1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Roja EDÎ BES E
Roja EDÎ BES E,roja,edî,bes,e

Roja EDÎ BES E

A+ A-

Behdînan - Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li ciwan, kal û pîr, esnaf, kedkar, jin û mêr, û hemû gelê Kurdistanê kir ku roja 30’ê Cotmehê ku weke ‘Roja Berxwedana Topyekun’ hate ragihandin, jiyanê rawestînin. KCK’ê bal kişand ser 89’emîn salvegera damezrandina komara Tirk jî û got; “Li aliyekê cejn, li aliyekê berxwedan û girî heye. Heta ku ev nakokî neyê derbaskirin mirov nikare qala yekitî û yekpariya Tirkiyeyê bike.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku her çendî komar bi hevkariya gelên Kurd û Tirk hate avakirin, lê salek piştî vê Kurd tune hatin hesibandin û xwestin Kurdan bikin Tirk. KCK’ê diyar kir ku 89 sal in bi feraseta yekperest û nijadperest, li Kurdistanê li ser esasê qirkirin û komkujiyan pêvajoya avabûnê ya komarê pêş bixin.

KCK’ê destnîşan kir ku her çendî 89 sal bi ser avabûna komara Tirk re derbas bûn, îro jî bi rêya polîtîkayên înkarker-yekperest ên desthilatiya AKP’ê, siyaseta qirkirinê tê meşandin û wiha berdewam kir:

LI ALIYEKÊ CEJN, LI ALIYEKÊ BERXWEDAN

“Heta ku li hemberî rastiya gelê Kurd ê ku bi fedekariyeke bêhempa li hemberî neheqî û hewldanên tunekirinê li ber xwe dide, ev pirsgirêk neyê çareserkin, ne mimkun e ku komar pêşketinek li gorî serdemê û demokratîkbûnê pêk bîne. Îro li aliyekê nijadperestiya Tirk roja 29’ê Cotmehê ku xwe dispêre qirkirinê weke cejn pîroz dike, li aliyeke din gelê Kurd li derdora pêşnegên ku ji bo mafên xwezayî û rewa yên gelê Kurd bedena xwe danîne holê, berxwedaneke mezin pêş dixînin.” KCK’ê got; “Heta ku ev nakokî neyê derbaskirin mirov nikare qala yekitî û yekpariya Tirkiyeyê bike” û wiha domand; “Ji ber vê çendê gava mesele dibe Kurd û Kurdistan, her tişt li ser esasê înkar û derewê tên rûniştandin, durûtiyê ya herî mezin a dîrokê tê nîşandan. Îro li aliyekê cejn, li aliyekê berxwedan û girî heye.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku her çendî berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya kadroyên pêşeng ên gelê Kurd ên ku di girtîgehan de dîl tên ragirtin ketiye roja 48’emîn, lê xemsariya hukûmeta AKP’ê berdewam dike.

REDKIRINA DAXWAZAN DI QIRKIRINÊ DE ISRARE

“Pêkanîna daxwazên girtiyan, ne tenê çareseriya pirsgirêka kurd ya ku ji komarê de heta îro heye didome ye, di heman de ji bo hemû gelên Tirkiyeyê jî roleke girîng dilîze. Ev daxwaz daxwazên ku dikare pêk bêne. Israra nepêkanînana van daxwazan de tê vê wateyê ku di polîtîkaya qikririna li ser kurdan de tê irsrarkirin û tê wateya domandina şer. Ev berxwedana dîrokî ku zarokên gelê kurd canê xwe dane ber mirinê xwedî wateyeke gelek girîng e û ji bo azadiya gelê kurd û aştiyê ya Tirkiyeyê nîrxeke pîroz e. Ji bo ku di vê berxwedana bi wate de şehadet çênebin û daxwazên wan bên cih, divê hemû gelê Kurdistanê û Tikriyeyê kesên li aştîxwaz û demokrastiyê dixwazin, di vê çalakiyê de bibin yek û bi hemû hêza xwedî xwedî li van zarokên xwe derkevin. Bê guman heta îro gelê me fedekariyên gelek mezin kiriye. Duh li Mêrdîn-Şemrex û dîsa li Colemêrgê dewleta tirk li hemberî gelê me êrîş pêk anîn. Lê gelê me li dijî hemû êrîşan li ber xwe daye û li Şemrexê di encama êrîşan de welatiyeke me bi giranî birîndar bûye.

