1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rapora Tirkiyeyê ya zarokan reş e
Rapora Tirkiyeyê ya zarokan reş e,rapora,tirkiyeyê,ya,zarokan,reş,e

Rapora Tirkiyeyê ya zarokan reş e

A+ A-

09:54 04.10.2013

HAYRİ DEMİR

AMED (DÎHA) - Ji bo çareseriya pirsgirêkên zarokan her sal "Roja Zarokên Cîhanê" tê pîrozkirin. Her sal di duşema hefteya ewil a Cotmehê de bi minasebeta Roja Zarokên Cîhanê şahî û bernameyên cuda tên lidarxistin. Lê di roja zarokan de di nava zarokên cîhanê de yên ku herî zêde mafên wan tê binpêkirin zarokên kurd in.

Her sal roja duşema yekem ya meha Cotmehê Roja Zarokên Cîhanê ye. Bi armanca vê roja taybet tê diyarkirin ku pêdiviya hemû cîhanê bi perwerde û xwedîderketina zarokan heye. Di sala 1923`a de cara yekem xebatên ji bo vê mijarê dest pê kirine. Li bajarê Cenevreya Swîsrê delegasyonên çil welatî hatine cem hev û Parastina Zarokan ya Navnetewî saz kirine. Ev saziya navnetewî, piştî damezirandina Rêxistina Yekîtiya Netewan veguheriya UNICEF (Fona Alîkariya Zarokan ya Yekîtiya Netewan). Yekîtiya Netewan, di sala 1954`an de bi yekdengî duşema yekem ya meha Cotmehê wek Roja Zarokên Cîhanê pejirandiye. Roja Zarokên Cîhanê, rojek gerdûnî ye. Di vê rojê de televîzyon, radyo û rojname li ser vê babetê radiwestin û giringiya vê rojê şirove dikin. Ew li ser strandin û xwedîkirinê radiwestin. Bextewarîya mirovahiyê, bedewbûna cîhanê bi lêxwedîderketin û hêvişandina zarokan ve girêdayî ye. Jiyaneke bi aştî û parvekirina jiyaneke xweş û geş bi perwerdeyek bi rêkûpêk gengaz e. Ji bo aştî û aramiyê jî, divê zarok azad û bextewarbin. Divê ew bikaribin hestên xwe, deng û rengên xwe bê qedexe û bê çewisandinan di nav rengên jiyanê de bi cîh bikin. Di Roja Zarokan a Cîhanê de hemû welat hewl didin ku pirsgirêka zarokan ji holê rakin û çareser bikin, lê li Tirkiyeyê pirsgirêka zarokan di asta herî jor de dijî. Ji ber şerê li herêmê gelek koçberî çêbûn û herî zarok hatin koçkirin, girtin û kuştin. Di vê pêvajoyê de herî zêde zarokên kurd ketin bin bandorê û mafê zarokên kurd hat binpêkirin. Ji ber zagona TMK'ê bi hezaran zarokên kurd hatin girtin û hatin cezakirin.

Li gori raropa Nîsana 2013'an a Saziyên Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, nifûsa zarokan di meha Kanûna 2012'an de 15 mîlyon 247 hezar e. Ji vana 893 hezar zarok kar dikin. Li gorî rapora Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO), ya 12'ê Hezîrana 2013'an jî di cihanê de 10 mîlyon zarok di nava karê zor û talûke de dixebitin.

Di sala 2012'an de 661 binpêkirinên mafên zarokan

Li gorî dane û îstatîstîkan li Tirkiyeyê binpêkirina mafên zarokan di asta herî jor de ye. Li gorî lêkolîn û rapora Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ya bi navê "Rapora Îhlalên li dijî Mafê Jiyanê yê Zarokan" di sala 2012'an de 7 zarok bi mayîn û bombeyan jiyana xwe ji dest dan. 5 zarok bi kujerên nediyar jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2012'an de 439 zarok hatin binçavkirin û 79 hatin girtin. Di sala 2012'an de 49 zarok ji ber mafê wan ê jiyanê hatin binpêkirin jiyana xwe ji dest dan. Bi tevahî 661 zarok mafên wan hatin binpêkirin.

Nêzî 2000 zarok girtî nei

Li girtîgehên Tirkiyeyê zextên li ser girtiyên zarok hêj jî berdewam dikin. Tirkiye ku herî zêde bi Girtîgeha Pozanti ya Zarokan tê hişê mirovan di aliyê girtina zarokan de di rêza sereke de ye. Li gorî daneyên heta meha îlonê hezar û 797 zarok girtî ne. Ji van zarokan 394 zarok rastî ceza hatin. Hezar û 403 zarok jî girtî tên darizandin. Bi zagona TMK'ê ya 2006'an re heta niha 4 hezar zarokên kurd mexdûr bûne.

'Zarokên kurdan ji aliyê dewletê ve tên kuştin'

Li gorî daneyên YAKAY-DER'ê di sala 1992'an de 115 zarokên kurd di 21 salên dawî de 403 zarokên kurd aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.

Endamê Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mehmet Guzel, diyar kir ku Tirkiye peymana mafên zarokan îmze kiriye û li gel vê yekê binpêkirina mafan herî zêde ye. Guzel, anî ziman ku bi taybetî piştî salên 90'an mafê zarokên kurd hatiye binpêkirin.

Ji bo mafên zarokan Yekîtiya Netewan (UNO) di 20 Mijdara 1989`an de Peymana Mafê Zarokan qebûl kirîye. Ew peymana han heta niha, ji aliyê bi qasî 200 dewletên endam ve hatiye îmzekirin.

Dewleta Tirkiyeyê jî her ciqas ev peyman qebûl kiriye û di 27`ê Çileyê 1995`an de pesend kiriye jî, beşa "Kurdistanê" ji hinek xalan muaf girtiye û pejirandiye. Yanê xwe bi cudakeriyê û durûtîyê xwe ji berpisiyariya pirsgirêkên zarokên me jî dûr xistiye.

Peymana Mafê Zarokan ji 54 xalan pêk tê. Ji xalên peymanê, hinekên girîng ev in:

1- Divê her zaroyek hemû mafên xwe bistîne; reş dibe sipî dibe, çi nijad û netew dibe bila bibe, zarok zarok e.

2- Ji roja buyîna zarok de, mafê wî heye çi navî werbigire, an jî çi nijad û neteweyî.

3- Mafê zarokan heye ku ew di dibîstanan de bixwînin, û divê ku pêvajoya mejiyê wan bê li pêşxistin, ta ku ew karibin di pêşerojê de sûdekê li vî an wî welatî bikin û bibin kesên sûdweş.

4- Divê zarok berî hemû kesên din ji xeteriyan bên parastin û bên rizgarkirin…

(mae)