"Rejîma Îranê ciwanên Kurd dikşîne nava şer"
BÊRÎTAN ZAGROS - ANF/ASOS 27.06.2014 07:05:00 Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften bal kişand ser lîstikên rejîma Îranê yên ji bo ciwanên Kurd bikişîne nava şer û got, "Li dijî destketiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ciwanên Kurd kişandin şer û vê carê jî hewl dide li Iraqê li dijî DAIŞ’ê ciwanên Rojhilat bikşîne eniya şer. Rojek li eniya Selefiyan dide şer kirin, rojek jî di eniya Şîa de. Armanc di vir de tenê qetilkirina ciwanên Kurd û ji tekoşîna azadiya Kurdistanê dûr xistine.”
Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften destnîşan kir ku tirsa herî mezin rejîma Îranê rêxistinbûyîna gelê Kurd e û diyar kir ku ji bo pêşî li vê bigire û vîna gelê Kurd bişkîne berê xwe daye ciwanên Kurd. Heften da xuyakirin ku rejîma Îranê li aliyekî ciwanên Kurd ên Şîa tevli nava refên artêşa Îranê dike ku li Iraqê li dijî DAIŞ'ê bide şerkirin, li aliyê din jî li herêmên Kurdên Sûnnî lê dijîn çavên xwe li xebatên selefiyan digire. Heften, ev siyaseta du serî ya rejîma Îslamî ya Îranê ji ANF’ê re nirxand.
Heften got, “Komara Îslamî ya Îranê di dîtin de xwe wer dide nîşan ku li dijî rêxistinên weke Selefiyane. Lê, wexta mijar dibe Kurd ev dijberiya xwe dide aliyekî û çavê xwe ji xebatên Selefiyan ên li Rojhilatê Kurdistanê birêve diçin re digire.”
Heften vê siyasetê weke konsepteke li dijî Tevgera Azadîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê nirxand û ev xal destnîşan kir; “Tevlikirina ciwanên Kurd li nava artêşa Îranê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê û çavê xwe ji xebatên Selefiyan yên bi heman mebestê girtin jî konsepteke li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye. Ya rastîn li her devereke Kurdistanê dewletên dagirker ciwanên Kurd dikşînin nava şereke qirêj û bi taybet li hember gelê wan dide şer kirin.”
Heften got, "ne tenê çavê xwe ji xebatên wan re digire, zemîn û derfetê kar jî ji wan re saz dikin. Heta li gelek deverên Kurdên Sunî lê dijîn, ew çend rihet tevdigerin ku mûdexeleya jiyana gel jî dikin."
"ÎRAN HESTÊN OLÎ YÊN CIWANÊN KURD ÎSTÎSMAR DIKE"
Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften da xuyakirin ku rejîma Îslamî ya Îranê mêjiyê ciwanan dişo û hestên wan ên olî yên paqij ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bikar tîne û teşwîqê nava bizavên weke selefî û refên Şîaparêz dike.
Di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser şoreşa Rojava û ev tespît kir: “Îran û dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê, li dijî destketiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ciwanên Kurd kişandin şer û dan şerkirin. Îran vê carê jî hewl dide li Iraqê li dijî DAIŞ’ê ciwanên Rojhilat bikşîne eniya şer û bide kuştin. Rojek di eniya Selefiyan de dide şer kirin, rojek jî di eniya Şîa de dide şer kirin. Armanc di vir de tenê qetilkirina ciwanên Kurd û ji tekoşîna azadiya Kurdistanê dûr xistine.”
Heften balkişand ser ciwanên Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna wan wiha vegot; “Ciwanên Rojava di eniya parastina gelê xwe de şehîd dikevin lê, li hemberê wan ciwanên ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine kom kirin, li hember gelê Rojava didin şerkirin û ya herî biêş jî ciwanên di nava çeteyan de cih digirin ne di ferqa vê yekê dene. Divê ciwanên Kurd bizanibin ku Kurd, di kîjan eniyê de bên kuştin jî dîsa dikeve bin xizmeta desthilatdarên herêmî û cîhanî yên weke Sûrî, Îran, Tirkiye, Amerîka û Ewropa, nakeve bin xizmeta wî, gelê wî de û heta malbata wî de jî."
