Rewşa xwendekarê Kurd yê rastî êrîşa ulkucuyan hat girane
Xwendekarê Kurd Alî Sarî yê li Zanîngeha Marmara duh rasti êrişa ulkucuyan ya bi kêr hat, emeliyat kirin. Hate zanîn ku hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye.
Duh xwendekarê Zanîngeha Marmarayê yê bi navê Alî Sari rastî êrîşa komek ulkucu ya bi kêr û dar hat. Sari ku duh ji 3 cihên cuda yên bedena xwe ve bi kêrê birîndar bû, şevê din li Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşayê bi qasî 2 demjimêran di emeliyatê de ma. Sari ku hêj rewşa wî baş nebûye, îro dîsa emeliyat bû. Sari ku bi giranî birîndar bû ji ber ku zêde xwîn winda kir, hêj di komayê de ye. Hate zanîn ku, xwîna AB RH negatîf xwîn ji wî re lazime.
Hate zanîn ku, duh piştî bûyerê Rektorê Zanînehê bang li Gulsum Teymuroglu kir û îfadeya wê girt. Teymuroglu ku duh birîndar bibû diyar kir ku, rektor dîmenê bûyerê nîşanî wê dan, lê tu tişt negot. Xwendekaran di têkildarî mijarê li ber Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşa daxuyanî da çapemeniyê.
ANF NEWS AGENCY