"ROJ TV çav û guh û dengê gelê kurd e"
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, derbarê biryara şîrketa Eutelsatê ya tekildarî qutkirina weşana ROJ TV ya li Tirkiyeyê şermezar kir û diyar kir ku, ev biryar encama polîtîkayên AKP'ê ya tasfiyekirina kurdan e. Kişanak, anî ziman ku ev biryar li dijî azadiya raman û îfadeyê ye û wiha got: "Ev biryar nayê qebûl kirin. ROJ TV dengê me hemûyane. Em dê bi tekoşîn û raperînê li dengê xwe xwedi derkevin."
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, derbarê biryara şîrketa Eutelsatê ya tekildarî qutkirina weşana ROJ TV ya li Tirkiyeyê şermezar kir. Kişanak, anî ziman ku piştî derbarê ROJ TV de doz hate vekirin heta niha, doz bi awayekî polîtîk tê meşandin û ji hiquq û edaletê dûre. Kişanak, anî ziman ku ev plan û projeya AKP'ê ya tunekirinê kurdane û wiha got: "AKP ji bo rastiya xwe ya înkar û îmhayê ji civakê veşêre, dixwaze dengê gel ROJ TV qut bike. Ev helwestek polîtîk û dijhiqûqî ye. Piştî ku AKP'ê zext li Danimarka kir û encam bi dest nexist, vê carê liser şirketan zextan dimeşîne." Kişanak, biryara Eutelsatê ya der barê qutkirina weşana ROJ TV jî bi zimanekî tuj rexne kir û wiha got: "Ev biryar qet nayê qebûl kirin. Ev êrîş û mudaxaleya li dijî azadiya fikr û îfadeyêye."
'ROJ TV ÇAV Û DENGÊ GELÊ KURDE'
Kişanak, destnîşan kir ku qutkirina weşana "ROJ TV bi pêvajoyê ve raste rast girêdayî ye û wiha berdewam kir: "ROJ TV çav û guh û dengê gelê kurde. Dengê kesên aştixwaz û demokrasîxwaz e. Hêza tu kesî nagêje ku vî dengî qut bikin. Ev helwesta li dijî ROJ TV'yê polîtîkaya AKP'ê ya înkar, îmha, perçekirin û bêdengkirina gelê kurd e. Encama polîtîkayên tasfiyekirina gelê kurd e. Hikûmeta AKP'ê ji bo polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê ji bo têxe meriyetê serî li van rêbazan dide."
Kişanak, destnîşan kir ku AKP bi qutkirina ROJ TV'ê dixwaze polîtîkayên xwe têxe meriyetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî BDP'ê ji bo vê polîtîkaya AKP'ê ya înkar û îmhaya li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê vala derxin û polîtîkya li dijî ROJ TV'ê pûç bikin em dê têkoşîna xwe bilind bikin. Em de bi gelê xwe re li ROJ TV xwedî derkevin. Em dê her tim li gel ROJ TV cih bigirin. ROJ TV dengê me hemûyan e. Em dê li dengê xwe xwedî derkevin. Em dê têkoşîna gelê xwe ya raperinê bilind bikin. Em bang li her kesî dikin ku vê biryarê û helwestê şermezar bikin.
ANF NEWS AGENCY