1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Roboskiyan 30 hezar îmzeyên 'dadmendiyê" komkir
Roboskiyan 30 hezar îmzeyên 'dadmendiyê" komkir,roboskiyan,30,hezar,îmzeyên,dadmendiyê,komkir

Roboskiyan 30 hezar îmzeyên 'dadmendiyê" komkir

A+ A-

11:31 05.04.2014

FERZEN ÇATAK

ŞIRNEX (DÎHA) - Malbatê Roboskiyan di çarçoveya kampanya ya îmzeyan ya bi navê "Em daraza leşkerî naxwazin" de 30 hezar îmze komkir û ji Serokkomar Abdullah Gul re şand.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiya Qilebana Şirnexê ji aliyê balafirên şer ê TSK'ê ve 34 zarok hatin qetilkirin, lêgerîna dadmendiyê ya Roboskiyan berdewam dike. Li ser komkujiyê de dû sal zêdetir dem derbasbû lê hêj kiryar nehat ditin, Dozgeriya Komarê ya Amedê biryara "bêerkdarî" da û dosya ji dozgerê leşkerî re şand. Dozgeriyê leşkeri jî bi hînceta ku "Qisûrek nedîti" biryara "Bêşopandinê" da. Têkoşîna dadmendiyê ya malbatên Roboskiyan ya dû salan hêj berdewam dike. Malbatan û Aktîvîstên Aştiyê di Roja 1 Îlonê Aştiya Cîhanê de bi dirûşma "Em li Roboskiyê daraza leşkerî naxwazin" dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Malbatan di çarçoveya kompanya ya îmzeyan de 30 hezar îmzeyên ku komkirin ji Serokkomar Abdullah Gul re şand.

'Li her derî piştgirî tê'

Aktîvistên kampanyayê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylali yên ku ji 5'ê Kanûna 2012'an vir ve li Roboskiyê bicîh bûne arman û encamê kampanyayê vegot. Geylanî diyar kir ku ji bo ku darazek dadî pêkbê, dosya ji dadgeha leşkerî bê girtin û tundî û tujiyên ser malbata bê rakirin îmze komkirine. Geylanî diyar kir ku roja ku li Roboskiyê bicîh bûne heta niha dewlet di her firsendê de dixwazi zextan li ser malbatan çêke, di xwaze Roboskiyan çavtisî bike û bi cezayan bigre bin zextan û wan ev yek çavdêr kirine. Geylanî diyar kir ku ji dervey welat ji Akdenîzê, Egeyê û Anatoliya Navîn piştgirî dane kampanya îmzeyan. Îbrahîm Yaylali jî diyar kir ku ji rêxistinê sivîl ên civakî zêde piştgirî nedane wan û ev 16 mehe li Roboskiyê dijî bi vê kampanyayê him îmze komkirine him jî hewldaye ku Roboskiyê dinava raya gişti re belavke. Yaylali anî ziman ku 30 hezar îmzeyên ku komkirine ji Serokkomar Abdullah Gul re şandine û bi vî awayî bê aliya Serokkomar di ceribîne. Yaylali diyar kir ku bêaliya Serokkomar bê lêpirsîn kampanyaya îmzeyan gelek girînge.

(my)