Rapora UNICEF: Zarok bi lêdanê tên perwerdekirin
NEW YORK 05.09.2014 07:04:44 Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) der barê tundiya li dijî zarokan de rapor herî berfireh a heta roja îro amade kir. UNICEF'ê ragihand ku şîdet li gelek welatan weke parçeyekî ji perwerdeyê tê dîtin û hişyarî da ku ev yek wê bandoreke neyînî li nifşên nû bike.
Li gorî lêkolîna li 190 welatan, şeş ji deh zarokên di navbera 2 û 14 salî de rastî şîdetê tên. Di raproê de hat ragihandin ku şîdet ji aliyê dê û bav û mezinên din ve weke navgîneke cezakirinê tê dîtin û hat diyarkirin ku li hin welatan cezakirin bi lêdana li serî û organên din ên hesas tê kirin.
LI MISIR, YEMEN Û ÇADÊ JI SEDÎ 40 Ê ZAROKAN BI LÊDANÊ MEZIN DIBIN
Di raporê de tê gotin ku li welatên cuda yên cîhanê tundiya li hemberî zarokan di heman demê de weke parçeyek ji perwerdeya zarokan tê dîtin. Her ji deh dê û bavan 3 jê, şîdeta li hemberî bedena zarok ji bo 'perwerdeyê' weke şert dibînin. Ev mejî herî zêde li nava malbatên xizan an jî xwedî asteke nizm a perwerdeyê tê dîtin. Li welatên weke Misir, Yemen û Çadê, rêjeya lêdna zarokan a di perwerdekirinê de ji sedî 40 e.
DI NAVA SALEKÊ DE 95 HEZAR ZAROK Û CIWAN HATIN KUŞTIN
Şîdeta li dijî zarokan rê li ber mirina bi deh hezaran kesî vedike. Di sala 2012'an de 95 hezar zarok û ciwanên di bin 20 salî de bûn qurbanên şîdetê û ev bûyerên mirinê herî zêde li welatên bi pêş dikevin, dihat jiyîn. Di mijara mirina zarokan a ji ber şîdetê de Nîjerya û Brezîlya di rêzên destpêkê de cih digirtin.
BANDORA ŞÎDETÊ HETA DAWIYA TEMEN DEWAM DIKE
Li gorî rapora UNICEF'ê, şîdeta li dijî zarokan dibe sedem ku zarok heta dawiya emrê xwe bi bandora wê bijîn. Beşeke mezin a zarokên rastî şîdetê hatine di hînbûnê de zehmetiyan dikşînin, bi awayekî ji baweriya bi xwe bêpar, mezin dibin. Rîska ketina depresyonê ya van zarokan gelekî bilind e.
Kesên di zarokatiyê de rastî tundiyê hatine jî, dema mezin dibin heman şîdetê ya li zarokên xwe yan jî li hevsera xwe dikin. Dîrektorê UNICEF'ê Anthony Lake der barê raporê de agahî da û xwest li hemberî qebûlkirina şîdeta li hemberî zarokan têkoşîn bê dayîn. Lake ragihand ku ev şîdet rê li ber pirsgirêkên heta dawiya emir dewam bike, vedike.
BILA QANÛN LI GORÎ PARASTINA ZAROKAN BÊN REFORMKIRIN
Di rapora UNICEF'ê de pêşniyar tê kirin ku ji bo dê û bavên asta wan a perwerdeyê kêm be xebat bên meşandin û ji bo zarokan jî girîng bi "zanekirinê" bê dayîn. Di raporê de bang li meclîsên hemû welatan hat kirin ku qanûnên ji bo parastina zarokan, reforme bikin.