‘Rizgarkirina Sirînê hevgirtîna nîştimanî bihêztir kir’
29.07.2015 08:50 Nûçe, Sernûçe
NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Şervan Derwîş diyar kir ku hemleya wan li bajaroka Sirîn hevgirtina niştimanî xurtir kir û bi avakirina rêveberiyên hevbeş li ser bingeha pir rengiya civakî, çandî û şaristanî mafên hemû pêkhateyan pêk tên.
Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê û Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat ji bo rizgarkirina bajaroka Sirîn dest pê kirin û di encamê de bajarok bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Berdevkê Fermî yê Burkan El-Firat ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku hemleya wan armancên xwe pêk anîne û heta tevahî Sûriyeyê ku ji hev hatiye qetandin, vejînin, dê berxwedana xwe bidomîn.
‘Armanca sereke tolhildana şehîdên komkujiya Kobanê bû’
Derwîş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca cewherî ya vê hemleyê tolhildana şehîdên komkujiya çeteyan di 25’ê hizêrana 2015’an de bû û wiha got: “Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ev komkujiya qirêj li dijî welatiyên sivîl ên bajarê Kobanê û gundê Berxbatan pêk anîn û ji ber ku navenda çeteyên DAIŞ’ê ya başûrê Kantona Kobanê bajaroka Sirîn bû û piraniya êrîşên xwe ji vir dest pê dikirin, me biryar girt ku em hebûna çeteyên DAIŞ’ê di bajaroka Sirîn de tune bikin.”
Derwîş destnîşan kir ku ji bo atmosfêrekî aştiyane ji bo hemû pêkhateyên herêmê were peydakirin, pêwîstî bi dûrxistina çeteyên DAIŞ’ê ji vê herêmê hebû.
‘Hemleyê armancên xwe pêk anîn‘
Derwîş di axaftina xwe de da zanîn ku hemleya wan armancên xwe pêk anîne û spasiya hêzên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bi alîkariya hemleyê kir û wiha domand: “Hêzên me di hemleyê de tevî bajaroka Sirrînê gelek gund û girên stratîjîk ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.” Hin ji gundên hatine rizgarkirin ev in: “Heyalê, Şikêf başûr, Şikêf bakur, Mexribtên, Malha, Seneh, Mitras, Elqanê, El-Mirebeh, Dêli Hesen, Reis El-Eyn, Şêx Salih, Dîkan” her wiha ambarên genim ên bajaroka Sirîn û girên Miroh ên stratîjîk jî hatin rizgarkirin û riya di navbera Sirîn û bendava Şehîdan (Tişrîn) hate qutkirin.
‘Heta DAIŞ di Sûriyeyê de tune dibe berxwedan berdewam e’
Derwîş destnîşan kir ku hemleya wan dikeve çarçoveyeke armanceke stratîjîk ew e ku DAIŞ li tevahî Sûriyeyê tune bikin û wiha anî ziman: “Em di Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat de, me soz daye gelê xwe ku berxwedana me heta DAIŞ li tevahî Sûriyeyê tune dibe dê berdewam bike. Ev hemleya me ne ya dawî ye. Me bi vê hemleya xwe ev herêm ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir û moralên me ji bo hemleyeke nû li dijî çeteyan bilind kir. Îradeya ku li Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa û Sirînê bi serketiye dikare li herêmên din ên bêtir stratîjîk bi ser bikeve.”
‘Welatiyan bi tilîliyan pêşwaziya me kirin’
Derwîş derbarê rewşa welatiyên bajaroka Sirrînê de jî got ku welatiyan gelek caran banga rizgarkirina bajarok li wan kirine û dema şervanan bajarok ji çeteyan rizgar kirin, welatiyan bi tilîliyan pêşwaziya wan kirin û wiha domand: “Şêniyên bajaroka Sirînê ji destên çeteyên DAIŞ’ê gelek êş kişandin. Welatiyan rojane peyam ji me re dişandin û banga rizgarkirina bajarok dikirin. Balkêş bû ku dema me bajarok rizgar kirin welatî derketin kolanan û bi tilîliyan pêşwaziya şervanan kirin û bi rizgarkirina wan ji hovîtiya çeteyan spasiya hêzên berxwedêr kirin.”
‘Burkan El-Firat rastiya şoraşa Sûriyeyê ye’
Derwîş derbarê cihê Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat di şoreşa Sûriyeyê de wiha axivî: “Em wekî Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat, me îspat kir ku em dikarin terorê di Sûriyeyê de têk bibin û herêmê ji ber hovîtiya çeteyan trajediyeke mezin jiyan dikirin, rizgar bikin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê tova ji hevqetandina civaka Sûriyeyê çand, vaye Burkan El-Firat yekîtî û hevgirtina niştimanî ya Sûriyeyê vedigerîne . Bi avakirina rêveberiyên hevbeş li ser bingeha pirrengiya civakî, çandî û şaristanî mafên hemû pêkhateyan pêk tên. Tevî destwerdana neyînî ya hêzên herêmî û navnetewî di Sûriyeyê de ku di encamê de komikên leşkerî yên tevlîhev derketin, Burkan El-Firat nûnertiya bingeha şoreşa rasteqîn a Sûriyeyê dike.”
‘Deverên ku Tirkiyeyê bombebaran kirine ne cihên DAIŞ’ê bûn’
Derwîş derbarê helwesta dewleta Tirk û hewldanên wê bi rêgirtina li pêşiya hêzên wan di serê li dijî DAIŞ’ê de rexne kir û wiha got: “Di dema em li benda alîkariyeke mezin di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû û bi taybet piştî serkeftina dîrokî ya Kobanê, me dît ku hikûmeta Tirkiyeyê riya pêşketinên me li dijî DAIŞ’ê digire û îdîa dike ku ew ê li dijî DAIŞ’ê şer bike. Li gorî agahiyên ji eniya bajaroka El-Rahî û gundê Eyaş hatine bidestxistin, deverên ku Tirkiyeyê bombebaran kirine ne cihên DAIŞ’ê bûn. Her wiha li şûna vê yekê artêşa Tirk hin baregehên girêdayî Artêşa Azad li gundê Zormixar ê rojavayê Kobanê hedef girtin û bi vê yekê durûtiya xwe eşkere dike.”
Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navnetewî û hêzên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku bêtir li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê tevbigerin û encamên rasteqîn bidin.
(jh/ra)
ANHA