Rengên Nisêbînê di avrêlê de di herikin
MÊRDÎN (DÎHA) - Ji ber demsala biharê Şaredariya Nisêbînê meha nîşanê wekî meha çandê îlan kir û di navbera 16-17'ê nîsanê de bi slogana "Rengên Nisêbînê di Nîsanê de diherîkin" şahiya biharê li dar dixe.
Şaredarya Nisêbînê ya BDP'î bi slonga "Rengên Nisêbînê di meha Nîsanê de diherikin" di 16 û 17'ê nîsanê de şahiya çandê ya ji govend, film, şano, erbane, muzîk û gelek bernameyên din pêk tê dê li dar bixe. Afîşên bi kurdî, erebî, suryanî û tirkî hatin amadekirin li çar aliyên bajar hatin daliqandin û gel dewetî bernameyan hate kirin.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku ji bo bernameya 2 rojan xebatên wan ev demeke dirêj e dikin. Gokkan, da zanîn ku ew dê Navenda Çandê ya Mîtanniyê bikin navenda çand û hûnerê ya pirzimanî, pirçandî û pirhûnerî û wiha got: "Em naxwazin raçandina Nisêbînê ya dewlemend bimire. Ji bo ev yekê bê jiyîn ya ji destê me bê em dikin. Şahiya li Nisêbînê pêktê rastî meha pîroz a gelen hat. Di meha nîsanê de Êzidî Çarşema Sor, Suryanî cejna Paskalyayê û yek jî di meha nîsanê de rojbûna Hz. Muhammed e ev yek ji bo mislimanan mehekî pîroz e"
Bernameya şahiyê wisa ye:
SIBÊ
Meş: Meş dê li ber Şaredariya Nisêbînê dest pê bike û li ber Navenda Çandê ya Mîttaniyê bi dawî bibe.
Saet: 12.30
Pêşanda Şanoyê: Navena Çandê ya Dîcle-Firat/ Teatra Yekta Hêvî "Evîna Gûl û Masî
Cih: Navenda Çandê ya Mîtanî
Saet:14.00
Şahî: Ekîba govendê ya Mîtanî
Koma Erbane / Navenda Çandê ya Mem û Zîn
Koma Laleş/ Navenda Çandê ya Laleş
Cih: Navenda Çandê ya Mîtanî
Saet: 19.30
17'ê nîsanê
Pêşandan film
Cihet: 19:30 : Konsera girtinê
Koma Kemençeyê
Koma Nergîza Botan/ Navenda Çandê ya Mem û Zîn
Hîvron
Cih: Navenda Çandê ya Mîtan
Saet:14:00
(ft/mae)