1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Ragirtina mifteya çareseriyê li pişt deriyên girtî îlana şer e'
'Ragirtina mifteya çareseriyê li pişt deriyên girtî îlana şer e',ragirtina,mifteya,çareseriyê,li,pişt,deriyên,girtî,îlana,şer,e

'Ragirtina mifteya çareseriyê li pişt deriyên girtî îlana şer e'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ayata: Careke din piştrast bû ku mifteya çareseriyê Rêber Apo ye. Ji bo tecrîdkirinê ti sedemeke derbasdar nîne. Ragirtina mifteya çareseriyê li pişt deriyên girtî tê wateya îlana şer

A+ A-

BEHDÎNAN - RAHMÎ YAGMÛR / ANF Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku girtina Îmraliyê li gel û heyetan tê wateya destpêkirina şer û got, "Li gorî me ji xwe şer destpê kiriye. Girtina Îmraliyê li gel û heyetan tê vê wateyê. Halbûkî gelê Kurd di vê zivistanê de deh mîlyon îmze kom kir. Careke din piştrast kir ku mifteya çareseriyê Serok Apo ye. Ji bo bê tecrîdkirin, ti sedem nîne. Ragirtina mifteya çareseriyê li pişt deriyên girtî tê wateya îlana şer. Destûr nayê dayîn parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Ev amadekarî ji bo çi ye? Beriya niha Davûtoglû gotibû 'Heyet wê biçin û li ser çi bi axivin, bila dest ji çekê berdin'. Ev şantaj, gef û îlana şer e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.

Ayata da xuyakirin ku daxuyaniyên di demên dawî de ji aliyê rayedarên AKP'ê ve tên dayîn, niyetên ji bo gavên demokratîk, guhertina di polîtîkayên sed salî yên Kurd an jî rakirina qanûnên 12'ê Îlonê, bersivdayîna li bendewariyên gelên Kurd û Tirk nîşan nadin û got, "Halbûkî encamên ji hilbijartinê derket, hişyariyeke gelên Tirkiyeyê li AKP'ê ye. Ev hişyarî ji bo rakirina zext û kêmasiyên ji aliyê demokratîkbûyînê ve ye."

'BI BERHEVKIRINA 10 MÎLYON ÎMZEYAN RE DAXWAZA AZADIYA SEROK APO HAT KIRIN'

Ayata da zanîn ku girtina Îmraliyê li gel û heyetan, tê wateya destpêkirina şer û ev xal destnîşan kir:

"Halbûkî gelê Kurd di vê zivistanê de deh mîlyon îmze kom kir. Careke din piştrast kir ku mifteya çareseriyê Serok Apo ye. Ji bo bê tecrîdkirin, ti sedem nîne. Ragirtina mifteya çareseriyê li pişt deriyên girtî tê wateya îlana şer. Destûr nayê dayîn parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Ev amadekarî ji bo çi ye?

Beriya niha Davûtoglû gotibû 'Heyet wê biçin û li ser çi bi axivin, bila dest ji çekê berdin'. Ev şantaj, gef û îlana şer e.

Tevî van, tevgerên hewayî, keşif û êrîşa balafirên şer li Oremarê rû dan. Berê çeteyên DAIŞ'ê dan Kobanê û komkujî hat kirin. Ew hunera organîze û tevgerê ya DAIŞ'ê nîne, ji ber vê yekê Tirkiye nebûya nikarîbû ev êrîş bikira. Tirkiye çima dibêje 'Eger YPG bikeve Cerablûsê ez ê şer îlan bikim'. Ji ber eger ev xet were kontrolkirin wê hêzên mûxalefetê giraniya xwe bidin Reqayê û DAIŞ bêbandor were hiştin. Bêbandorbûyîna DAIŞ'ê li Sûriyeyê bêbandorbûyîn Tirkiyeyê ye. Tirkiye bi rêya wan şer dimeşîne. Parçeyek û rêveberê şer e. Çima PYD nikare vî sînorî bi kar bîne. Xuyaye dema bixwaze jê tê sînor bigire. Ji Ewropayê, ji gelemperiya cîhanê gelek milîtanên DAIŞ'ê hatin li kampan hatin perwerdekirin. Ev ne li derveyî kontrola MÎT'ê bû. Em behsa derbasbûna yek bi yek şexsan nakin, behsa veguhastina hêzê dikin. Hewl da Amerîka û hêzên koalîsyonê bisekinîne û DAIŞ'ê rizgar bike. Cîhanê ev qebûl nekir."

Ayata destnîşan kir ku di rewşeke bi vî rengî de nikare were gotin ku Tirkiye bi Kurdan re diyalogê dimeşîne û ne alîgirê şer e. Ayata da xuyakirin ku eger hişyariyên cîhanê nebûya wê Tirkiye hîn bêhtir bi lez û bez mudaxle bikira û got, "Cîhan Tirkiyeyê di mijara çeteyan de hişyar dike. Dibêjin ku DAIŞ li hemberî Tirkiyeyê jî gefeke. Eger rewş bi vî rengî dewam bike, mîna Sûriye û Iraqê wê Tirkiyeyê jî veguherînin qada şer. Binêrin, daneheviyên dîrokî û nirxên çandî yên Rojhilata Navîn tine kirin. Halbûkî di şer de, welatan dêr û mizgeftên hev, heta ji wan tê bombe nakin. Çeteyên DAIŞ'ê bi hewa dixin, mirovên ne ji mezheba xwe dikujin. Tirkiye ji bo Kurdan tine bike û bê bandor bihêle, van çeteyan bi kar tîne. Gelo dewleteke bi vî rengî dixwaze bi Îmraliyê re, bi Kurdan re li hev bê, aştiyê bike?