"ÎRANÊ LI ROJAVA ALÎKARIYÊ DIDE ÇETEYÊN WEKE DAIŞ'Ê"
Heften her wisa anî ziman ku Îran li Rojava alîkariyê da DAIŞ’ê, da ku li gorî berjewendiyên Îranê bixebite û got, "Di destpêkê de Îranê alîkarî da rejîma Sûriyê da ku ne hilweşe û temenê xwe dirêj bike. Lê, wexta DAIŞ û çeteyên weke wan berê xwe dan destketiyên Rojavayê Kurdistanê, Îran xwest ji vêya sûd werbigire. Bi awayeke rasterast an jî ne rasterast alîkariyê da van hêzên çete yên hêzên cîhanî li pişt wan in.
"ÎRAN DIXWAZE BAWERÎ Û MEZHEBÊN LI ÎRANÊ JI BO XWE BIKAR BÎNE"
Bi bahaneya li dijî metirsiya DAIŞ’ê gel û ciwanên Kurd vedixwîne nava refên dijber DAIŞ’ê de. Mînak dibêje; ew Sûnnî ne ji lewma fanatîk in, xeter in, her wiha îda dike ku dibe, êrîşê Yarsanan bikin, êrîşê giştî Şîan bikin, bi vî awayî provake dike, da ku bawerî û mezhebên li Îranê bihev bixe û li gorî berjewendiyên xwe şikil bidiyê. Heman siyaseta li hember gelê Şîa li hember gelê Yarsan jî birêve dibe û wan jî di aliyê bawerî de sor dike û şerê psîkolojîk li ser dide meşandin”.
"ÎRAN NE NÛNERÊ TEVAHIYA CÎHANA ŞÎA YE"
Heften nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir: “Eger Îran bixwaze xwe weke berpirsyar û nûnerê tevahî Şîayan bide nîşandan jî ti pêwendiyeke xwe bi rastiyê re nîne. Ya rastîn ev şer ne şerê Şîa û Sûnî ye jî. Ev şer şerê di navbera desthilatdarên Şîa û Sûnî de ye. Dibe ku wer didin nîşan nakokî û hev ne qebûlkirin di navbera gelê Şîa û Sûnî de heye, ev xapandineke û veşartina rastiyê ye. Li gelek herêman Şîa, Sunî, Yarsan, Ermenî û hwd bi hevre bijîn û ti pirsgirêkeke wan a bi hev re jiyînê tine ye. Divê herkes bizanibe DAIŞ nûner û berpirsyarê tevahî Sûniyan nîne, Îran jî nûner û berpirsyarê tevahî Şîa’yan nîne. Li pişt vî şerê tê binavkirin şerê mezhebiye de hêzên cîhanî, Tirkiye, Îran, Îsraîl, Erebîstana Siûdî hene. Ji bo van hêzan nav girîng nîne. Şerê parvekirina desthilatiyê îro di bin navê mezheban de birêve dibin ku li herêmê piştgiriyeke mezin bigirin. Ji ber tê zanîn gelên herêmê di aliyê baweriyên xwe de zehf hesas in û dilnazik in. Rejîm ji bo şerê xwe yê desthilatiyê bi ser bixe neçar dimîne ku qilifek an jî kirasek ji vêya re peyda bike”.
