1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ragihandina Xweseriya Rojava mafekî rewa ye
Ragihandina Xweseriya Rojava mafekî rewa ye,ragihandina,xweseriya,rojava,mafekî,rewa,ye

Ragihandina Xweseriya Rojava mafekî rewa ye

Dr. Emîn: Ragihandina Xweseriya Rojava mafekî rewa ye

A+ A-

NİHAT KAYA/MİHEMED ORHAN

HEWLÊR (DÎHA) - Mamostayê Fakulteya Yasa û Ramyarî yê Zanîngeha Selahedîn Dr. Emîn Fereç diyar kir ku pêwîste Herêma Rojava sûdê ji ezmûnên baş û xirab ên Herêma Kurdistanê werbigre. Fereç ragihand ku divê di demekî zû de Kongreya Netewî were lidarxistin û mekanîzmeyekê ji bo Rojava diyar bike.

Mamostayê Fakulteya Yasa û Ramyarî yê Zanîngeha Selahedîn Dr. Emîn Fereç derbarê ragihandina kantonên li Herêma Rojava û nakokiyên hene de ji DÎHA'yê re axivî. Fereç derbarê rewşa Sûriye û Rojava de wiha got: "Niha pirsgirêka Sûriyê bi giştî û bi taybet jî doza kurd li rojavayê Kurdistanê, ne tenê pirsgirêkekî navxweyiye. Li ser vê mijarê hêzên navxweyî û cîhanî bûn du enî. Lewra Herêma Kurdistanê jî ji wan helwestan ne dûr e. Di rastiya xwe de ev dû enî, sedem çi be zererê digihîne pêşveçûna rewşa Sûriyê û bi taybet jî pirsa kurd li Sûriyê."

Dr. Emîn wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Ragihandina Xweseriya Demokratîk a li rojavayê Kurdistanê mafekî rewa yê welatiyên rojavayê Kurdistanê ye. Lê divê xelkên rojava û hêzên siyasî yên kurdî ezmûnên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin. Ango xalên bihêz ên Herêma Kurdistanê hene yan jî ew serkeftinên bi dest xistine li ber çav bigrin. Ji bo ezmûnên rojavayê Kurdistanê jî bihêz bibe û sûd ji ezmûnên Herêma Kurdistanê werbigre. Di heman demê de jî pirsgirêk û kêmasiyên Herêma Kurdistanê hene, pêwîste dîsan ezmûn jê wergirin. Bi taybet jî du eniyên navxweyî. Ji wan jî şerê navxweyî, dû rêveberî, kurbûna pirsgirêkan, pirsa gendelî û refroman. Divê rojavayê Kurdistanê bi awayekê sûd ji ezmûnên Herêma Kurdistanê werbigire ku dûbare neke. Belkî sûd wergire, ji bo heman kêmasiyan dûbare neke. Tiştên baş û xirab ên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û hewl bidin li rojava yekrêziyekî nîştîmanî biparêzin." Fereç da zanîn ku divê ji bo Rojava berjewendiyên giştî li ber çavan werin girtin û wiha pêdeçû: "Divê dest ji berjewendiyên teng ên hizbî were berdan û berjewendiyên giştî yên rojavayê Kurdistanê li ber çav werin girtin. Ev jî heta radeyekî zehmete, ji ber hê jî hişyariya me ya siyasî negihiştiye wê astê ku berjewendiyên giştî li pêş berjewendiyên taybet wergirin."

Li ser pirsa 'Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi piştgiriya Tirkiyê û derve siyasetê dimeşîne. Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) jî dibêje em pirsgirêkan di nava xwe de çareser bikin. Hûn meşandina siyasetekî bi vî awayî çawa dinirxînin? Fereç got: "Bihaneyên ENKS û MGRK'ê hene. Herdu alî hev bi wê yekê gunehbar dikin ku ew nûnerê xelkê rojavayê Kurdistanê ne û berjewendiyên rojavayê Kurdistanê dixwazin. Mixabin destê welatên herêmê jî di nava vê yekê de heye. Lewra me dît ku ENSK tevlî Cenevre 2 bû û MGRK beşdar nebû. Beşek ji aliyên herêmî û Herêma Kurdistanê jî piştgiriya ENKS'ê dikin. Ev jî astengiyan bo MGRK û ezmûnên xweseriya demokratîk jî çêdike. Ji ber beşek zêde ya sînorê Rojava ligel Başûrê Kurdistanê û beşek jî ligel Tirkiyê ye. Çêdibe ku ji wan re astengiyan çêkin."

