"Roboskê dê vegere jêpirsîneke dîrokî"
Kurkçu: Komkujiya Roboskê dê vegere jêpirsîneke dîrokî
Hêzil Rojda
Endamê Komîsyona Lêkolîna Bûyerên Qilabanê ya Meclîsê yê BDP’yî Ertugrul Kurkuçu diyar kir ku ew di daxuyaniya “Haya me ji bûyerê tune bû, çavkaniyên fermî ji me re ragihand” a MÎT’ê bi nakok e. Kurkuçu destnîşan kir ku ne pêkan e ku der barê komkujiyê de agahî di destê MÎT’ê de tune be û got ku dê komkujî vebiguhere jêpirsîneke dîrokî. Kurkuçu diyar kir; “Hikûmetê bi veşartina rastiyan xwe şewitand.”
Di 28’ê berfanbara 2011 de balefirên di encama bombebarana belefirên f16 yên artêşa Tirk li gundê Roboskê yê navçeya Qilaban a Şirnexê de 19 jê zarok, bi giştî 34 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her çendî 170 roj bi ser bûyerê re derbas bûn, lê heta niha berpirsên wê nehatine aşkerkirin û hesabê wê nehatiye dayîn. Hikûmeta AKP’ê hewl dide ku dosyayê komkujiyê veşêre, lê hewlên ji bo dadê yên malbatên Roboskiyan didomin.
Rêxistina sîxûrgerî ya Tirk MÎT’ê di rapora di 12’ê hezîranê de ji Meclîsa Tirkiyeyê re şand de got; “Haya me ji bûyerê tune bû, çavkaniyên fermî em agahîdar kirin.”
Endamê Komîsyona Lêkolîna Bûyerên Qilabanê ya Meclîsê yê BDP’yî Ertugrul Kurkuçu rapora MÎT’ê ji ANF’ê re nirxand. Kurkçu destnîşan kir ku hema bêje 6 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn, diyar kir ku pêwîstî bi zêdetir agahî û belgeyan heye. Kurkçu got ku Dozgeriya Amedê jî belgeyên berê şandiye.
Kurkçu diyar kir ku wana careke din dosyayên ji Serfermandariya Artêşa Tirk û MÎT’ê hatin careke din lê kolane û MÎT’ê di rapora xwe de dibêje ku wana rojek beriya bûyer û meke beriya bûyerê tu agahî wernegirtine û ne jî agahî bi tu kesî re parve kirine. MÎT’ê da diyarkirin ku wana di 29’ê berfanbara 2011 demjimêr di 09.35’ê de der barê bûyerê de agahî wergirtine û piştre dest bi berhevkirina aghaiyan kirine.
‘NE PÊKAN E KU AGHAÎ DI DESTÊ MÎT’Ê TE TUNE BE’
Kurkçu got; “Daxuyaniya MÎT’ê daye ji bo me daxuyaniyek balkêş e” û wiha axivî; “Ji ber ku nivîsa din a ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatibû nivîsandin, di nava ewraqan de bû.Ji ber wê jî ne pêkan e ku agahiyên der barê mijarê de di destê MÎT’ê de tune bin. Lê ez dibêjim her agahiya wan hebû. MÎT dixwaze bibêje ku ew di dema biryardayînê de ne amade bû. Ez wiha fêm dikim. Ev yek jî nîşan dide ku di komkujiya Roboskê de di nav navbera MÎT, artêşa Tirk û Wezareta Naxweyî de bêkoordînetiyek heye. Ev yek jî nakokiyan nîşna dide”.
Kurkçu bi bîr xist ku her çendî 170 roj bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, lê dîsan jî pirsên “Kê fermana lêxistinê da?” û “Agahiya sîxûrî ji kû hat?” bê bersiv mane û bal kişand ku Dozgerya Raye Taybet a Amedê û Artêşa Tirk peywira xwe bi başî nakin.
Kurkçu destnîşan kir ku herdu saziyên peywirdar peywira xwe bi awayeke hêja nakin û diyar kir ku Dozgeriya Taybet dikare ji nivîsandin û bendewariyê zêdetir bike. Kurkçu daxuyand ku Serfermandariya Artêşa Tirk jî ne tu agahiyan dide dadgehê û ne jî dide komîsyona Meclîsê.
Kurkçu destnîşan kir ku dadgehên taybet peywira xwe bi cih naynin û got ku rayeya lêkolînê ya Komîsyona Lêkolîna Bûyerên Qilabanê ya Meclîsê sînordar in û got; “ Mînak em weke komîsyona bûyerê nikarin biçin Serfermandariya Artêşê û li van belgeyan bigerin.”
Parlementerê BDP’yî Kurkçu diyar kir ku ji roja komkujî pêk hat û vir ve Serokwezîr Erdogan û Serfermandariya Artêşê dizanin berpirsên komkujiyê kî ne û wiha domand; “Dixwazin bi veşartina berpirsên komkujiyê gel êmin bikin û mijûl bikin. Lê piştî ku di vê mijarê de bi ser neketin, xwestin bi gef û tehdîtan lêkolîna komkujiyê asteng bikin. Lê êdî pir dereng e. Ji ber ku komkujî çû rojeva navneteweyî. Dê desthilatî jî di dawiyê de mîna goka ji berfê, ji jor ber bi jêrê girêr bibe. Ev yek dê vebiguhere jêpirsîneke dîrokî.”
Kurkçu destnîşan kir ku hikûmet çi bike jî nikare ser komkujiyê binixumîne û niha pêvajo gihiştiye wê astê, ka dê hikûmet kengî û çawa berpirsê komkujiyê yanî xwe radest bike. Kurkuç got; “Hikûmet bi veşartina rastiyan xwe şewitandiye”.
ANF NEWS AGENCY