1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. RJAK’ê komisyonek ji bo krîza li Başûr ava kir
RJAK’ê komisyonek ji bo krîza li Başûr ava kir,rjak,ê,komisyonek,ji,bo,krîza,li,başûr,ava,kir

RJAK’ê komisyonek ji bo krîza li Başûr ava kir

A+ A-

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Duh li bajarê Silêmaniyê li navenda RAJK’ê rêxistinên jinan ji bo krîza heyî li Herêma Kurdistanê binirxînin û ji bo rola jinan di vê pêvajoyê de nîqaş bikin li hev civiyan. Ji bo vê yekê komisyonek hat avakirin.

Duh seat 14:00’an li navenda Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan(RJAK) rêxistinên jinên li Silêmaniyê lihev civiyan. Jinan rewşa heyî ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Rêxistinên jinan di civîna duh ya du seatan de biryar girtin ku komisyona pêşengiya jinan ji bo şopandina pêvajoyê ava bikin. Komisyon wê îro bi daxuyaniyekê armancên xwe ji raya giştî re eşkere bike.

Piştî civînê mamoste û rojnamevana Sergul Necmedîn derbarê armanca civînê de bi RojNews re axivî û wiha got: “Em îro hêjmarek jin bi civînek du seatan li hev civiyan û me krîza dawî ya li Başûrê Kurdistanê nîqaş kir. Me li ser vê yekê ku çawa piştgiriya xwepêşandêran bikin, gotûbêj kir.”

Rojnamevan û helbestvan Evîn Hemamî jî di dawiya civînê de agahî da RojNews û got: “Em wek jinên çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan îro li vir ji bo gotûbêjkirina rewşa heyî ya li Herêma Kurdistanê hatin gel hev. Ji bo ku em wek rêxistinên jinan piştgiriya xwepêşandêran û daxwazên rewa yên gel bikin. Ji bo vê mebestê me komisyonek ava kir.”

Evîn Hemamî dazanîn ku ewê wek gava destpêkê bi daxuyaniyek çapemeniyê avakirina vê komisyonê ragihênin û wiha got: “Di gava duyemîn de em ê bang li hemû rêxistinên jinan bikin ku piştgirî bidin hewldanên me. Paşê emê bi çalakiyan piştgirî bidin daxwazên gel û bi taybet daxwazên jinan.”

Rojnamevan Diyarî Ferîdûn jî derbarê mijarê de bi RojNewsê re axivî û bal kişande ser girîngiya vê civînê û wiha berdewam kir: “Me di serî de biryar girt ku komisyonekê ji bo şopandin û nirxandina kirîza heyî ava bikin. Emê bi daxuyaniykê armancên xwe ji raya giştî re ragihênin.”

Diyarî Ferîdûn bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin wan û wiha axivî: “Jin dikarin pêşengiya vê pêvajoyê bikin û gelek pirsgirêkan çareser bikin.” (ge)