Rewşa Gokkan a tenduristiyê xera dibe!
15:05 03.11.2013 1 / 8 MÊRDÎN (DÎHA)- Ji bo Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a bi mebesta şermezarkirina "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin îro 5 roj in dest bi rojiya mirinê kiriye, serdanên piştgiriyê pêk tên. Endamên TTB jî diyar kirin ku tenduristiya Gokkan her diçe xera dibe.
Piştgiriyên ji bo Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ev 5 roj in bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" yê di navbera navçeya Nisêbînê û Qamişlo de tê lêkirin dest bi rojiya mirinê kir, berdewam dikin. Kolektîfa Nisêbînê ya Eko-Jîn li ber bendên polîsan ên Gokkan dorpêçkirine daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de endamên kolektîfê yên pankarta ku bi kurdî, îngîlî û tirkî li ser "Cîhaneke bê dîwar xeyal bike" nivîsandîbû vekirin, êrîşa çekdarî ya duh li hember BDP'yiyan pêk hat şermezar kirin. Li ser navê kolektîfê Îlham Gokçe ku daxuyanî da wiha got, "Dîwarê şermê ji ber sedemên polîtîk tê lêkirin. We bi bendavên xwe gundên me, bi şerên xwe zarokên me, bi mayînên xwe lingên me ji me qutkirin; lê belê bi dîwarên xwe yên şermê hûn ê nikaribin gelê me ji hevdu qut bikin."
Endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd û yên Navenda Kurd PEN bi armanca piştgirîdayîna Gokkan li ber bendên polîsan daxuyanî dan. Serokê Navenda Kurd PEN Şêxmûs Sefer di daxuyaniyê de got ku wek gelê kurd ne dîwar û ne jî sînoran nas dikin. Sefer bang li tevayî nivîskarên kurd kir û got, "Li hember vî agirê li welatê me bilind dibe dengê xwe bilind bikin. Vî dîwarê di navbera kurdan de tê lêkirin qebûl nekin."
'Eger wiha berdewam bike wê pirsgirêkên Gokkan ên gurçik û dil pêş bikevin'
2 doktorên ji Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB)'ê têkildarî rewşa tenduristiya Gokkan saet 11.30'an pêre axivîn. Piştî hevdîtinê nûnerê TTB'ê yê Nisêbînê Ramazan Kaya wiha axivî: "Bandor û tesîra rojiya mirinê ya Gokkan hêdî hêdî derdikeve holê. Di muayaneya ku me kir de ji ber bêvîtamîniyê nîşaneyên kombînasyonê derdikevin holê. Niha jî verşandin, bêîştehî û hwd. Pirsgirêkên Şaredar Ayşe dest pê kirine. Eger wiha biçe wê nexweşiya Wernicke-Korsakoff û ên gurçik û dil pêş bikevin' Me jêre got ku vîtamînên kesên ku dema di rojiya mirinê de ne bi kar tînin, hûn jî bi kar bînin; lê qebûl nekir." Hemwelatiyan di dema daxuaniyê de dirûşmayên "Bijî Berxwedana Şaredar Ayşe" berz kirin.
Ligel vê heyetek ji 7 kesan ku di nav wan de Hevsorak KCD'ê Aysel Tugluk û Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî heye bi Gokkan re diaxivin.
(yş/mae)