1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Roj roja berxwendan û têkoşînê ye"
"Roj roja berxwendan û têkoşînê ye",roj,roja,berxwendan,û,têkoşînê,ye

"Roj roja berxwendan û têkoşînê ye"

Girtiyên jin: Roj roja berxwendan û têkoşînê ye

A+ A-

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê ji malbatên xwe re name nivîsîn û xwest ku xwedî li berxwedana gireva birçîbûnê derbikivin û gotin, "Roj roja berxwedan û têkoşînê ye"

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di 5'ê cotmehê de ji malbatên xwe re name nivîsîn û xwestin xwedî li berxwedanê derbikevin û têkoşînê bilind bikin. Di nameya bi îmzaya ewladên we yên li Girtîgeha Bakirkoyê hate şandin de wiha hate gotin: "Bi salane li gel hemû zor û zehmetiyan bi fidekarî hun xwedî li zarokên xwe yên girtîgehan de derketin û têkoşîna xwe ya bi rûmet berdewam kirin. Dema ku me dest bi têkoşînê kir û di riya azadiyê de dest bi meşê kir me ji we hêz girt. Me bi hev re li hemberî zilma dewleta faşîst ber xwe da. Me serî netewat. Li hemberî tu îşkenceyê me paş ve gav nevatê. Tu rojan me negot 'Ah'"

'Têkoşîna kurd, têkoşînekî bi hempa dide'

Di nameyê de hate diyarkirin ku herî zêde hikûmeta AKP'ê polîtîkayên zilmê pêk anîn û wiha hate gotin: "Nirxên me yên em bê bawer û mîrateyê berxwedanê yê ji me re ma weke meşaleyekê riya me ronî dike. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd doza di cîhanê de ya herî mafdar e. Ligel nifûsa me zêdeye dîsa jî zimanê me qedexe ye û em ji mafê perwerdehî û parastina zimanê zikmakî bêpar in. Mafên me yên rêxistiniyê û siyasiyetê tên astengkirin. Ev yek şerme Tirkiyeyê ye. Li dijî vê yekê înkar, asîmîlasyon û zext in. Yanî faşîzm e. Tehemûlê nîşanî cudahiyê di navbera mirov û civakê de nade. Ji ber ku li dijî dewlemendiya xwezayê û piralî ye. Ev yek ji bo hembûna wê gelek taloke ye. Ji avakirina komarê heta niha mirin, sirgûn û îşkence weke qeder ji me re hatin înyadkirin. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo dîroka kurdan biguher bi salan têkoşîn da. Gelê me bi salane li kolan, qadan û girtîgehan li hemberî mirinê berxwe dide. Her tim xwestin ku vê berxwedan bi zext û komkujiyan têk bibin. Bi vê armancê hikûmeta AKP'ê ya 10 salin li ser kar herî zêde polîtîkayên zilmê pêk anîn. Her tim di nav xapandinê de bû.

'Êdî kurdê bê xapandin tuneye'

Li hemberî hikûmeta AKP'ê kurdê bi hêsan bê xapandin tuneye. Em dê bi berxwedana topyekûn Erdoganê her tim bi gotinên nakokî diaxive çareser bikin. Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê jî di 24'ê îlonê de tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de dest pê kir bûn. Îro 10 hevalên me 12 rojin di çalakiya gireva birçîbûnê de ne. Dê hejmara me zêde bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Ocalan li girtîgehan tenê çeka me bedenên me ne û em jî wê ji birçîbûnê û mirinê re radizînin.

'Tenê daxwazekî me ji we heye'

Ji malbat û gelê me tenê daxwazekî me heye. Di pêvajoya vê berxwedanê de bêtir xwedî derketin û bilindkirina têkoşînê ye. Em êdî dernavkevin hevdîtinên vekirî û girtî. Lê divê hûn li ber girtîgehan veneqetin û bibin deng û zimanê me. Em di nav hewildana ji têkoşîna we re layîk bibin. Em dixwazin hûn jî sekenkî rêxistinî nîşan bidin. Roj roja li malê rûnin nîn e. Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye. Dibe ku dest û piyên me kelepçeyî bin lê ramanên me azad û vîna me bi hêz e. Azadiya rêberê me û gelê me nêz e. Heta dawiyê têkoşîn hate dawiyê berxwedan."

(bd)