Rewşenbîrên Kurd Gazî Serok û Gelên Cîhanê Kirin
Metna kollektîf a daxuyanîyê ku ji alîyê rewşenbîrên Kurd ve hatibû amadekirin, ji alîyê 70 rewşenbîrên Kurd ji bo Serok û Gelê Cîhanê hate belavkirin.
Metna ku ji alîyê rewşenbîrên Kurd ve hevpar hate nivîsandin, ji alîyê Helim Yûsiv, Mahabad Felat Arda û Doç. Dr. Osman Aytar ve ji bo îmzeyê di malpera Amîda Kurd de hatibû weşandin. Lijneya Bangawazîyê da xuyakirin ku armanca wan ew e ku çîroka Rojava ji alîyê cîhanê ve çêtir were naskirin, da ku polîtîkayên reşkirinê têk herin û berxwedana gelê Kurd çêtir destekê bibîne.
Di metna daxuyanîyê de tê gotin ku Gelê Kurd ji sala 2011'an ve li Sûrî beşdarî şerê navxweyî nebûye, nebûye alî û li dijî terorîzmê li ber xwe dide, parastina Rojava dike, lê ji ber rewşa erdnîgarî ya herêmê dibe armanca êrîşên rêxistinên terorîst û dewletên destekarê wan rêxistinan.
Daxuyanî ji alî helbestvanê navdar Ehmed Huseynî, çîroknûs û romanûsê navdar Helîm Yûsiv, Kurdolog Ibrahim Seydo Aydoğan, Doç. Dr Osman Aytar, rêveberên PEN a Kurd Bêrîvan Doskî, Dîlawer Zengî û gelek nivîskar, helbestvan, lîstikvan, rojnamevan û pîşeyên din ve hate destekirin.
Lijneya Bangawazîyê da xuyakirin ku ew ê vê daxuyanîyê bi gelek zimanên biyanî ji çapemenîya cîhanê re jî bişînin da ku bigihîje hemû gelên Cîhanê.
Daxuyanîya ku ji Serokên Cîhanê re hatiye şandin li jêr e:
Birêz Barack Obama Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amekerîkayê,
Birêz Vladimir Putin Serokê Rusyayê,
Birêz Ban Ki-moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Birêz Jean-Claude Juncker Serokê Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê,
Birêzan!
Li Rojhilata Navîn, di nava vê dojeha hebûna DAEŞ'ê û piştgirên wê de,
tenê Kurd bûn ên ku li ber xwe dan, ên ku zarok û jin ji serjêkirinê
xilas kirin, ên ku doza wan nirxan kirin ku
nirxên mirovahiyê yên hevpar in ku di serî de "azadî" tê. Keç û xortên
me, jin û mêrên me, ev çar sal in ku bi awayekî nedîtî ji bo van nirxan û
ji bo parastina hemû cîhanê, canê xwe
didin. Lewre, em dizanin ku heger Kurdan li ber xwe nedaya, DAEŞ dê
dûrtir jî biçûya û xurttir li welatên Ewropî bixistaya, weke ku vê
dawiyê em li Fransa û Belçîka û Almanyayê dibînin.
Divê em hevalên xwe baş hilbijêrin û vê barbariyê ji kokê ve bibirrin da
ku aştî û aramî û azadî were cîhanê. Ev jî diyar dike ku doza me yek e,
em ne bi tenê ji bo xwe û zarokên xwe,
lê herweha ji bo zarokên hemû cîhanê li hember êrîşên terorîstên DAIŞ,
El Qaide, El Nusra û versiyonên wê yên cûr bi cûr ku li dijî hemû peyman
û nirxên navneteweyî yên der barê mafên
mirovan, demokrasî, azadî û edaletê de ne.
