Reva ji wargeha AFAD'ê didome
RIHA (DÎHA) - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin Pirsûsê bi cih bûn û di konbajarê AFAD'ê de dijîn ji ber şert û mercên nebaş diçin konbajarê Şaredariyê danîne. Malbatên ji konbajarê AFAD'ê hatin diyar kirin ku gelek zehmetiyan dikêşin û dewlet dixwaze wan bi darê zorê bibe wergehên nû yên AFAD'ê bi cih bike.
Dewleta Tirkiyeyê ya ku destpêka şoreşa Rojava heya niha dijminahiyê dike, piştî ku bi alikariya wan ya bi çeteyên DAIŞ’ê êrîş li ser Kobanê kir, bi hezaran welatiyên Kobanê koçberbûn û piştî nêzî 2 mehan bi pêşengtiya AFAD’ê ve wargeh vekir. Di nava wargeha AFAD’ê de gelek caran ket rojevê de dewleta Tirkiyeyê helwesta DAIŞ di nava wargeha xwe de bi welatiyên Kobanê dida jiyîn. Welatiyên Kobanê yên ku di nava AFAD’ê de direvin anîn ziman ku dema ku di nava wargeha AFAD’ê de gelek zehmetî kişandine û ew ji vir şûnde bi tu awayî alîkariya dewleta tirk naxwazin.
‘Em ji ber zilmê revîn em hatin li be zilmê’
Welatiya bi navê Îyaz Ehmed (36) got ku dema di nava wargeha AFAD’ê de wekî jiyanek zindanê de jiyaye û wiha axivî: “ Ez ji zilmê hez nakim û ez ji ber zilmê koçberbûm. Ez nehatime ku ji deste dewleta tirk jî zilmê bibinim. 8 malbat di nava konekî de dijiya û me çi xweşî jê nedît. Em ji ber zilmê reviyan hatin ketin bin destê zilmê. Ez naçim wargeha nû. Ez ê çawa biçim wê girtîgehê?”
‘Em dixwazin êşa gelê xwe parvebikin’
Dayika bi navê Nehîre Hebeş (40) got ku mafê dewleta Tirkiyeyê tuneye ku li ser wan zordariyê dike û wiha got: “ Welatiyan çi bixwe re anî bûn leşkerên tirk dest danî ser. Ew tiştên ku ji bo gel dihat jî di dizîn. Her tim leşker li ser serê me bû û em pir pê tengav dibûn.”
‘Hemû welatî dixwazin vegerin’
Welatiyê bi navê Nurî Kartoyê Minazir (60) jî got ku her dema ku dixwazim derkevin ji derve leşkernasname jê dixwes û ew jî ji ber vê gelek tengav bû û wiha got:“ Me dixwest em vegerin nav gelê xwe. Dîsa di nava weragehê de hemû welatî dixwazin vegerin. Lê ji ber ku niha li konbajarên me de hemû kon nehatine vedan gelek malbat li bendê ne. Hemû kes jî dibêje ku me bikujin jî em naçîn din ava wargeha nû de.”
Dayika bi navê Lemya Mistefa (30) jî got ku zarokên wan bi zimanê tirkî dihatin perwerdekirin û ew ji vê rewşê gelek di êşan û wiha pê de çû: “ Dibistan vekir bi zimanê tirkî. Me jî zarokên xwe re gotin ku necin dibistana tirkî û zarokên me neçûn. Em bi sedema dewleta tirkiyeyê koçberbûn û niha jî tê rûye xwe yê alîkariyê nîşanî me dide. Lê em baş nas dikin. Ji zarokên me re dibêjin ku hûn bi kurdî naxivin.”
(kom/oî/wk)