QSD’ê 153 km2 ji çeteyan paqij kir
GIRÊ SPÎ – Operasyona “Tolhildana Êlîn û Cûdî” a ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li rojavayê Çiyayê Kizwanan û bakûr rojhilatê bajarê Reqayê bi armanca avakirina xetek ewlekariyê daye destpêkirin, di roja 4’emîn de didome.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê ragihandine, heta niha herêmeke 153 km2 ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Di şer û pevçûnan de gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.
Çek û cebilxaneyên ku di 4 rojan hatine desteserkirin wiha ne:
“Tirimpêlek Ceep, tirimpêlek Vann, 3 çekên BKC, 2 sindoqên guleyên BKC, 2 RPC, doçkayek 12.5, 5 sindoqên guleyên doçkaya 12.5, doçkayek 14.5, 3 zincîrên doçka, 11 hawanên 60 mm, 20 roket û alavên wê, 8 kelaşnîkof, 1000 guleyên kelaşnîkofan, 2 yekelên xwekujiyê, 3 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, çend bombeyên rusî, 3 motorsiklet.”
Operasyona QSD’ê bi hemû hêza xwe didome.
(ekîp/dm)
ANHA