"MIXABIN GELEK CIWANÊN KURD BI NIYETEKE PAQIJ TEVLI VAN ŞERAN DIBIN"
Heften bang li ciwanên Kurd kir ku neyên lîstİkên siyaseta hêzên emperyalîst û got, “Divê em bizanibin û ji hev der bixin ku her gaveke tê avêtin, her tişteke têkirin dikeve bin xizmeta kî de? Heta aşkera bûye ku ev şerên mezhebî tenê nîfaqê, nexweşiyê dixe navbera gelan de. Gelek kes ji ber bawermend in wisa bawer dikin ku eger biçin tevli vî şerî bibin wê xeteriyê li ser mezhebê xwe ber alî bikin û ji bo gelê xwe xizmeteke baş bikin. Di nava DAIŞ’ê de dibe ku gelek kesên dilpaqij, ne dizanebûna vêya de, tenê bi armanca parastina mezhebê xwe hebin û di kûrahiya vê rewşê de nebin. Lê yên berpirsyarên wan, kadroyên wan ên girêdayî hêzên cîhanî berpirsyarên esasî yên vê hovîtiyê ne. Mirov têne sorkirin, têne xapandin û bi mêjiyê ciwanan dilîzin, ew lêgera wan a dînamîk, ew valatiya jêdera xwe ji temenê ciwaniyê digire bikar tîne û dikşînin nava refên xwe de û ji bo berjewendiyên xwe didin kuştin. Eger îro nîfaq ketiye navbera van baweriyan de jî berpirsyarê vêya ev hêzên desthilatdar in. Divê ciwanên Kurd bizanibin ku em bi ti awayî şerên bi navê dîn têne kirin, bi navê mezheb têne kirin qebûl nakin û vêya tenê weke îstîsmarkirina dîn û baweriyan dibînin. Emê weke Kurd di vî şerî de nebin alî. Xeta ku em pê bawerin û diparêzin jî xeta berjewendiyên gel diparêze ye”.
"RÊXISTINBÛYÎN Û VÎNBÛYÎNA KURDAN TIRSA HERÎ MEZIN A DILÊ REJÎMA ÎRANÊ YE"
Heften di vê derbarê de jî nirxandinên girîng kir û got, “Yek ji tirsa herî mezin a rejîma Îslamî ya Îranê, xwe rêxistinkirin û bi vînbûyîna Kurdane. Herî zêde jî ji tevgera azadiya Kurdistanê ditirse. Ji lewma parçebûna Kurdan bi taybet di warê mezhebî de yek ji siyaseta rejîmê ye. Her timî dixwaze nasnameya neteweyî ya Kurd bê wate bike, nasnameya mezhebî bide pêş da ku weke Kurd bi nasnameyeke yekpare dernekeve pêş. Eger carna dewleta Îran’ê li gel Kurdê Şîa ye, carna li gel Kurdê Sûnî ye, carna jî ronahiya kesk ji gelê Yarsan re pêdixe, jêdera xwe ji niyeta baş nagire. Ji vêya re dibêjin kenê piling. Wexta piling didanê xwe nîşan dide nayê wê maneyê ku dikene an jî hez dike, di vir de armanc kuştin û parçe kirina însêne. Tevlîheviyeke muhtemel a navbera mezhebên Kurdan de tam li gorî berjwendiyên rejîma îslamiya Îranê ye. Yanî weke her hêzeke desthilatdar Îran jî dixwaze ji ava şêlû masiyan bigire.
"CIWANÊN KURD BI XEFKÊN DEWLETÊN DAGIRKER HATIN DORPÊÇKIRIN"
Îro ciwanên Kurd bi xefkan hatine dorpêçkirin. Sîstema dagirker ciwanên Kurd wer dike ku bi rêya fihûş, madeyên hişbir, vexwarina ereqê (alkol) û kirina karên xirab ên derveyî exlaqî, ciwanan ji rê derdixe û nexweş dixe. Malbatên Kurd ji ber ji vêya ditirsin û naxwazin zarokên wan bikevin nava karên derveyî exlaqî, ji lewma dilxweş dibin ku zarokên wan tevlî kar û xebatên dînî bibin. Her wiha wexta zarokên wan berbi cihên dînî ve diçin jê dil rihetin. Divê zanibin ku her ciheke weke mizgeft, malên dînî, terîqet û mezhebî xuya dikin, ji bo berjewendiyên gel nîne û ev cihên pîroz û giranbûha bi awayeke pir qirêj ji bo berjewendiyên desthilatiyê têne bikaranîn. Yanî ev cihên pîroz ji bo gihiştina biarmanca xwe bikartînin. Her tevgereke dînî xuya dike, dibe ku pêwendiya xwe bi dîn re nebe."
Ji lewma Heften balkişand ser wezîfeyên malbatên Kurd û wiha got; “Başe ku malbat zarokên xwe ji fihûş, madeyên hişbir, sîxûriya sîstemê hwd. biparêze, ev jî wezîfeyeke girîng e. Lê, di kêleka vêya de divê bizanibin ku zarokên wan ên ber bi komên qaşo dînî ve diçin, dibe ku nekevin bin xizmeta mirovahî û civakê de. Ji xwe gelek ji wana dikevin xefkan û dibin navê dîn û mezhep de wana ji mirovahiyê derdixin, hov û bêrehm dikin. Eger îro Îran di aliyekî de ciwanên Kurd tevlî Selefiyan dike, tevlî artêşa xwe ya qaşo li dijî DAIŞ’ê û hwd dike, tenê ji bo Kurdan bi hev qir bike ye. Divê malbat dîqet bikin lawê wan diçin ku derê û nehêlin li gel kes û cemaetên tarî an jî baş nayên zanîn têkilî deynin. Bav û dayîkên me divê çawa dixwazin zarokên xwe ji karên ne di rê de, yên ne exlaqî biparêzin, bi heman hişyarî û hestê divê zarokên xwe ji van komên tarî yên dibin navê dîn de hovîtiyê dikin jî biparêzin, ev hem wezîfeya me tevane lê, herî zêde jî wezîfeya dê û bavên Kurd e. Bila nebêjin ev kes mele ye, muftiye, şêxe ji lewma sedî sed paqij in. Gelek kesên dijmin xwe dibin van navan de vedişêrin û van sifetan ji xwe re weke amûrekî bikar tînin. Gelek kesên qaşo bawermendin îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin û îslamiyetê îstîsmar dikin. Pêkanînên El-Qaîde û rêxistinên terorîst yên ser bi El-Qaîdeyê li ber çavaye."
"KODAR AMADE YE XEWN Û XEYALÊN CIWANÊN KURD VEGUHERÎNE RASTIYÊ"
Li hember van pirsgirêkên mezhebî, neteweyî weke rêya çareseriyê Heften, pergala KODAR’ê nîşan da. Heften, îşaret bi girîngiya pergala KODAR’ê kir û axaftina xwe wiha domand “Wexta herêm di şereke germ re derbas dibe, em weke tevgera Azadiya Kurd KODAR, li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo xwe weke xet an jî rêya sêyemîn bi nav dikin. Em ne alîgirê xeta modernîteya kapîtalîst in ne jî alîgirê hêzên herêmî yên statûkoparêz û dewlet-netewene. Em têkoşîna bûyîna neteweya demokratîk didin û diparêzin. Her wiha alîgirê yekîtiya demokratîk a îradeya gelan diparêze û xizmetê ji gelan re dikenene. Eger ciwaneke Kurd birastî jî li dijî her cûre êrîşan dixwaze civaka xwe biparêze, baweriya xwe biparêze, berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze ev jî di beşdarbûna nava refên gerîla re derbas dibe. Ne tenê beşdarbûna gerîla, her kesek ku dixwaze berpirsiyarî bigire ser şanê xwe û bixwaze di vê dema dîrokî de tiştek ji bo xwe û gelê xwe bike, bi taybet jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikarin di nava tekoşîna siyasî, civakî, rêxistinî, çandî û parastina rewa ya KODAR’ê de cih bigirin û deriyê me ji her azadîxwazeke Kurd û neyê Kurd re jî vekiriye.
