1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Ramanek, Romanek û Rewşenbîrek'
'Ramanek, Romanek û Rewşenbîrek',ramanek,romanek,û,rewşenbîrek

'Ramanek, Romanek û Rewşenbîrek'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Xebatên dawiya salê ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi panelan berdewam dike. Di panela bi navê 'Ramanek, Romanek û Rewşenbîrek' de li ser jiyana nivîskar Erebê Şemo û pirtûka wî ya bi navê 'Şivanê Kurmanca' nîqaş hatin kirin.

Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn di çarcoveya xebatên dawiya salê panelek bi navê 'Ramanek, Romanek û Rewşenbîrek' li dar xist. Panel bi moderatoriya Mehmûd Şîrnasî û beşdariya nivîskar Serwet Denîz, Sîdar Jîr û Omer Fîdan pêk hat. Di panela ku gelek wêjehêz beşdarbûn de jiyana nivîskar Erebê Şemo û pirtûka wî ya bi navê Şivanê Kurmanca ku wek romana kurdî tê qebûlkirin, hat nîqaşkirin. Ji Beşa Ziman û Wêjeyê ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Omer Fîdan behsa jiyan nivîskarê nemir Erebê Şemo kir û der barê jiyana wî de agahî da. Piştî Fîdan, mafê axaftinê nivîskar Sîdar Jîr axavî û li ser romana Şemo bi navê 'Şivanê Kurmanca' sekinî. Jîr, der barê pirtûkê de gelek agahî û mijarên ku tê de bi slaytekê vegot.

Nivîskar Serwet Deniz jî behsa ramana sosyalîzmê ku di pirtûk û kesayetiya Şemo de heyî kir. Deniz, da zanîn ku nivîskarê nemir Şemo her çiqas xwedî fikra sosyalîzmê bibe jî di nav xwe de xîreta netewperweriyê jî dihewand. Deniz li ser têkiliya nivîskarên kurd ku li Sovyetê de dijiyan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nivîskarên kurd ku dema Sovyetan dijiyan di berhemên xwe de wêjeya kurdî ya klasîk referans negirtin. Dema em li beheman dinêrin dibînin ku ji nû ve bingehek wêjeya kurdî hatiye avakirin. Her wiha bingeha berhemên wê demê jî li ser fikr û ramanên sosyalîzmê dihatin avakirin."

Panel, bi pirs û bersivên beşdarvanan bi dawî bû.

(gka-na/