Raporên otopsiyê yên hovîtiyê derketin
ŞIRNEX (DÎHA) – Raporên otopsiyê yên 12 cenazeyên aîdî kesên li avahiya yekemîn a li Cizîrê hatin înfazkirin, diyar bûn. Di raporan de tê daxuyandin ku 8 cenaze bi awayekî zêde hatine şewitandin û di 4 cenazeyan de jî şopên guleyan hatine tespîtkirin. Her wiha di raporan de hat diyarkirin ku cenaze hatine perçekirin, serî, pê, ling û gelek endamên bedenê yên din tune ne.
Raporên otopsiyê yên aîdî 12 cenazeyên kesên li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin qetilkirin, aşkera bûn. Di raporan de tê destnîşan kirin ku cenaze bi tevahî şewitîne û li ser cenazeyan şopên guleyan jî hene. Her wiha di raporên otopsiyê de derbarê teqezbûyîna mirinê de tu agahî cih nagirin, tenê rewşa cenazeyan hatiye ravekirin.
'Serê hin cenazeyan hatine jêkirin'
Li gorî raporan ji 12 cenazeyan 8 jê bi tevahî hatine perçekirin û ji pî, dest, mil û serê hinan hatiye jêkirin û hemû cenaze di asta şewatê de hatine tahrîpkirin û herişandin.
Hovîtî û wehşeta li ser cenazeyan di raporan de wiha hatiye aşkerekirin:
Cenazeyê 1’emîn:
*Li ser cenaze rastî ketin û têketina guleyan hatiye tespîtkirin û cenaze bi tevahî şewitiye.
Cenazeyê 2’yemîn:
*Dendika guleya çekan li piyê rast û çepê ketiye û ji ber vê yekê birîndar bûye. Her wiha di cenaze de gelek gule jî hatine dîtin.
Cenazeyê 3’emîn:
*Laş bi giştî şewitiye. Di rû, pî, mil û çîp de şewat hatiye tespîtkirin. Çîpê rastê ne bi cenaze ve ye. Ji cenaze hesineke bi qasî mîlîmetreyekê hatiye derxistin.
Cenazeyê 4’emîn:
*Cenaze bi qasî ku veguhere komirê şewitiye. Bi navê hestî û çerm hema bê tiştek nemaye. Kezeb û gurçik bi tevayî şewitîne û cenaze aîdî mêrekî ye.
Cenazeyê 5’emîn:
*Ser û gelek endamê cenaze tune ne. Cenaze di asta qirakê de hatiye şewitandin û 3 guleyê çekan yên ku neteqiyane û hesin hatin hatine dîtin.
Cenazeyê 6’emîn:
*Ji ber ku serê cenaze tune ye, nasname nehatiye tespîtkirin.
Cenazeyê 7’emîn:
*Ji laş tenê 77 santîm maye û ji ber vê zayend û nasnameya cenaze nehtaiye tespîtkirin.
Cenazeyê 8’emîn:
*Ji navê ber jor ve laşê cenaze tune ye û aîdê jinekê ye.
Her wiha di raporên 4 cenazeyan de hat diyarkirin ku her 4 kes bi guleyan jiyana xwe ji dest dane.
(ozp/eb/red)