Rewşa Kobaniyên koçberbûn
RIHA (DÎHA) - Koordînasyona Qrîzê ya Kobanê daneyên têkildarî Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçamayîn cih û warên xwe derbikin û derbasî bakûr bûn kire rapor. Di raporê de li Riha û navçeyên wê 124 hezar û 950 kes ji aliyê kurdan û dostên wan ve bi derfetên xwe tên mêvankirin. Kobaniyên li Pirsûsê di konbajaran de jî dijîn li benda pirsgirêkên wan bên çareserkirin e.
Koordînasyona Qrîzê ya Kobanê têkildarî Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terkirin û di serî de hatin Rihayê û bajarên herêmê, yên jiyan, pirsgirêkên dijîn û alîkariyên tên kirin rapor amade kir. Li gorî raporê hejmara kesên ji Kobanê koçber bûn bi giştî 157 hezar û 750 ne û ji wan 124 hezar û 950 kes li Rihayê, 7 hezar û 500 li Semsûrê, 11 hezar li Amedê, 3 hezar li Meletî, 4 hezar li Mêrdîn, 4 hezar û 500 li Dîlokê, hezar û 800 li Antalyayê û hezar kes jî li Hatayê bi cih bûn e. Li gorî raporê 124 hezar û 950 welatiyên Kobanê yên li Rihayê li navçe, konbajar û gundan bi cih bûn wisa ye: "35 hezar li navenda Rihayê, 15 hezar li Bêrecûkê, 4 hezar li Sêwerêkê, 600 Serêkaniyê, 3 hezar Hîlvan, 2 û 100 Xelfetî, 12 hezar Hewang, 20 hezar û 101 li navçeya Pirsûsê, 10 hezar û 708 li konbajaran, 22 hezar û 441 li gundên Pirsûsê" Di raporê de hate diyarkirin ku hejmara welatiyên Kobanê yên koçberbûn ji hejmara di destê wan de heyî gelek zêde ye û daneyên têkildarî Pirsûsê de zelal in.
Di konekî de ji malbatekê zêdetir malbat dimînin
Di raporê de agahiyên têkildarî hejmara mriovan ên li konbajarên Suphî Nejat Agirnasli, Kader Ortakaya, Arîn Mîrkan, Rojava û Kobanê yên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatin vedan jî hatin dayîn û hate destnîşankirin ku konbajarê 6'emîn bi derfetên xwe ava dikin û welatiyên li gundan bi derfetên xwe di bereqeyan de dijîn dê lê bi cih bikin. Di raporê de hate bilêvkirin ku alav û melzemeyên hijyenê yên li Salona Dehwetê ya Avest û Garaja Şaredariyê ya Pirsûsê tên komkirin bi awayeke rêk û pêk li hemû Kobaniyên li Rihayê dimînin tên belavkirin û têkildarî pirsgirêkên heyî de wiha hate gotin: "Li konbajaran hejmar nêzî 11 hezaran e. Lê li hemû taxên navendî û gundan hejmar du qatî vê yêkê ye. Hejmara konan kêm e û di konekî de ji malbatekê zêdetir malbat dimînin. Ev yekê jî hem di aliyê jiyana rojane de û hem jî di aliyê belavkirina alîkariyan de pirsgirêkên derdikevin."
'Divê Konbajarê Agirnasli bê neqilkirin'
Di raporê de hate gotin ku Konbajarê Suphî Nejat Agirnasli konbajarê yekemîn ê hatî avakirin e û li vî konbajar ceyran tenê ji bo ronîkirinê tê dayîn û wiha hate gotin: "Ji bo germbûnê binesaziya ceyranê tuneye. Ji bo çareseriya vê yekê trafo hatiye danîn lê ji hemû konan re qablo nehatiye kişandin û tesîsata navê nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê ligel petekên kalorîferê hene lê ceyran tuneye. Ji ber vê yekê pirsgirêkên germbûnê tên jiyîn. Ji ber ku konbajar li cihê fabrîqeya genim a kevin hatiye avakirin di banê wê de hilweşîn pêk tên û divê bi lezgînî ev konbajar bê neqilkirn."
Baran Pirsgirêke
Li Konbajarê Rojava 110 kon hene. Ji bo faliyetên paqijî û rojane komîsyonên ji Kobaniyan hatine avakirin hene. Li vî konbajarî pirsgirêka germbûnê tune. Di binesaziyê de pirsgirêk heye. Dema baran dibare pirsgirêk tê jiyîn.
Ceyranê nade
Konbajarê herî mezin yê Arîn Mîrxane û 456 kon hene. Konê dildaran, yê perwerde û alîkariyê jî hatin bicihkirin. Konê çandê jî lê hat bicihkirin. Konbajar bi awayekî 14 taxan hat sazkirin. Li Konbajarê Kader Ortakaya jî ku 4 kes lê dijîn hêj elektîrîk nehatiye kişandin. Kapasîteya wê bi awayekî cidî dide zorê. Hewcedariya herî lezgîn ew e ku divê demildest konbajarê 6’an bê temamkirin.”
AFAD'ê tupa agirvemirinadê neda!
Di raporê de hat gotin ku li 9 taxên Pirsûs û 150 gundî Kobaniyî hatine bicih kirin û got ji bo kordînekirina alîkariyan komîsyonên gund û taxan hatine amadekirin û wiha hat gotin: “Ji bilî Koordînasyona Krîzê STK’yan jî piştgirî dane. Li dijî agirên ku dertên de me serî li AFAD’ê da ku ‘tupa agir’ bidin, lê AFAD’ê ev daxwaza me qebûl nekir. Tenê 30 tupên agir yên şaredariya mezin ya Amedê hebûn. Ev jî serî konbajarî 5-6 dikeve. Ev jî gelek gelek kême. Meclisa Tenduristiyê ya KCD û SES jî xebatên tenduristiyê dimeşînin.”
Pêşniyar
Di raporê de ji bo pirsgirêkên elektîrîkê bên çareserkirin ev pêşniyar hatin kirin: “ Divê pirsgirêka ceyran û germbûnê, mutbex bên avakirin, xebata aşîkirinê li gund û taxan bên kirin, hewcedariya proteînê bê çareserkirin, li konbajar, gund û taxan atolyeyên jinan bên avakirin û wan tevli hilberînê bikin, tupên agir bên peydakirin.
Ji bo AKP'ê pêşniyar
Di raporê de her wiha bo AKP’ê jî wiha hate gotin: “Divê astengî li pêş alîkariyên ku Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên navneteweyî ji şaredariya Pirsûsê re dişîne, neyê derxistin, divê deriyê Murşîtpinarê bigihêjînin stuya gumrukê û divê her kes ji xizmeta tenduristiyê fêdeyê bigire.”
(sa/bd/wk)