Em weke pergala demokratîk a KODAR’ê alîgirin ku her mezhebek, her baweriyek, her netewe, ziman, zarava û çandeke cihêwaz, her wisa jin, ciwan, mêr, zarok, kal bi nasnameya xwe bijîn. Ji bo parastina nasnameya xwe, bi wate û azad jiyankirinê pergala KODAR’ê her cûre derfetên azadiyê pêşkêş dike. KODAR dibe ku nû ava bû be lê, xwedî ezmûneke pir mezin a tekoşîna azadiyê ye. Ji ber herêm îro rû be rûyê şereke germe û yê bêparastinbe, bêrêxistin be nikare di van şertan de jiyan bike, ji bo parastineke pir alî her sazî an jî ferdeke Kurd dikarin dibin sîwana KODAR’ê de hem xwe weke fîzîkî, hem jî weke nasnameyî biparêzin. Şansê mezin ewe ku îro Kurd bê hilbijêrk nînin ku biçin an di eniya Şîa de cih bigirin an jî di eniya Sûniyên fanatîk de. Bixwe xwedî rêxistine. Eger bixwazin şer jî bikin divê di nava refên neteweya demokratîk a Kurd de cîh bigirin. Em xwedî wê derfetê ne ku dikarin her cûre derfetên tekoşînê bidin herkesê”.
"XETA SÊYEMÎN NE XEYALÎ YE"
Heften îşaret bi xeta sêyemîn jî kir û got ku xeta sêyemîn ne utopyaye, xeyaleke îro pêk hatiye ye. Weke mînaka vê ya herî balkêş jî îşaret bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir: “Eger gelek an jî baweriyek rêxistinkirî be kes nikare wê tine bike, bikuje û ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Ev xeyalî nîne. Mînaka Rojavayê Kurdistanê li ber çavaye. Me weke gelê Kurd heya beriya niha demekê jî, zêde tiştek li ber çav û pêkhatî ne dîtibû. Lê, bi şoreşa Rojava re ev îspat bû ku eger gelek rêxistinkirîbe, cihê xwe terk neke, li berxwe bide, xwe û xaka xwe biparêze kes nikare wê yan jî wî qetil bike, tune bihesibîne û biperçiqîne.
Şoreşa Rojava fêkiya têkoşîn û keda Rêber Apo’ye. Destketiyên rojava berhemê fikrê Rêber APO û têkoşîna qehremane ya gelê Kurd e. Ji bo her Kurdeke azadîxwaz bû hêvî û bawerî. Yanî yên bawer nedikirin û bêhevîbûn, her wiha digotin ev tiştên ku tên gotin tev utopyane lê, îro ew jî lixwe mikûr tên ku her tişt bi bawerî, ked û tekoşînê dibe. Rojava, ne tenê ji bo me ji bo tevahî gelê Kurd bû hêviya azadiyê û pêkhatina jiyaneke demokratîk. Ne azadî ne jî jiyaneke demokratîk û wekhev dûre.
Tevî hemû hêzên cîhanî, herêmî heta hindek aliyên Kurd jî li dijî destketiyên gelê Kurd ketine nava êrîşê, xwestin reş bikin û hewldan ew pêla azadiyê bi xendekên xiyanetê bişkînin jî, dîsa nekarîn vê pêlê bidin sekinandin. Mirov ji vêya dikare vê tiştê derxe; eger kêliyek an jî careke tenê jî gelek, tama azadiyê û jiyaneke bi rûmet bike, êdî ne mûmkîne ku ti hêz, ti xiyanet wê ya têk bibe. El-Qaîde li ku derê şer kiriye kes, nekariye li hember êrîşên wan li ber xwe bide. Lê, El-Qaîde li Rojava li gel ku piştgiriyeke mezin a hêzên cîhanî, herêmî heta ya hindek Kurdên xayîn girt jî dîsa serneket û hemû dinê jî ser wan de çû, dîsa jî, bosteke axa xwe jî ji wan re nehişt û niha jî nahêle. Ma Ji vê mînakê balkêştir, heqîqîtir û watedardir mînakeke din heye!"
Share on stumbleuponShare on facebookShare on twitterMore Sharing Services0 Mazlûm Heften: Rejîma Îranê ciwanên Kurd dikşîne nava şer