Qêrîna zarokê rastî îşkenceyê hat: Êdî dengê me bibhîzin!
10:08 14.01.2014
ÎZMÎR (DÎHA) - Zarokê bi navê F.T. ku ji Girtigeha Zarok û Ciwanan a Sîncanê piştî rastî lêdana 50 gardiyan hat û sirgûnî Girtigeha Zarokan bû, banga kesên xwedî wîcdan kir û got: "Her roj îşkenceya li girtîgehê zêde dibe. Zarokên we li ber çavên we rastî îşkenceyê tên. Êdî dengê me bibhîzin! Birêz Parlamenter êdî carekê jî li me binerin."
Zarokê bi navê F.T. ku ji Girtigeha Zarok û Ciwanan a Sîncanê piştî rastî lêdana 50 gardiyan hat û sirgûnî Girtigeha Zarokan bû, banga kesên xwedî wîcdan kir. F.T. ewil ji Mêrdînê li gel 6 hevalên xwe Sirgûnî Sîncanê hat kirin û piştre ji Sîncanê sirgûnî Şakranê hat kirin. F.T. di 1'ê Çile de rastî êrîşa 50 gardiyanan hat û piştre sirgûnî Şakranê hat kirin. F.T. (17) serpêhatî û îşkenceya ku bi serê wî de hatiye bi nameyekê ji DİHA’ê re vegot. F.T. bang l her kesî kir û xwest bi hestiyar tev bigerin.
F.T. di nameya xwe de wiha got:
“Ez li vir bang li hemû malbatên girtiyan û gelê kurd dikim. Li girtîgehan polîtikayên dewletê yên perçekirin û tekçûnê yên li dijî girtiyên siyasî roj bi roj zede dibin. Bi taybetî di demên dawî de li diji girtiyên siyasî zext û zordarî pir zêde bûne. Herî dawî di 01'ê Çileya 2014'an de em li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Sincanê rastî lêdan û îşkenceya 50-60 gardiyan hatin. Em 7 kes rastî lêdana gadiyanan a bi şîş, dar, karavana û amûrên din rastî lêdanê hatin. Piyê me û lingên me bi kelepçeyên plastîk girêdan. Piştre em kom bi kom avêtin hucreyan. Bi sîle û pêhnan li me dan. Li gel vê yekê çapemenî, parlamenter û saziyên sivîl ên civakî li hemberî vê yekê bêdeng e. Kesên dixwazin girtîgehê bikin Zindana 5 Nolu hene. Êdî ji bo van erkdarên dewletê re dema bêjin "Bes e" hatiye. Birêz parlamenter, hinekî ruyên xwe ji karê hilbijatinê biqetînin û li me binerin. Êdî dengê be bibhîzin. Em bang li malbatan dikin û em dibêjin li ber çavên we em rastî îşkenceyê tên û êdî li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û bêjin bes e."
(mae)