'Roja oxirkirinê bikin cejna azadiyê'
Li ser navê girtiyên PKK'î û PAJK'î Denîz Kaya ji bo sê siyasetmedarên jin; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin daxuyanî da.
Li ser navê girtiyên PKK'î û PAJK'î Denîz Kaya ji bo sê siyasetmedarên jin; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin daxuyanî da. Kaya bang li hemû gelê kurd û dostên wan kir ku tevli oxirkirina merasîma cenazeyan bibin û roja oxirkirinê bikin cejna azadiyê.
Ji bo siyasetmedarên kurd; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin dê sibê li Amedê merasîma cenaze bê lidarxistin. Bi boneya merasîma cenaze li ser navê girtiyên PKK'î û PAJK'î li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê dimînin Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya ji malbatan û ji gelê kurd re sersaxî xwest û bangî tevlîbûna merasîma cenazeyan kir. Kaya diyar kir ku tu mirinek bi qasî vê mirinê ewqas bêbext û bêwext nîn bû û wiha got: "Mirin her tim zû, giran û bi awayeke veşarî bû. Encax tu mirinekî qasî vê mirinê ewqas bêbext û bêwext nîn bû.Di demeke wiha de ku em qe nedifikirîn, rêhevalên me ji me qetiyan û agir berdan nava dilê me." Kaya bilêvkir ku bi vê qetilkirina hovane ve meşa azadiyê tu caran ranawaste û wiha pê de çû: "Kesên ku sê kulîlkên me, sê rêhevalên me û sê fermandarên me bi awayeke hovane qetilkirin bila bizanibin ku, meşa me ya azadiyê tu caran nikarin rawestînin! Nikarin daxwaza gelê me ya nasnameya jiyana azad asteng bikin. Nikarin wekî Leyla ku bi îradeya xwe meşa azadiya gelekî ye, Fîdan ku bi ruhekî kûr e û wekî Sakîne ku dilê wî wek volkaneke mezin e asteng bikin."
Denîz Kaya destnîşan kir ku gelê kurd cenazeyên zarokên xwe bi tilîliyan û bi hestrên çavên xwe tevli karwanê şehîdan dikin dê pêşerojekî azad de li hember dagirkeran bi ser bikevin. Kaya bangî gelê kurd kir û wiha got: "Pêvajoya ku bi hestrê çavên dayikan, êş an û hevalên me yên ku me winda kir de em soz didin ku em ê vê pêvajoyê derbas bikin û em ê her tim bi hêviyên rêhevalên xwe yên azad, bi xewna wan ên azad em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Duh me rêhevalê xwe Nûman bi bibedewyetê re rêwî kir, em dê rêheval Sara, Fîdan û Leyla jî ber bi bibedewiyetê re rêwî dikin. Em di serî de malbatê wan, rêhevalên me û gelê me re sersaxiyê xwe dişînin û soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku em ê heta xwîna xwe yê dawiyê li hember dagirkeran serî netewînin û li hemberî wan têkoşîna xwe bidomînin."
Li ser navê dîlên azadiyê Kaya bangî hemû gelê kurd kir û wiha got: "Negirîn, şîn îlan nekin; bila êşa we sivik nebe!..' Bi hezaran zarokên we yên qehreman û rêhevalên wan ji bo bi ruhê fedaîtî meşa azadiyê pêşdetir bibin amade ne. 'Negirîn, şîn îlan nekin; bila êşa we sivik nebe!...' Em niha bi hêviyên qehremanan bi hev re girêdayîne û niha dagirker dixwazin welatê me têxin cehenem lê em ê axa welatê xwe veguherînin bihuştê. 'Negirîn, şîn îlan nekin; bila êşa we sivik nebe!...' Azadiya me bi nirxên şehîdên me ku ji me re hiştine ji bo me, ji bo we û ji bo me hemûyan nêztir e. 'Negirîn, şîn îlan nekin; bila êşa we sivik nebe!...' Rêheval Sara fedaîtî, rêheval Fîdan bi kena xwe, rêheval Leyla bi awirên xwe û heta qehremantiya rêheval Nûman hebe dê vî gelê winda neke."
Kaya di serî de bang li gelê Kurdistanê, li saziyên kurdistanî û rêxistinan, li dostên gelê kurd, demokratan kir û wiha got: "Roj roja em li pey rêhevalên xwe de rêz girti ne, roj roja bilindkirina têkoşîna azadiyê ye, roj roja ku di oxirkirina rêhevalên xwe de ala azadî û sosyalîzmê bilindkirinê ye. Em bang li hemû gelê xwe û dostên wan dikin; em hemû kesên ku dilê wan ji bo azadî û şoreşê lê dixe, bang dikin ku tevli oxirkirina rêhêvalên xwe Sara, Fîdan û Leyla bibin û roja oxirkirinê rêhevalên xwe bikin cejna azadiyê."
Kaya bilêvkir ku soz didin gelê xwe û fermandarên xwe yên mezin têkoşînê di şexsê sê jinên siyasetmedar de tacîdar bikin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Careke din di şexsê rêhevalên xwe û gelê xwe de soz didin ku em ê, tu carî ne ji evîna têkoşîna xwe berbidin û ne jî ji şehîdên xwe. Em careke din jî ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin; silavên xwe rêz dikin. Kesên komploger dê têk biçin; azadî dê bi ser bikeve, dê gel bi ser bikeve."
DİHA