Ranya Muhammet rewşa Kobanê ragihand
AMED(DÎHA) - Nûçegihana ANHA'yê Ranya Muhammed ku di 6'ê cotmehê de bi zêdetirî 200 kes re li sînor ji aliyê leşkerên tirk ve rehîn hatin girtin çavdêriyên xwe yên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û dema ku ketin binçav ji DÎHA' yê re parve kir.
Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê dijwar bû, li ser daxwaza rayedaran di nav de nûçegihana ANHA'ê Ranya Muhammed jî hebû, gelek welatî di 6'ê cotmehê de berên xwe dan bakurê Kurdistanê. Welatiyên ku ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê bûn ji aliyê leşkerên tirk ve wek rehîne hatin girtin. Nûçegihan Ranya Mihammed a ku 28 roj ku ji bo şerê li Kobanê bişopinê çû Kobanê û piştî 11 roj rehîn hat girtin, çavdêriyên xwe yên li Kobanê û tiştên ku dibin çavde jiyan ji DÎHA'ê re parve kir.
'Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dorpêç kirin'
Ranya Muhammed diyar kir Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dorpêçkirin û çavdêriyên xwe wiha anî ziman: "Ev sal û nîvek e çeteyên DAIŞ'ê li ser Kobanê êrîşên mezin dide meşandin. Çûn û hatin tev hatibûn asteng kirin av, ceryan û pediviyên mirovanê tev bi destê çeteyan hatibûn girtin. Çeteyên DAIŞ'ê bi hemû giraniya xwe êrîşî gelê Kobanê dikir, gel û hezê YPJ/ YPG'ê li hember êrîşên hov pir li ber xwe dan."
Ranya, diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê bi alikariya gel li hember çeteyan berxwedanek bêhempa dene meşandin. Ranya, got ku Kobanê 24 roje li ber xwe dide û wiha domand: " Dema ku mirov difikire çeteyan berê xwe ewîl da Musulê lê peşmerge û hezên Iraqê nikaribûn li hemberî wan şer bikirane. Lê hezê YPG/YPJ'ê heya dawiyê şer kir. Ev 24 rojin ku gelê Kobanê li ber xwe dide. Tiştê ku min dît, ez dikarîm bibêjim ku Kobanê têk naçe û dê bi ser bikeve."
'Kobanê li hember hemû dewletan li ber xwe dide'
Ranya Muhammed, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê heza xwe ji dewletên desthilatdar distîne û wiha pêde çû: "Gelê Kobanê ne tenê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî hemû dewletan li ber xwe dide. Em dikarin bibejin ku DAIŞ siya perdeyê ye. Her kes baş dizane ku DAIŞ bi destê dewletan hatiye afirandin. Ji ber naxwazin gelê kurd bi ser bikeve. Dema ku me lê dinêriya ku çekên dihatin bikaranin ên dewletên din bûn."
Muhammed, destnîşan kir ku gelê li Kobanê dijiyan di serî de li hember êrîşan gelek zehmetiyan kişan diye. Muhammet bilêv kir ku gelê Koban ditirsiya ku dê wek Şengalê li wan bê û wiha berdewam kir :" tirs ketibû gelê gel ji ber ku li ser wan qetlîameke hovane dihat kirin. Ji ber vê yekê jî hinek ji wan bi mafdarî reviyan û hinek ji wan jî digotin ku 'heya dilopek xwîna me hebe em ê dev ji Kobanê bernedin' û bi rastî jî heya mirinê bernedan. Şerê li Kobanê, şerê hebûn û tunebûnê ye."
'Rewşa me wekî fîlmên beyanî bû'
Ranya Muhammed, di dirêjiya axaftina xwe de li ser 11 rojên ku dibin çav de mane rawestiya. Muhammed, diyar kir ku leşkerên tirk pêkutiyên derûnî li ser wan dida meşandin û wiha got: "Di 6'ê cotmehê de ji me re gotin ku 'Çeteyên DAIŞ'ê ket hundir. Vir ji bo we ne ewlehiyê ji vir biçi'. Em jî li ser hişyariya wan derketin. Êvar bû, me xwest biçin bakur. Leşkerên Tirkiyeyê me di sînor de girt. Bi me re zêterî 200 kes hebûn. Leşkeran me xistîn paşiya kamyonekê û birin cihekî. Wê demê me fêm kir ku em dibin çav dene. Rewşa ku em tê debûn wek fîlmên beyanî ku rehîneyan direvinin bû."
'Pêkutiyên bêvînî didan meşandin'
Muhammed, di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku her tim pirsên bêwate dipirsin û wiha got:" Her seatê carek yek jî me dibirin cihekê din û ji me pirsên wek 'We leşên çeteyan, çekên wan dît, we bi YPG û YPJ'ê re xwarin xwariye û hwd. dipirsin. Çend çaran hevalên me yên xort dibirin û li wan didan. Ji ber vê yekê jî me biryar da ku em ê têkevin greva birçîbûnê û me qet xwarin nexwar. Tenê armanca wan ew bû ku me bê vîn bihêlin. Lê me li ber xwe da."
(vd-ho/wk)