1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rapora UNICEF: 4 hezar zarokên Sûriyê sêwî ne
Rapora UNICEF: 4 hezar zarokên Sûriyê sêwî ne,rapora,unicef,4,hezar,zarokên,sûriyê,sêwî,ne

Rapora UNICEF: 4 hezar zarokên Sûriyê sêwî ne

A+ A-

23.09.2013 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - UNICEF raportek aşkere kir û di raporê de diyar kir ku li Sûriyeyê 4 hezar zarokên zêwî ji Sûriyê koçber bûne.

Îtîlafa Opozisyona Sûriyê pêşniyara serokê Îranê Hesen Ruhanî ji bo navbeynkariya di navbera opozisyon û rêjîma Esed de red kir û ragihand ku Îran jixwe beşek ji arîşe û aloziya Sûriyê ye. Li aliyêdin Sindoqa Netewên Yekbûyî UNICEF di rapora xwe de aşkere kir ku zêdetirî 4 hezar zarokên sêwî yên Sûriyê ji welatê xwe reviyane û li welatên derdor di rewşeke xirap û metirsîdar de koç kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku zarok ji hemû mafê xwe bêpar hatine hiştin. Li gorî raporê herî kêm hezar û 698 zarokên Sûriyê li Libnanê neçarî karkirin bûne ku bi nirxekî zor erzan kar dikin û zêdetirî ji hezar û 170 zarok ku piraniya wan temenê wan kêmtirî 10 salan e û bê serpereştin li Urdunê akincî ne.

(mae)