Artêşa Tirk bi xwe jî ketiye rewşeke neyê naskirin. Dibêjin ku ew laîk in, wê xwedî li mîrateya Mûstafa Kemal derkevin. Tirkiye veguherandine ceneta DAIŞ'ê. Deng ji MÎT'ê dernakeve, dozger, dadgerên TIR tespît kirin û cebilxaneyên ji nav derxistin, girtin. Dibêjin şandina çekan ji bo Sûriyeyê ne sorkirina şer e, lê deşîfrekirina van karekî ajantiyê ye. Di vir de çi berjewendiyê gelê Tirk heye. Sûriye bibe gola xwînê, wê bi çi rengî aramî û demokrasî bê Tirkiyeyê. Dibêjin ku ev birine ji Tirkmenan re. Ev dereweke mezin e."

Ayata ragihand ku li hemberî vê yekê, ji bo selametiya gelên Kurd û Tirk, ji bo pêşîvekirina li aştiyê aliyê Kurd bi sebir tevdigere, şer naşidîne û got, "Hema bêjin xwe bê parastin hiştiye. Li Amedê gelek sivîl hatin kuştin, lê belê tevgera azadiyê çalakiyeke bersivdayînê jî nekir. Ev yek, nayê wateya qelsiya gelê Kurd. Eger destûr were dayîn wê gel bi xwe jî rahêje çekê û xwe biparêze. Tecrûbeya şer a 40 salan heye."

'DIVÊ PÊVAJO BI QANÛNAN WERE EWLEKIRIN'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku pêvajo li cihekî asê maye û ev nirxandin kir: "Muzakere û pîvanên xwe hene, heyetên xwe hene. Tirkiye tevahiya burokrasiya dewletê, hêzên hundir û derve koordîne dike. Lê lîderê gelê Kurd jî li Îmraliyê bi tena serê xwe têdikoşe. Sekreteryayek jî nedan wî. Komeke ku hevdîtinan qeyd bike, nivîsan amade bike û arşîvê çêbike, nehat dayîn. Li şûna wê, cîhan lê girtin.

Niha heyeta HDP'ê ya 3 kesan biçe wê çi bibe? Musteşariya Cemaweriyê diçe hevdîtinê dikin. Erka wî zilamî ya biryardayînê nîne. Pêwîstî bi heyeta hikûmetê, heyeta bicihanînê heye. Divê lihevkirin çêbibe, ev lihevkirin bikevin rojeva parlamentê, li parlamentê pêşkêşî dengdanê werin kirin, malî raya giştî werin kirin û bersiv ji bendewariyên gelê Kurd re bê dayîn.

Pêwîste alî muzakereyeke rasteqîn bikin û li cihê lihevkirin lê çêbûye, ji nû ve destpê bikin. Naxwe mîna berê nabe. Raya giştî ya derve û hundir destek da hevdîtinên li Îmraliyê. Hêvî afirî, cara yekê cidî hat girtin. Lê piştre Erdogan rabû got 'nîne' û qediya. Her kes ji axaftina yek kesî re man. Garantiya pêvajoyeke bi vî rengî nabe. Helwestên din tê wateya teslîmbûyînê."

'DIVÊ HDP NEBE MÛXALEFET, BIBE ALTERNATÎF'

Ayata bal kişand ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de ku li 15 bajarên Kurdistanê ji sedî 85 ê dengan stend û bi giştî 80 parlamenter gihand Meclîsê. Ayata anî ziman ku Erdogan beriya niha bi dengên wergirtî re îdîa dikir ku HDP Kurdan temsîl nake û got, "Ev îdîa têk çû. Partiya ku Kurdan temsîl dike HDP ye."

Ayata da zanîn ku HDP wê hînê mezintir bibe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev yek ji bo Tirkiyeyê tê wateya nefeseke nû, partiyeke nû, perspektîfeke nû ya desthilatdariyê. Ya berê, êdî xetimî ye. Şerê taybet, partiyên berê hemû di şer de bi kar anî û ew çikand. AKP li ser vê yekê got, 'ez cuda me, ez ê demokrasiyê bînim' û bi pêş ket. CHP nekarî qalibên xwe bişikîne, MHP'ê êrîşên xwe yên faşîst ên nîjadperest nekarî bişikîne û ji gel re nebûn hêvî.

Niha li derveyî van hemûyan HDP maye. Ev yek feraseteke nû ya desthilatdariyê ye. Lêgerîneke cuda ya Tirkiyeyê ye. Gelan û girseyan, ji bo HDP bibe parçeyek ji vê sîstemê deng nedan. HDP partiyeke alternatîf e. Divê mirov weke partiyeke mûxalefetê ya ji 70-80 parlamenteran lê temaşe nekin. Divê nebe partiyeke ku sîstemê hinekî sererast dike, divê bibe partiyeke alternatîf. Wê xwe weke alternatîfeke demokratîk amade bike."