1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rehineyên tirk li ser peymana bi DAIŞ’ê re hatine berdan
Rehineyên tirk li ser peymana bi DAIŞ’ê re hatine berdan,rehineyên,tirk,li,ser,peymana,bi,daiş,ê,re,hatine,berdan

Rehineyên tirk li ser peymana bi DAIŞ’ê re hatine berdan

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN– ANHA Hate diyarkirin ku 49 kesên di konsolosiya Tirkiyê ya Musulê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn girtin û duh (20 îlon) radestî Tirkiyê hatibûn kirin, di encama peymana di navbera Tirkiyê û DAIŞ’ê de hatine berdan. Li gorî peymanê 49 kes bi şertê ku Tirkiye tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê nebe, hatine berdan.

Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê hezîrana 2014’an de êrîşî bajarê Musil ê Başûrê Kurdistanê kiribûn û di vê êrîşê de 49 kesên di konsolosiya dewleta Tirk de rehîn girtibûn. 49 kes bi êrîşa çeteyan a li ser Kobanê re di 20’ê îlonê de ji aliyê çeteyan ve li Deriyê Sînor ê Til Ebyadê (Akçakale) radestî rayedarên Tirkiyê hatin kirin.

Balkêş e ku ev serbestberdan piştî nûçeyên ku tê gotin Tirkiyê hem sînorên xwe ji çeteyan re vekirine, hem jî alîkariya çekan daye pêk hat. Ev jî di qada siyasî de wekî “Tirkiyê piştgiriya çeteyan kir, lewma rehiyên wan jî hatin berdan” hate nirxandin.

Rayedarên Tirkiriyê îdîa kirin ku 49 kes di encama operasyoneke îstîxbaratî de hatine rizgarkirin. Lê hem geşedanên tên jiyandin û hem jî nûçeyên ku di hinek malperan de hatin weşandin ev yek derewand.

Li gorî nûçeya ku di malperek nêzî DAIŞ’ê ya bi nav ê Takva Haber de hate weşandin, 49 kes bi fermana serokê çeteyên DAIŞ’ê Ebubekîr El Bexdadî hatin berdan.

Di nûçeyê de tê gotin ku 49 kes bi şertê ku Tirkiye li hemberî DAIŞ’ê cihê xwe di nava koalisyonan de cih negire ev rehîne hatine berdan.

Di koalisyona ku bi pêşengtiya Emerîka hatibû avakirin de 38 dewletan cih girtibûn û ji van 12 dewletên Ereb bûn. Lê dewleta Tirkiyê cihê xwe di nava vê koalsiyonê negirt û hevpeymana li dijî DAIŞ’ê red kiribû.

(ra)