiyek wisa nîne. Pirsek wisa tê hişê mirov. Gelo polîtîkayên pişaftinê yên dewletê berdewam dike?"
(go/wk)