1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Rojava gava demokratîkbûna Rojhilata Navîn e'
'Rojava gava demokratîkbûna Rojhilata Navîn e',rojava,gava,demokratîkbûna,rojhilata,navîn,e

'Rojava gava demokratîkbûna Rojhilata Navîn e'

PAJK'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, vê şoreşê pêvajoyeke demokratîkbûnê li Rojhilata Navîn daye destpêkirin, ku vegera ji vê pêvajoyê nîne

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Di daxuyaniya PAJK'ê de hat ragihandin, bi Şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn şensê pêşketin û serketina tevgerên şoreşger zêde bûye û hat gotin, "Rewşa tevlîhev û aloz a li herêma me, di bin navê 'nîzama nû' de zêdetir bûye. Vê yekê derfetên serketinê yên têkoşîna me ya şoreşê xurtir kiriye."

Di daxuyaniyê de şervanên li Rojava jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hat gotin, "Şoreşa Rojava nirxek e, ku jin û mêrê ji her neteweyan cihê xwe di nav de girtiye û can û xwîna Silava, Arîn Mîrkan, Îvana Hofmann, Paramaz Kizilbaş (Sûphî Nejat), Dilsoz ê Elman (Kevîn Jochîm), Gelhat, Ebû Leyla û bi sedan hevrêyan, hatiye bidestxistin. Em van lehengan bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku ji bo bîranîna wan em ê sîstemeke demokratîk, azad û sosyalîst ava bikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, şoreş şoreşa jinê ye û hat destnîşankirin, felsefeya îdeolojîk a PKK'ê ya xwe dispêre azadiya jinê, ku di encama têkoşîna 30 salî de derket holê, li nava çola ziwa ya Rojhliata Navîn mîna qadeke waha (şênkayî) tê dîtin. PAJK'ê got, "Ev felsefeya bîrdoziyê bi tenê di asta teoriyê de nema; di salan de veguherî rêxistinbûyîn, partîbûyîn, artêşbûyîna jinê û bû sîstemek. Tevgera Jinên Kurd sîstema xwe ya xweser a jinê av kir û bandor li herêmê kir."

Daxuyaniya Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi vî rengî dewam kir: "Jinên Kurd ên nikarîbûn ji ber deriyê mala xwe wê de biçin, ji bo lêgerîna mezin a azadiyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Sîstema Jinê ya Xweser, her jina ji bo azadiyê berê xwe da çiyê, bi zîhniyeteke nû ji nû ve afirand. Hem ji bo şoreşa jinê, hem jî ji bo rizgarî û azadiya gelê Kurd ew veguherand şervanên berxwedêr. Vê veguherîna mûezem, bi berxwedêriya jinê ve zîhniyeta baviksalarî û serdestiya mêr a zayendîparêz têk bir. Rehên şoreşa jinê ya Rojava di nava têkoşîna 30 salan a jinên Kurd de ne. Rewşa dawî ya parizandî ya vê têkoşîna 30 salan, Civaka Jinên Kurdistanê ye.

Rêxistinbûyîna jinê ya li Rojava, dewama kevneşopiya bîrdoziya rizgariya jinê ye. Li ser bingeha pîvan û bîrdoziya wê, xwe ji aliyê siyasî, civakî, leşkerî û bîrdozî ve bi rêxistin dike. Li aliyekî, ji bo azadiya xaka xwe li dijî al û îdeolojiya reş û tarî ya DAIŞ'ê şer dike, li aliyê din bi rêxistinbûn û artêşbûnê ve hewl dide sîstema xwe ava bike. Tevî hemû zor û zehmetiyên şer û pêvajoya avakirinê, venegera ji bîrdoziya rizgariya jinê, ji bo jinên Kurd, gelên li Rojhilata Navîn û jinên ji gelên din, berpirsyariya li pêşberî azadiyê ye. Şervan û Tevgera Jinên kurd bi biryar in, li ser navê hemû jinan vê vînê bi fedekariyeke mezin bixin meriyetê. Ji ber vê yekê ji gelek welatan jin berê xwe didin Şoreşa Rojava, piştgiriyê didin şoreşa me û weke şervaneke şoreşa me li eniyê şer dike û şehîd dikeve. Îvana Hoffmann a Elman-Afrîkayî ya li eniya Til Hemîsê şehîd ket, hem şehîdeke Rojava ye hem jî şehîda şoreşa jinê ye.

