1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Qêrîna dayika ‘Memê Ebasî’ bû şano
Qêrîna dayika ‘Memê Ebasî’ bû şano,qêrîna,dayika,memê,ebasî,bû,şano

Qêrîna dayika ‘Memê Ebasî’ bû şano

A+ A-

GOKHAN ALTAY

COLEMÊRG (DÎHA) - Çîroka navdar “Mem Ebasî” ku heta niha bûye mijara gelek stran û beşên hunerê niha jî wek lîstikek şanoyê ji aliyê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ve hate amadekirin. Şano dê piştî demeke kurt li gelek cihan ji bo şanohezan bê pêşkêşkirin.

Çîroka “Mem Ebasî” ango “Memê Ebasî” ku heta niha bi awayeke devkî hat roja îroyîn û bû mijara stranan êdî li ser dikê tê pêşkêşkirin. Çîroka ku bi gelek şêwaza tê zanîn, ji aliyê hin xebatkarên beşa şanoyê yên Navenda Çand û Hunerê yê Feqiyê Teyran a Colemêrgê ve wek lîstikek şanoyê hat amadekirin. Lîstika “Mem Ebasî” ji aliyê 3 kesan ve tê lîstin û di nav derfetên kêm de hat amadekirin. Lîstika şanoyê ku di nêzîkî mehekê de hat amadekirin cara yekemîn li avahiya çandê bi beşdariya sedan kesan hat pêşkêşkirin. Ji ber ku li Colemêrgê dikek fireh tune ye kadroyên lîstikê jî kêm hatin girtin. Di demek kurt de lîstik dê li Wan û Amedê jî bi kadroyek berfireh derkeve pêşberî temeşavanan.

‘Wateya çîrokê hêdî hêdî ji holê radibe’

Yek jê lîstikvanê “Mem Ebasî” û di rola Ebas de dilîze Ferhat Çîçek diyar kir ku berê ev çîrok li ser dilşewatiyê hatibû gotin lê niha li ber vê çîrokê govend tê girtin. Çîçek destnîşan kir ku wan ji ber vê sedemê şanoyek li ser vê çîrokê amade kirin û wiha got: “Armanc hinek jî nîşandana rastiya vê çîrokê ye da ku di demên pêş de bi temamî wateya çîrokê veneguhere. Bi vê lîstikê ez bawer im ku gelê me jî zêdetir girîngiya vê çîrokê bibînin.” Çîçek destnîşan kir ku ji ber derfetên kêm wan dema şanoyê kurt girtine û di demên pêş de jî dê bi kadroyek berfireh û zêdetir profesyonel şanoyê pêşkêşî gel bikin.

Çîroka ‘Mem Ebasî’ çi ye?

Çîrok di nav gel de bi gelek şêwazan tê zanîn. Lîstik jî li gorî şêwaza herî zêde tê zanîn hat amadekirin. Li gorî çîrokê bavê Mem diçe şerekî. Dema bavê Mem diçe şer ew hêj di zikê diya xwe de bûye. Piştî salên dûr û dirêj Mem tê dinê, mezin dibe û dibe xortekî 17-18 salî. Dayika Memo jî her tim di hesreta Ebas de ye û hesreta xwe her tim bi kurê xwe re parve dike. Dayik ji ber ku Memo tenê yadîgarê hevjînê wê ye gelek li Mem hez dike û lê xwedî derdikeve. Her şev dema raketinê Memoyê xwe dide ber hembêza xwe û bi bêhna Mem sebra wê tê. Piştî salên dirêj rojekê Ebas vedigere welat û bi şev tê malê. Dema dinêre di hembêza hevjîna wî de mêrek heye şûrê xwe dikişîne û lê dide. Bi lêdana xençerê diya Memo şiyar dibe û dike qêrîn û hawar. Dayik jê rê dibêje hey mal xirab ma ne ew lawê te bû û wiha dest bi stirînê dike:

“Hoy hoy hoy memo mem ebasî ebasî jahro dilo memo mem ebasî, ebasî…”

(gka/sa/wk)