1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qêrîna ji Sûrê: Avahiya me bombe dikin
Qêrîna ji Sûrê: Avahiya me bombe dikin,qêrîna,ji,sûrê,avahiya,me,bombe,dikin

Qêrîna ji Sûrê: Avahiya me bombe dikin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Navçeya Sûrê ya Amedê ku 88 rojin ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û di bin bombebaranê de ye. Nêzî 200 welatî di avahiyên xwe de asê mane. Welatiya bi navê Remziye Tosun a di xaniyê xwe de asê maye, bi telefonê qêriya û got: "Taxa me ji saet 04.00'an de bombe dikin. Raste rast gule û bombeyan davêjin avahiya me. Îro roja dawî ye. An têkevin Sûrê an jî me terkî mirinê bikin."

Hêzên dewletê, piştî konsepta şer a hikûmeta AKP'ê navçeya Sûrê dorpêç kirine û 88 rojin bi tong û topan êrîş dikin. Gelê Sûrê jî 88 rojin li dijî hemû êrîşên giran di ber xwe dide. Îro serê sibê jî dîsa gelê Sûrê bi dengê tang û topan hişyar bû. Niha nêzî 200 welatiyên sivîl di avahiyên xwe de asê mane û di bin êrîşa tang û topan de dijîn. Welatiya bi navê Remziye Tosun, bi telefonê hawara xwe gîhand DÎHA'yê.

Tosun di bin dengê top û bombeyan de wiha got:

"Bombeyan davêjin avahiya me. Raste rast bombe û topan davêjin avahiya me. Ev zilm û hovîtî ye. Em nikarin ji mala xwe derkevin. Tang ketober derdorê û xaniyan topbaran dike. Hem bombe dikin û hem jî dibêjin korîdor heye. Em dê çawa di bin top û gulebaranê de ji mala xwe derkevin.

Me zûde hêviya xwe ji we qut kiriye

Zarok jî êdî dibêjin 'em dê li vir bên kuştin' Me xwe ji mirinê re amade kiriye. Me zûde hêviya xwe ji we qut kiriye. Bi rastî jî me heviya xwe ji we qut kiriye. Sûr ji bo her kesî îro roja dawî ye. Hemû kes bi komkujiyê re rû bi rû ne. Ger ku em li vir bên qetilkirin jî bila kes neyê. Cenazeyên me li ser milê xwe nekin. Êdî Balikçilarbaşi jî êdî qedexe bikin. Zarokên min niha hişyar in û digirîn. Dibêjin, 'Em dê îro bên kuştin. Zaroka min a 9 salî Şevin xwe ji mirinê re amade kiriye. Dibêje 'Dayê netirse ji xwe em dê bimirin'

An têkevin Sûrê an jî me terkî mirinê bikin

Tang û top ji saetên 04.00'ê sibê de bombe dike. Em li qatê herî jêr in. Hûn bibînin hûn dê şaş bibin ku em çawa li vir dijîn. Lanet be em êdî pêdiviyên din naxwazin. Em di tirsa canê zarokên xwe dene. Ji serê sibê heta niha êrîş zêde bûne. Dengê tang û kepçeyan tê. Bi rastî jî em dê bên kuştin. Îro roja dawî ye. An têkevin an jî me ji kok ve terkî mirinê bikin.

Îro dora me sibê dora we ye

Em ew qas mirov bi mirinê re rû bi rûne, mirov ew qas bê hestiyar û wîcdan nabe. Îro dora me ye, sibê dora we ye. Ger ku îro em bên kuştin, sibê dê mirin bê ber deriyê we jî. Em bên kuştin jî bila kes cenazeyên me raneke. Ger ku em sax bimînin em dê avahiyê nîşanî we bidin ku em di şertê çawa de dijîn.

Em 6 kes bi hevre ne. 3 mezin û 3 zarok. Niha derûniya Emine Abiş a li tenişta min xera bûye. Dibêje emê bimirin. Naxwaze li gel kesî biaxive û dibêje 'Em terkî mirinê kirine."

Dema Tosun bi telefonê diaxivî bê navber tengê guleyên tang û topan dihat.

(mae)