Dr. Emîn diyar kir ku welatên dagirker ên Kurdistanê li gor berjewendiyên xwe temaşeyî Rojava dikin û got: "Min behsa ezmûnên Herêma Kurdistanê kir. Herêma Kurdistanê ketibû di nava dorpêça hikûmeta Bexda, Tirkiye û Îranê de. Lewra gelek pirsgirêk ji me re dirûst dibûn û nekarîn di warê qezenc û pêkhateyan de rêveberiyekî baş were çêkirin. Piştre jî pirsgirêkên navxweyî çêbûn û şerê navxwe derket. Divê ENKS û MGRK ligel partiyên siyasî yên rojava vê rastiyê baş bizanin ku welatên dagirker li gor berjewendiyên xwe temaşeyî rojavayê Kurdistanê dikin. Ti demê naxwazin doza kurd pêşbikeve û her alîkariyekê jî ji bo berjewendiyên xwe dikin. Ger Tirkiye, Îran û Sûriyê lihevhatin, wê demê qurbanî timî wê gelê Kurdistanê bin. Dîrok jî şahidê wê rastiyê ye."

Mamostayê Fakulteya Yasa û Ramyarî yê Zanîngeha Selahedîn derbarê daxuyaniyên PDK'ê yên weke, em rêveberiya kantonên Rojava nas nakin de jî dîtinên xwe anî ziman û wiha got: "Niha PDK li Herêma Kurdistanê li ser hemû sazî û rêxistinanan deshilatdar e. Serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û berpirsên hemû sazî û rêxistinên giring di destê wan de ye. Lewra helwesta wan jî nêzî ya PDK'ê ye. Divê partiyên tevlî hikûmetê dibin jî xwedî helwest bin, ji bo bi vekirî eşkere bibe ev helwesta wan e jî yan na. Lê bi mîsogerî wê bandorek xirab li rewşa rojava û ezmûnên li wê hene bike." Dr. Emîn destnîşan kir ku divê aliyên siyasî li ser xalên hevbeş lihev bikin û got: "Divê aliyên rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi awayekî rast mamele bike û hewl bide lihevhatinê ligel Herêma Kurdistanê bike. Li ser xalên hevbeş lihev bikin. Di rastiya xwe de wekî gelê Kurdistanê xalên me yên hevbeş ji xalên nakok zêdetir in. Divê tekezî li ser xalên hevbeş bê kirin, ji bo ezmûnên hene bihêz û dewlimend bibin. Ji ber pirsgirêka me ew e em zêdetir pirsgirêkên şexsî dixin pêş. Sedema serekî ya lidarnexistina Kongreya Netewî ya Kurd jî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û bi taybet jî di navbera PKK û PDK'ê de. Vê yekê jî zerer gihand tevayî gelê kurd."

Mamostayê Fakulteya Yasa û Ramyarî yê Zanîngeha Selahedîn Dr. Emîn Fereç behsa çareseriya Rojava kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Di rastiya xwe de çareseriya rojavayê Kurdistanê girêdayî Sûriye, çarenivîsa Beşar Esed, hikûmet û mûxalifeta Sûriyê ye. Li aliyê din jî li rojavayê Kurdistanê rêveberiyekî serbixwe heye. Bandora vê yekê li ser Herêma Kurdistan, bakûr û rojhilatê Kurdistanê jî heye. Kongreya Netewî jî dikare hinek biryar, pêşniyar û mekanîzmeyan ji bo egerên siberoja hemû navçeyên Kurdistanê dane, bi taybet jî ji bo rojavayê Kurdistanê. Lewra lidarxistina Kongreya Neteweyî erkekî giring û nîştîmaniye. Ji bo vê jî divê pirsgirêk bên danîna aliyekê û her çendî zûye, kongre were lidarxistin û stratejiyekî neteweyî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî ji bo Rojava were diyarkirin."

(mo/mae)