Qursên kurdî rastî eleqeyeke mezin tên
MÊRDÎN (DÎHA) - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê piştî daxwaza hînbûna kurdî zêde bû û serlêdan jî zêdebûn du polên din ên ji 20 kesan pêk tên vekirin. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Halîl Kuzu, diyar kir ku bi taybet xwendekarên zanîngehê serlêdanê dikin û dixwazin hînî kurdî bibin. Kuzu, bang li hemû kurdan kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin.
Eleqeya li hemberî qursên kurdî yên piştî dibistan hatin girtin û betlaneyê dest pê kir zêde bûn. Kesên zimanê xwe yê dayîkê nizanin û an jî bixwazin hînî kurdî bibin serlêdanan dikin. Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê piştî daxwaza xwendekarên zanîngehê zêde bû di mehên havînê de dest bi qursa ziman kir. Komeleyê di destpêkê de du polên ji 20 kesan pêk tê vekirin û heke serlêdan zêde bûn dê hejmara polan zêde bike.
Rêveberên komeleyê li hemberî daxwaz û eleqeya hînbûna kurdî keyfxweş kin. Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER'ê Hîlal Kuzu, diyar kir ku di sala 2013-2014'an de 320 xwendekar perwerde kirin. Kuzu, anî ziman ku gelê Qoserê ji sedî 90 kurdî diaxive û xwedî li zimanê xwe derdikeve.
Kuzu, da zanîn ku bi taybet eleqeyê ji xwendekarên zanîngehê dibînin û divê hemû dayîk û bav bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Kuzu, bilêv kir ku li dibistanê zarok bi tirkî diaxivin û wiha got: "Ji ber vê yekê hin caran zarokên me zimanê xwe ji bîr dikin û gelek caran jî di axaftinê de zehmetiyan dikêşin. Ji ber vê yekê divê dayîk û bav li gel zarokên xwe bi kurdî biaxivin. Em dixwazin bên saziyê jî. "
'Li gorî me hejmar kêm e ji ber ku divê gelê kurd di vê mijarê de bihestiyar be'
Kuzu, destnîşan kir ku li hemberî asîmîlasyona li ser zimanê kurdî bi salane têkoşînê dikin û serlêdanên tên kirin kêm in û divê ev hejmar zêde bibe û wiha pê de çû: "Weke tê zanîn hebûna gelekî bi zimanê wî re çêdibe. Ji ber vê yekê gelê kurd bi salane têkoşînê dide. Kurdên zimanê xwe nizanibin divê xwedî li zimanê xwe derbikevin û hîn bibin. Heke em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin em dê serbikevin. Ji ber vê yêkê em li benda hemû kesî ne."
(bd)