DAIŞ rengekî din ê zîhniyeta serdest a mêr e. Pêkanînên barbariya DAIŞ'ê hem bi rêk û pêk in, hem jî xwe dispêrin bîrdoziyekê. Şêweyê herî tund, bê perwa û herî qirêj ê feodalîzm û zîhniyeta serdestiya mêr a roja îro ye. Jinê weke mirovên xwedî maf û azadiyan nabîne û bi tenê weke koleya seksê ya mêr dibîne. Ev feraset xwe dispêre kokên xwe yên dîrokî. Ne tenê nirxên ne ji xwe xera dike; di heman demê de hewl dide li gorî xwe sîstemeke siyasî, civakî, aborî û çandî ava bike. Ev sîstema barbar a dixwaze ava bike, xwe dispêre zext, tirs, mêtîngerî, koledarî, hêz û serdestiya bi zordariyê.

Nêrîna li cîhanê û îdeolojiya DAIŞ temsîla wê dike û nêrîna cîhanê û îdeolojiya Tevgera Azadiyê ya Kurd temsîla wê dike, li Rojava şerê hev dikin. Ev her du îdeolojî, her du nêrînên li cîhanê û her du vîzyona siberojê, ji bo jinan tê wateya azadî yan jî koledariyê. Ev yek eşkere û zelal e; ti ji şêweyên wehşet û barbariyê, piştî tecrûbe û destketiyên me yên 30 salan, nikarin koledariyê bi me bidin qebûlkirin. Sedema bingehîn a şerê bi ruhê fedayî yê jinan li şoreşa Rojava, divê di kevneşopiya me ya siyasî û destketiyên me de bên dîtin.

Sîstem û feraseta bi serdestiya mêr, ti alternatîfeke din ji jinên li Rojava re nehiştiye. Hem zilma DAIŞ'ê, hem jî paşverûtiya xwecihî û ferasetên feodal, jin neçar hiştine ji bo azadiya xwe şer bikin.

Parastina rewa şêweyekî jiyanê ye. Parastina xwe, nirxên xwe, armanc û xeyalên xwe li hemberî her şêwe êrîşan e. Li hemberî leşkerên ku artêşên dewletan jî dema bi navê wan dihesin mewziyên xwe diterikînin, şervanên YPJ'ê destan nivîsandin. Çavkaniya vê destanê jî bîrdoziya rizgariya jinê ye.

Şoreşa Rojava hê dewam dike. Ev pêvajoyek e. Tinekirina zîhniyet û kevneşopiya hezaran salan tevî bermayiyên xwe, bêguman wê wextekê dewam bike. Tevî her tiştî, li xaka hat azadkirin, tevî şerê germ, jiyaneke nû jî şîn dibe. Şoreşa jinê ya Rojava ne tenê li ser xweparastinê ava bûye. Veguherîna rewşa civakî jî di pratîkê de bi pêş ve diçe. Li ser bingeha xwseriya demokratîk, li dijî modernîteya kapîtalîst jiyaneke altenatîf tê avakirin. Rastiyeke eşkere heye; jin hem li Rjoava hem jî li xaka Rojhilata Navîn hêmana bingehîn a pêvajoya avakirina jiyaneek nû ye. Û eşkere ye, wê çarenûsa jinê ya piştî şoreşa bûrjûva û şoreşên neteweyî li nava malê hatin girtin, qebûl nekin. Ji ber ku sîstem, rêxistinbûyîn û sazîbûna li ser bingeha rizgariya jinê hatiye avakirin, wê destûrê nedin vê yekê. Artêşbûna jinê ku hîmê bingehîn ê xweparastina jinê ye, şehîdên me yên ji bo têkoşîna azadiya jinê bi fedayî şer kirin û şehîd ketin, akademiyên jinê, garantiya destûra bingehînî ya ji bo tevlîbûna wekhev a jinê li qada siyasî, bernameya zelal a jinan ji bo siberojê û hemû destketiyên li qada leşkerî, delîlên şênber in ku jin wê êdî li ragirtina li malê venegerin.

Pêwîstî niha bi xwedîderketina enternasyonal heye, ku di dema Kobanê de derketibû holê. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye. Her mirov, bi xwedîderketina li şoreşa Rojava dikare ji bo jiyaneke alternatîf û nû, derfetan bafirîne."