Ji destpêka sala 2011'an ve, ku şerê navxweyî yê Sûrîyeyê dest pê
kiriye, Gelê Kurd helwestek rast nîşan daye, beşdarî şerê navxweyî
nebûye, xwe dûrî vî şerî hiştiye, ev wekî şerê
navxweyî yê Sûrî û Ereban dîtiye, nebûye alî. Lê wekî erdnîgarî, dema
Gelê Kurd axa Rojavayê Kurdistanê diparêze di navbera cîhanê û
cîhadîstan de jî dibe bend û ji bo cîhaneke ewle
roleke mezin a mirovahî dilîze. Ev tişta baş mixabin dibe sedema ku îcar
alîgirên terorîzmê bi hev re êrîşî vê herêmê bikin. Ji ber vê yekê hemû
aktorên şerê Sûrî di vî çar salî de
êrîşî Rojava kirine. Lê Gelê Kurd bi destekek navneteweyî Rojava
parastiye û bi vî rengî li Rojava Keldanî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û gelek
gel û olên din bi serbestî û azad dijîn.
Ji ber vê yekê ye hûn jî, gelek ji welatên we jî wekî zarokên hemû
cîhanê hatin alîkarîya Kurdan û gelek ji wan bi zarokên Kurdan re şehîd
ketin. Êdî mîrasek wan heye ku divê em hemû bi
hev re biparêzin. Hinekan ji we di vî şerê li dijî terorîzmê de ji
berxwedana Kobanê û û pê ve destek dan me.
Wekî hûn jî ji nêzîk ve dişopînin, di serî de Tirkîye û dewletên din ên
ku gelê Kurd çarhawir dorpêç kirine ev hêzên terorîst bi gelek awayan
destek kirin û herî baş zarokên we yên bi
me re ne ev yek dîtin. Di destê we de jî têra xwe agahî, dokuman û
îstîxbarata vê jî heye. Lê çawa ku dema van ciwanan Rojava parast û
nehiştin terorîzm pirtir ber bi cîhanê ve belav
bibe, her wisa jî li gor dewletên wekî Sûrî, Îraq, Îran û Ûris jî ew
dibûn asteng ku pirtir cîhadîst ji cîhanê derbasî Sûrî bibin û ev rewşa
Kurdan ji xwe re ji bo demekê bikêrhatî
didîtin, ji ber ku cîhadîstên ew li dijî wan ji mezhebekî din bûn. Gelê
Kurd di Rojava de ji ber vê rewşa konjonkturel van çar salan ji
tevkujîyên mezin rizgar bûye. Lê îro yên ku
destûrê didin Tirkîye Rojava dagir bike, êdî vê cîhana ku ciwanên delal
bi hev re ava dikin wekî tehdîd dibînin. Û îro yek ji wan dewletan,
Tirkîye bi tang, top û balefirên xwe êrîşî
Rojava û Minbicê û dike, ku zarokên baş ên cîhanê azad kirine.
Em baş dizanin ku ger hûn li hember Tirkîyeyê derketana, Tirkîye nikaribû têketa nav Sûrîyeyê.
Niha zarokên me yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bi balefirên Tirk tên kuştin, sivîl di gundan de tên bombebarankirin.
Birêzan!
Berxwedana ku niha Kurd û hevkarên wan li Rojavayê Kurdistanê didin
beşeke parastvanîya hemû peyman û hêjayiyên navneteweyî yên der barê
mafên mirovî, demokrasî, azadî û edaletê de ye.
Bi vê bawerîyê em kesên navê wan li jêr ji we, dewlet û hukumatên we,
gelên we, dem û dezgehên we jidil daxwaz dikin:
- Li van destkeftîyên berxwedana me û zarokên baş ên cîhanê ya li dijî terorîzmê ye xwedî derkevin.
- Ev berxwedana ku bi alîkarîya we û xwîna zarokên we gihaştiye vê astê divê bi alîkarîya we her dewam bike.
- Li hember êrîşkarîyên Tirkîyeyê û hêzên cîhadîst ên pê re; El Nusra,
El Qaide û versîyonên wan êrîşî Kurdan û dostên wan dikin dengên xwe
zêdetir bilind bikin.
