1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Rastiya şerê Kobaniyê bû belgefîlm
Rastiya şerê Kobaniyê bû belgefîlm,rastiya,şerê,kobaniyê,bû,belgefîlm

Rastiya şerê Kobaniyê bû belgefîlm

A+ A-

AMED (DÎHA) - Derhênerê belgefilman Weysî Altay di pêvajoya berxwedana Kobanê de çû Kobanê û parçeyek ji berxwedana YPJ'ê kir belgefilm. Altay diyar kir ku pêşengiya jinan di berxwedana Kobanê de gihişt asta herî bilind û got: "Şoreşa jinê, mirovan dixe rêça afirandinê."

Derhênerê belgefilmên "Berxwedana Dayîka Berfo, Faîlî dewlet, Jiyanê kêm mayî û pirtûka Em Ên winda" Weysî Altay, vê carê jî li ser berxwedana Kobanê belgefilma "Nû jin jîn" çêkir. Altay di dema ku Koban ji sedê 85 di destê çeteyên DAİŞ'ê de, di nava şerê germ de derbasî Kobanê bû. Altay jî wek kesekî kurd xwest derbasî Kobanê bibe û berxwedana ciwanên kurd bi wêneyan qeyd bike. Altay jî xwest di berxweda Kobanê de tişteka bikeve ser milê wî bike. Lê ji ber giraniya şer Altay li Kobanê karê rojnamevaniyê kir û hewil da ku hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana YPG/YPJ'ê bi rêya TV yan nîşanî cîhanê bide.

Çeteyên DAIŞ'ê 100 metre dûrî wan bûn

Altay, 3 mehan berxwedana Kobanê şopand û di nav şervanên YPJ'ê de Elîfa Kobanî ya 18 salî nas kir. Li gel ku Kobanê ji sedî 85 di destê DAIŞ'ê de bû jî, Elîf bi cesaret, berxwedan û baweriya xwe bala Altay kişand. Altay di nava şerê giran de, rojek ji jiyana Elîfê ya di nava berxwedana Kobanê de qeyd kir û xwest nîşanî hemû cîhanê bike. Altay diyar kir ku dema wan dînemê Elîfê dikişand çeteyên DAIŞ'ê 100 metre dûrî wan bûn. Altay, destnîşan kir ku di berxwedana kurdan a 40 salan berdewam kir de hertim jinan pêşengî kir û wiha got: "Pêşengiya jinan di berxwedana Kobanê de gihişt asta herî bilind. Jin pêşengên berxwedana Kobanê ne." Altay anî ziman ku şoreşa jinê, mirov neçarî afirandinê dike."

'Piştî kişandinê çend kêlî şûnde şehîd bûn'

Altay, da zanîn ku wî û hevalekî xwe dîmen dikişandin lê, dema şer pir dijwar dibû kesek ji çapemeniya herêmî bi wan re diçû eniya şer û wiha berdewam kir: "Dema em diçûn eniya şer moralê hevalan hêz dida me. Ji ber wê jî tiştek ji me re bi zehmet nedihat. Tişta herî zehmet ew bû ku hevalên me pêre dîmen dikişandin piştî çend kêliyan şehîd diketin."

'Me hemû dînem di nava şer de kişandin'

Altay, destnîşan kir ku hemû kişandinên wan resen û orjînal in û qet bi montajê mudaxaleyî deng û dîmenan nekirine. Altay, wiha bilêv kir: "Me dîmen hemû di nava şer de kişandin. Tişta me dayî nîşan jî parçeyek kêm ji berxwedana Kobanê bû. Piştî ku me belgefilm xilas kir, du hevalan jiyana xwe ji dest da. Ez nikarim li ser wan hestên xwe bînim ziman. Heman demê de Şervana YPJ'ê ya dengbêj Viyan Peyman a di 6'ê nîsana 2015'an de li Kobanê jiyana xwe ji destdayî, di aliyê muzika belgefilmê de alîkarî da min." Altay li ser kesayeta Peyman wiha axivî: "Peyman di aliyê huner û cesareta xwe ya di berxwedana Kobanê de mînakek mezin bû."

Altay, daxuyand ku wan cara yekem li Stembolê belgefilma "Nu Jin Jîn" nîşan dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê belgefilm hêj baş temam nebûye. Dê hinek dîmenan li filmê zêde bikin. Piştî belgefilm temam bibe em dê li her gund û bajaran bidin nîşandan. Em dê ji berxwedana YPJ'ê parçeyek biçûk nîşanî gel bidin."

(byt/mae)