1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojava bûye armanca rojnamevanên Ewropayê
Rojava bûye armanca rojnamevanên Ewropayê,rojava,bûye,armanca,rojnamevanên,ewropayê

Rojava bûye armanca rojnamevanên Ewropayê

A+ A-

ALBAZ UMER

GIRÊ SPÎ – Şoreşa Rojava li tevahî duyayê deng vedaye. Êdî cîhana navnetewî dixwaze vê şoreşa ku di encama wê de, ji xeteriya terora herî bi tirs (DAIŞ) xelas bûn, ji nêz ve nas bikin. Ji bo vê yekê gelek saziyên çapemeniyê yên Ewrupayê, berê xwe dane Rojava da ku rewşa gel û tecrîbeya wê, nas bikin.

Di meha Sibatê de, Kenala SkyNews, ekîpa Kenala RENTV ya Rûsya û du rojnamevanên Îspanî ji Katalonya xwe gihandin Rojava, serdana herêmên herêmêm Dêrik, Serêkaniyê, Girê Spî û Kantona Kobanê kirin. Wan xwestin serdana kantona Efrînê jî bikin, lê ji ber şerên li herêma Cerablûs û Mibicê, ev yek ne pêkan bû.

Xebatkarên Kenala Skynews a Birîtanya ku di vê mehê de serdana Rojava kir , belgefilmek berfireh di derbarê şoreşa wê amade dike. Xebatkarên Skynews serdana saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin, nêrînên hemû pêkhate, ol û netewan li ser vê tecrûbeyê girtin. Ekîpê serdana çeperên şer ên li başûrê Kobanê, bendava Tişrîn, Eyn Îsa û başûrê Hesekê kirin. Herî dawî serdana Girê Spî kirin da ku rewşa şêniyên wê nas bikin.

Derhênerê filim John sedema serdana kenala wan ji bo Rojava ji endamên Rêvberiya Xweser re da xuyakirin û got ku rêveberiya kenala wan li Birîtaniya ji wan xwest ku Rojava ziyaret bikin û tecîrbûeya Rêveberiya Xweser nas bikin. John destnîşan kir ku wan nêrînên hemû pêkhateyan li ser propogendeyên ku dibêje Yekîtneyên Parastina Gel piştî ku herêman ji çeteyan rizgar dike, pêkhateyên ereb û turkumen koçber dike, girtin.

John got:” Em weke gelê Birîtanya bi rêzdarî nêzî tecrûbeya ku bakûrê Sûriyê pêk hatiye, dibin, ev tecrûbe dikare xwîna li Sûriyê tê rijandin, bisekinîne. Li vir gel xwe birêve dibe, biryar ne ji jor derdikeve, lê ji jêr derdikeve, gel bi xwe xwedî biryar e.”

John û ekîpa xwe ji Dêrik heta Kobanê geriyan û gotin ku hemû popopgende ku li dijî Yekîneyên Paratina Gel derketine, dûrî rastiyê ne, kesên ku mîna van propgendayên belav dikin weke dijminên demokrasiyê bi nav kir, dixwazin rastiyê vê tecrûbeyê reş bikin.

Nûçegihanê Kenala RENTV Nîkolas Kobansîva û Kamîrevanê wî Mîxaîl Vomîgaf jî serdana Rojava kirin, raporeke li ser berxwedana şervanên YPG/YPJ‘ê û QSD‘ê li dijî terora DAIŞ‘ê amade dikin. Her wiha serdana bajaroka Girê Spî û deriyê sînor kirin û bi endamên hêzên Asayîşê re hevdîtin pêk anîn.

Nûçegihanê REN TV Di derbarê êrîşên dewleta Tik li ser Girê Spî raporeke berfireh amade kir. Her wiha gundê El-Minbeteh serdan kir, nêrînên gundiyan di derbarê êrîşên dewleta Tirk û nerazîbûna wan ji van kiryaran girt.

Nîkolas Kobansîva û Kamîrevanê wî Mîxaîl Vomîgaf bi hevserokên Rêveberiya Xweser a Girê Spî Leyla Mustefa û Mensûr El-Selûm hevpeyvîn ji bo telefizyonê pêk anîn her wiha bi endam û serokên komîteyên Rêveberiya Xweser hevpeyvîn pêk anîn. Di hevpeyvînê de, li ser çawaniya birêveberina xebatên saziyan rawestiyan.

Ji Katalonya ya Îspanya jî Rojnamevan serdana Rojava kirin. Rojnamevanan bi endamên Rêveberiya Xweser ên Qamişlo, Serêkaniyê û Kobanê re hevdîtin pêk anîn, rojnamevanan kêfxweşiya xwe bi vê projeyê nîşan dan.

Rojnamevan bersiva pirsa enamekê rêveberiya xweser a di derbarê nêrîna wan li ser Îdeolojiya vê projeyê de, da û ev tişt anî ziman:” Me parêznameyên Rêber Ocalan xwend, li ser vê esasê me serdana Rojava kir û rastiya pêkanîna vê tecrûbeyê ji nêz ve nas kirin.”

(bb)

ANHA