- Ji bo ku dewleta Tirkîyeyê ji nav Sûrîyeyê derkeve û destên xwe ji
desteka DAIŞ, El Qaide, El Nusra û versiyonên wê bikişîne çi ji destê we
tê bikin.
- Werin em dest bidin dest hev, li dijî terorîzmê piştgirîya van zarokên
xwe bikin, da ku cîhaneke ewle ji bo me hemûyan ava bikin.
Helîm Yûsiv | Author | Germany |
Mahabad Felat Arda | Author | Sweden |
Osman Aytar |
Associate Professor |
Sweden |
Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo Aydoğan | Kurdolog | France |
Berivan Dosky | Co-President Kurd PEN | Germany |
Dilawer Zengî | Co-President Kurd PEN | Rojava/Syrian |
Ezîzê Cewo | Author | Russiya |
Kakshar Oremar | Journalist | Germany |
Fêrgîn Melîk Aykoç | Author | Douchland |
Kemal Necîm | Poet | Rojava/Syria |
Îbrahîm Osman | Author | Swisre |
Birgul Ozbariş Arda | Author | Sweden |
Abulkqadir Mûsa | Poet | Germany |
Azad Akkash | Author | Germany |
Fener Rojbiyanî | Author | Germany |
Mohsen Ahmad | Journalist | Germany |
Moussa Sullaiman | Actor | Germany |
Amed Çeko Jiyan | Author | Germany |
Şepal Hêvo | Poet | Germany |
Arî Khudhr | Engineer | Sweden |
Aram Kemal Hesen | Doctor |
|
Cawîdan Kemal Hesen | Doctor |
|
Berxwedan Yaruk | Journalist | Sweden |
Ardlan Abdo | Poet | Finland |
Husên Feqe | Poet | Holland |
Fethulla Huseyni | Author | Başûr/Iraq |
Rewşen Qasim | Author | Başûr/Iraq |
Hêvîn Hsio | Poet | Rojava/Syria |
Sabîha Çetîn Diljen | Teacher | Sweden |
Haydar Diljen | Teacher | Sweden |
Narin Celiker | Nurse | Sweden |
Şivan Zeren | Author | Turkey |
Miheme Porgebol | Thespian | Turkey |
Xunav Kano | Author | Germany |
Nûrî Şêx Qenber | Doctor | Rojava/Syria |
Menaf Mihemed | Poet | Başûr/Iraq |
Îmran Yûsiv | Thespian | Rojava/Syria |
Hussein Habasch | Poet | Germany |
Ahmed Huseynî | Poet | England |
Rêzan Tovjîn | ITC |
|
Azad Zal | Publisher | Turkey |
Elenî Hejar | Teacher | Turkey |
Ciwan Soz | Poet | France |
Luqman Silêman | Author | Germany |
Hussein Omer | Author | Belgium |
Xoşman Qado | Poet | Rojava/Syria |
Mounir Shekhe | Simulations | Rojava/Syria |
Mounir Shekhe | Simulations | Rojava/Syria |
Ahmed Berazî | Author | Germany |
Omer Bozan | Poet | Germany |
Hizirvan Abdullah | Poet | Başûr/Iraq |
Bêrî Bihar | Pedagog | Nederland |
Şêro Dalînî | Poet | Rovaja/Syria |
Xiyasedin Zaroj Stêrk | Poet |
Germany |
Zeredeşt Haco | Author | Germany |
Hesen Huseyîn Deniz | Author | Swissre |
Rizoyê Xerzî | Poet | Rojava/Syria |
Dawid Yeşilmen | Editor | Germany |
Ronas Sheikhmous | Musician | Germany |
Feratê Dengizî | Author | Turkey |
Halil Dalkılıç | Journalist | Germany |
Huzni Hajo | Physician | Sweden |
Narîn Derky | Poet | Canada |
Memo Sahin | Author | Germany |
Lokman Polat | Author | Sweden |
Hoşeng Osê | Poet | Belgium |
Seydo Reşîd | Poet | Germany |
Omer Fîdan | Sekretary-General Kurd PEN | Turkey |