1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rewşenbîrê Kurd Wezîrê Eşo jiyana xwe ji dest da
Rewşenbîrê Kurd Wezîrê Eşo jiyana xwe ji dest da,rewşenbîrê,kurd,wezîrê,eşo,jiyana,xwe,ji,dest,da

Rewşenbîrê Kurd Wezîrê Eşo jiyana xwe ji dest da

A+ A-

BRUKSEL/ANF 24.01.2015 07:00:25

Rewşenbîrê Kurd Wezîrê Eşo, li paytexta Belçîka Bruksel jiyana xwe ji dest da. Eşo ku 20’ê Çileyê li Brukselê rakirin nexweşxaneyê, di beşa lezgîn de hat tedawîkirin, di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Eşo yê bi rewşenbîrî, nivîskarî û rojnamevaniya xwe dihat naskirin, 1’ê Mijdara sala 1934’an de li paytexta Gurcîstanê Tîflîsê hat dinyayê. Eşo yê yek ji nûnerên nifşê dawî yê rewşenbîriya Kurd bû, gelek pirtûk nvîsandin, li Zanîngeha Yerîvanê perwerde dît. Paşê di sala 1963’yan de li St. Petersburg beşa Kurdî de wek pisporê Kurdistanê xebitî.

Wezîrê Eşo ku bi zimanê Ermenî û Gurcî pir baş dizanibû, herî dawî di radyoya Yerîvanê de redaktorî kir.

Wezîrê Eşo yê di sala 1995’an de hat Belçîkayê ji bo têkoşîna azadiya Kurdistan û rewşenbiriya Kurd de xebatên girîng kirin.