Rejîma Îranê Êrîşî çalakiya Serdeştê kir
A+
A-
NAVEND NÛÇEYAN/ROJNEWS
Xelkê bajarê Serdeştê jî ji bo piştgiriya bi serhildana Mihabadê re çalakiyek lidarxistin. Lê hêzên rejîmê êrîşî çalavanan kir.
Li gel serhildana bajarê Mihabadê û bajarên din ê rojhilatê Kurdistanê duh li bajarê Serdeşt ê rojhilatê Kurdistanê çalakiyek destekdayîn hat lidarxistin.
Bi dehan hemwelatî ji qada Selahedîn dest bi meşê kirin. Hemwelatiyan nerazîbûna xwe ya li hember rejîma Îranê nîşan dan. Di xwepêşandanê de pankartên ‘Em hemû Ferînazin, Mihabad bi tenê nîne’ hatin rakirin.
Lê belê rejîm Îranê dîsa xwe ji çalakiya hemwelatiyên Serdeştê ranegirt û êrîş kir. Di êrîşê de nêzî 15 hemwelatî hatin girtin.
(ge)
Bêjeyên Miftehî rejîma,îranê,êrîşî,çalakiya,serdeştê,kir