1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qîrîna ji Xerabê Bava: Hevjînê min tazî kirin û îşkence lê kirin
Qîrîna ji Xerabê Bava: Hevjînê min tazî kirin û îşkence lê kirin,qîrîna,ji,xerabê,bava,hevjînê,min,tazî,kirin,û,îşkence,lê,kirin

Qîrîna ji Xerabê Bava: Hevjînê min tazî kirin û îşkence lê kirin

A+ A-

MÊRDÎN - Şêniyê Xerabê Bava F.A., anî ziman ku li gundê wan hevjînê wê şevekê şût û tazî li hewşa malê hatiye rawestandin û rastî îşkenceyê hatiye. F.A. da zanîn ku piştî hevjînê wê rakirin nexweşxaneyê agahiyê ji hevjînê xwe nagire.

Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê, tê diyarkirin ku ev 10 roj e binpêkirinên mafan hene û tiştên tên kirin ji yên salên 90'î xerabtir in. F.A., anî ziman ku di şeva serdegirtinê ya ewilîn de bi ser mala wan de hatiye girtin û ji ber vê hevjînê wê rastî îşkenceyeke dijwar hatiye. F.A., got hevjînê wê A.A. yê hat îşkencekirin li hewşa malê hatiye rawestandin û diyar kir ku, wê wêneyên hevjînê xwe di înternetê de dîtiye.

‘DI SALÊN 1990'Î DE JÎ TÛFANEK WISA TUNE BÛ'

F.A., got di salên 1990'î de jî ji ber leşkeran ew ji gund derketine û li navçeya Qoserê bi cih bûne û anî ziman ku, piştî pêvajo nerm bûye ew dubare vegeriyane gundê xwe. F.A. wiha axivî: "Di salên 1990'î de delwetê mala vala kirin. Wê demê emrê valakirina gundan hatibû dayîn. Lê wê demê jî ne wek tûfana niha bû. Gel mala xwe li qamyonan bar kir û çû."

F.A., got ew dem dem dihatin mala xwe ya li gund û diyar kir ku, zarokekî wan berastengê zihnî ye û ji ber vê hevjînê wê tim ew dibir nexweşxaneyê û wiha domand: "Kurê min berastengê zihnî ye û hevjînê min 3 caran kurê min bir Xarpêtê. Carekê bir Edeneyê û carekê jî bir Amedê. Herî dawî jî çend roj berê kurê min bir. 10 rojan li Xarpêtê ma. Dema vegeriyan gund, bi şev ev bûyer qewimî. Yek ji me jî ne li wir bû."

‘ŞILFÎTAZÎ LI HEWŞÊ DANE RAWESTANDIN'

F.A., got mala wan maleke mezin e, li paş malê baxçeyê wan û avahiyeke wêranbûyî heye û wiha axivî: "Ji xwe li pişt malên me gelek şikeft hene. Li pêşiya mala me jî koncalek heye, me tim av dixist wê koncalê. Me tim debok û naylonên xwe dixistin wan şikeftan. Dema li wan şikeftan lêgerîn kirine, wan her duyan kuştine. Ji xwe dema li malan lêgerîn kirine hevjînê min jî îşkence kirine. Şilfîtazî kirine û bi wî halê birîndar wî şevekê li hewşê dane rasetandin."

‘HEVJÎNÊ MIN DI BEŞA LEZGÎN DE YE'

F. A. wiha domand: "Wê şevê wî li hewşê şilfî tazî dane rawestandin. Min ji wêneyên wan parvekirine mala xwe nas kir. Paşê jî hevjînê min bi ambulansê ewil rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û paşê jî birina Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di beşa lezgîn de tê rawestandin. Em nizanin rewşa wî çawa ye. Dema kurê min ji bo li rewşa wî bipirse çûye, dest danîne ser nasnameya wî jî û destûr endane ku bavê xwe bibîne."

‘NAHÊLIN EM TÊKEVIN GUND'

F.A., diyar kir ku wê xwestiye bi heyeta ji KCD, DBP û HDP'ê pêk tê biçe gund lê destûra têketina wan nehatiye dayîn û wiha bertek nîşan da: "Ev gundê me ye, lê detsûrê nadin ku em bikevinê jî. Xaka mirov jib o mirov bedew e, liw ir bêhnê distînin lê destûr tune ye. Mal û milkên mirovan li wir in, çima destûrê nadin."

F.A., kepçeyên ber bi gund ve diçûn nîşan da û wiha got: "Mal rûxandin, niha jî ji bi van kepçeyan dê birûxînin. Ne wisa dê çi bikin bi van kepçeyan."