1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rejîmê gundekî Tirbespiyê bombebaran kir: 16 mirî
Rejîmê gundekî Tirbespiyê bombebaran kir: 16 mirî,rejîmê,gundekî,tirbespiyê,bombebaran,kir,16,mirî

Rejîmê gundekî Tirbespiyê bombebaran kir: 16 mirî

A+ A-

TIRBESIPIYÊ ANF Balafirên şer ên rêjîma Sûriyeyê gundê Hedad ê ku 30 kîlometre dûrî Tirbesipiyê û dikeve başûrê bajêr bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombebaranê de 4 ji wan zarok 16 kesan jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn. Ji kesên ku jiyana xwe jidest dane 5 ji heman malbatê ne. Hate gotin ku li nêzî gund navenda gerimkirina neftê heye û komên çekdar ketibûnê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer ên rêjîma Bass gundê Hedad ku dikeve herêma Sinceq a Tirbesipiyê û 30 kîlometre dûrî bajêr e bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de 16 gundiyên ku 4 ji wan zarok in jiyana xwe jidest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 ji heman malbatê ne. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Wetanî û Nafiz ên li Qamişlo.

Ji welatiyên ku hatine qetilkirin navên yên ku hatine hînbûn wiha ne: Ji heman malbatê Gulbahar Seed Ebas (3), Ehmet Seet Ebbas (4), Dilma Seed Ebas (4), Şadiya Ehmed Ebbas (23), Dîlber Ehmed Ebas (20), Berces Meran El-Wedîe (60)

Hate ragihandin ku 10 cenaze li mizgefta gund tên girtin, 5 cenaze rakirine Nexweşxaneya Wetanî û yek jî rakirine Nexweşxaneya Nafiz.

Ji welatiyên birîndar bûne jî navên ên ku hatine hînbûn wiha ne: Intîsal Cewad Ebas (30), Mehmud Ebdulkadir Salih (24), Malik Ehmed Merwan (35)

Hate gotin ku rewşa hinek birîndaran di xetereyê de ye.

Şahidên bûyerê ku hovîtiya pêk hat ê vegotin, diyar kirin ku laşên jin û zarokan li derdorê belav bûne. Şahidan anî ziman ku li kêleka gund navenda germkirina neftê ya bi navê Tesxîn heye û komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad bicîh bûne. Şahidan anî ziman ku hêzên rejîmê li gel vê navendê gundê wan jî bombebaran kiriye.

Hate zanîn ku gundê Hedadê ji 50 malan pêk tê û ji vana jî 40 kurd in, 10 jî ereb in.

Wêne: ANHA