1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rapora turîzma seksê: Tirkiye serkêş e!
Rapora turîzma seksê: Tirkiye serkêş e!,rapora,turîzma,seksê,tirkiye,serkêş,e

Rapora turîzma seksê: Tirkiye serkêş e!

Li gor lêkolîna ICC´ê, kesên ji Tirkiyeyê diçine Rojhilatê Ewropayê bi giranî têkilî îstismara zayendî ya zarokan dibin

A+ A-

Li gor lêkolîna Bikaranîna Zarokan a Zarokan di Turîzmê de, li Tirkiyeyê zarok bi bikaranînên zayendî re rûberû dibin. Li gor encamên vê lêkolînê hemwelatiyên Tirkiyeyê vî karî li derveyê welêt jî didomînin.

Navenda Zarokan a Navneteweyî (ICC), Enstîtuya Tendrustiya Gel a Zanîngeha Hacetepeyê û Komeleya Pisporên Tendurustiya Gel bi hevkariya Komeleya Pisporên Tendurustiya Gel a Navneteweyî (ECPAT International) û ECPAT Holland ve lêkolînek kirin. Li gor encamên vê lêkolînê piraniya kesên ji Tirkiyeyê diçine welatên Ewropaya Rojhilat têkilî bikaranîna zayendî ya zarokan dibin.

Berpirsê Mafên Mirovan ê Navenda Zarokan a Navneteweyî derbarê mijarê de wiha dibêje: ” Li gor agahiyên ji hevkarên me yên li Ukraynayê hatine, hemwelatiyên Tirkiyeyê ku bi armanca gerê an jî bazirganiyê diçine Ukraynayê, bi zanebûn û bi dilê xwe, bi zarokên li biniya 18 salî re dikevine têkiliyên zayendî. Ji bo rêlibergirtina vê rewşê, divê dema ev kes vedigerine Tirkiyeyê rêya darizandina wan hebe di qanûnan de. Ya duyem jî, bazirganên ku derdikevine derveyê welêt, divê li balefirgehan bêne agahdarkirin ku kiryarên bi vî rengî tewanbarî ne û li Tirkiyeyê dikarin ji ber vê yekê ceza bigirin.”

Di raporê de tê destnîşankirin ku kesên dawiyên heftiyan ji Tirkiyeyê diçine Moldovayê, li malên taybet ên kirê, bi pereyan bi zarokan re dikevine têkiliyê û ji bo vê tûrên turîzmê têne organîzekirin. Heman tişt bi heman armancî li Ukraynayê jî têne kirin û ev kiryar her ku diçe zêdetir û berfirehtir dibe. Her wiha tê diyarkirin ku hemwelatiyên Tirkiyeyê di van tûran û pêkanîna vî karî de rolên sereke dilîzin û herî zêde ew pêk tînin.

Di raporê de tê gotin ku hemwelatiyên Tirkiyeyê li Belarûsê organîzatorên ”tûrên seksê” ne û bi giranî zarok û jin têne bikaranîn û li Bakurê Rûsyayê jî muşteriyên seksê ne ku ji aliyê ciwanan ve têne bazarkirin. Di van demên dawîn de welatên mîna Kamboçya û Uganda jî li ser van welatan zêde bûne.

Arkadaş dide zanîn ku wan li Rehayê jî lêkolînek kirine û destnîşan kirine ku zarokên ji Sûriyê jî bi bikaranînên zayendî re rûbirû dibin.

Hin nêrînên di raporê de derdikevine pêş wihan in: Jinek ji LGBTI “Pere û hêz. Min bixwe kar kir. Pir zêde zarok hebûn. Turîst bi milyonan dolar xerc dikin ji bo bekareta wan xerab bikin. Min bi xwe gelek caran dît ku bi îsrar dibêjin ji me re zarokan bînin.” Şofêrekî taksiyê wiha dibêje: ”Min bi çavên xwe dît. Bi pîkapan jin û keçên ji Sûriyê tînin, li taxan digerînin û diyar bû wan difiroşin. Temenê wan jî piçûk bû. Tirk jî di nav vî karî de ne. Ji erebên li Rehayê destekê digirin. Temenên wan ji 15yî dest pê dike û heya 50yî jî diçe. Polîs jî hene di nav vî karî de.

Çavkanî: Rojnameya Cumhuriyet Wergera ji tirkî: amîdakurd.net