DIVÊ DI 30’Ê COTMEHÊ DE JIYAN RAWESTE

Di vê çarçoveyê de bi armanca piştevahiya bi girtiyên ketine grevê re BDP’ê di 30’ê cotmehê de (sibê) bi çalakiyên cur bi cur û rawestandina jiyanê dê vê berxwedanê bixin rojevê û ev biryareke di cih de ye. Di heman demê de hemû gelê me divê piştgiriyê bidin vê biryarê û divê hemû kes tevlî vê çalakiyê bibe. Roj roja ku ku êdî gelê me ji zor û zilmê re dibêje ‘Êdî bese’ ye. Roj roja xwedîderketina li nasnameya kurd û Rêber Apo ye. Roj roja fedekariyê ye. Roj roja xwedîderketina li zimanê dayikê ye. Li ser vî esasî, roja 30’ê cotmehê hemû kes, jin, dayik, mêr, ciwan, esnaf, kedkar kal û pîr divê jiyanê rawestînin. Em bang li hemû kesî dikin ku divê bi berxwedaneke mezin xwedî li vê berxwedanê derkevin û bibin dengê vê berxwedanê.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê gotinên hin AKP’iyan ku wekê heqaret li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin jî wiha bersiv da:

BO AKP’IYAN HIŞYARÎ

Kesê herî nêzî serokwezîr û mîmarê xeta înkar-şovenîst-nijadperest yên AKPya îro, her tim siyaset, siyasetmedarên kurd, bi zihiniyeteke şoven-serdest û netewperest biçûk dixin. Herî dawî bi namerdiyeke mezin li zimanê xwe dirêjî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û di şexsê Rêber Apo de heqaret li gelê me kiriye.

Ev kes dizane ku çiqas li ber derê wan bihewte dê evqas zêde hestî bê ber wî û li ber hewşa AKP’ê wekî kuçikekî heta ku dikare diqirî û ev berdoş û beredayê ku heqaretê li gelê kurd dike bila hedê xwe bizane. Ev xwediyên wî yên ku cesaretê didin wî, divê zêde firsetê nedin wî ku bila zêde nehewte û ji bo zêde xwîn nêreje nebe zemîn.

KCK’ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji hêlekî ve li ser gelê kurd qirkirina siyasî dide meşandin jî hêleke din ve jî pesnê demokrasiya xwe ya “pêşketî” dide û ev tişt got: “Ev polîtîkaya AKP’ê ji hemû hêla xwe polîtîkayeke ne exlaqî ye. Tu dê bi hewane bi ser mirovan de biçî û dure behsa demokrasiyê bikî. Dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gelê kurd têk çûye û vê têkçuyina xwe jî wekî serkeftinê dide nîşandan. Heta dîkê lewçe yê di dava AKP’ê de bang bidin, dê derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de tu gav neyên avîtin.”

‘SEROKWEZÎR LI WANÊ DEREW KIR’

Serokatiya Konseya Rêbeberî a KCK’ê bal kişand ser axaftina Serokwezîrê Tirk Erdogan a di salvegera erdheja Wanê jî û ev tişt anî ziman: “Serokwezîrê tirk Erdogan ji bo Tevgera Azadiyê reş bike serî li hemû cûre derewan dide. Di axaftina xwe ha herî dawî ya li Wanê de jî dîsa hemû rastî berovajî kirin. Bê şerm û fedî xebatên saziyên gelê kurd yên li herêmê û alîkariyên ji bo gel hatine berhevkirin dibêje dane rêxistinê. Gava serokwezîr van tiştan dibêje dibê di destê min de belgeyên wê jî hene. Ev îdiayên serokwezîr bi tevahî derew in. Em wekî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bang li serokwezîrê tirk dikin ku çi belge di destê wî de hene bila ji raya giştî re parve bike.”

‘VÎNA CIVAKÎ DAYNIN HOLÊ’

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sedena ku ew qas AKP û mêtîngeriya tirk serî li şerê pîskolokîk û derewê dide, berxwedan û têkoşîna gelê kurd e û ev tişt got: “Ev têkoşîna gelê kurd ya di pêşengtiya Rêber Apo de ku bi xwîna bi 40 hezaran ewladên gelê kurd hatiye vê rojî, êdî berbi serkeftinê ve diçe. Hemû rêbazên mêtîngeriyê û komkujiyan heta niha berxwedana gelê kurd neda rawestandin dê îro şûn ve jî nede rawestandin. Divê hemû gelê me vê rastiyê bizanibe û bi hemû derfetên xwe, bi ruhê serhildanê têkoşîna xwe dexe asta herî jor û ji mêtîngeriya faşîzan re bêje êdî bese. Ev jî bi berxwedanên girseyî pêkan e. Em bang li gelê kurd û hemû dostên wanê demokrat dikin ku bila xwedî li berxwedan girtîgehan derkevin û helwesta xwe daynin holê.”


ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî