Rojava ji bo Sûriyeya Demokratîk hêvî ye
AHMEN ÇÎMEN / AZİZ KOYLUOGLU - QAMIŞLO 21.07.2014 07:02:22 Însiyatîfa Kurd a ji bo Veguherîna Demokratîk a Sûriyeyê, ku bi Koalîsyona Sûriyeyê re li Tirkiyeyê hevdîtin kir, piştî vegeriya Rojava, civîneke ku nûnerên Suryanî û Heyet El Tensîq jî tevlibû pêk anîn. Di civînê de komîteyeke ji 7 kesan pêk dihat hat avakirin. Însiyatîf veguherî saziyekê û û dê nav jî biguhere. Endama Buroya Têkiliyê Derve ya TEV-DEM’ê Çinar Salîh ku di nava heyeta ku bi Koalîsyonê re hevdîtin kir de cih girt, pirsên me bersivandin. Çinar Salîh da zanîn ku projeya ku wek însiyatîfa kurd xwe rêxistin dike teşeyek nû qezenc kiriye û bi pêkhatiyên xwe re ne tenê Kurd, avabûneke ku Ereb, Asurî û Suryanî jî têde ye dê pêk bê.
Salîh balkişand ser armanca civînên ku du rojan pêk hatine û got: “Em bi navê Însiyatîfa Kurd di bin bana TEV-DEM’ê de bi 9 nûnerê partiyan re me sazbûnek ava kir. ji bo yekitiya navbera kurdan de pêk û ji bo ku bi muxalîfên Sûriyeyê re têkiliyên bi hêz bên avakirin em hatin peywirdarkirin. Di vê çarçoveyê de em bi gelek sazî û şexsiyetan re hatin cem hev. Nêzîkatiya hêzên muxalîf erênî bû. hevdîtinên me li Stenbolê pêk anîn de, nîqaşên berfireh hatin meşandin. Me li ser yektiya navbera Kurdan nîqaş meşand û ji bo vê me xwest aliyên din jî di nav de cih bigire. Piştre me Asurî, Suryanî, Ereb, Sazî, Civakên sivîl û hinek şexsiyetên din me vexwendiyê civînê kir. civîna ku di 17’ê Tîrmehê de pêk hat hema hema hemû hêzên hatin vexwendîkirin tevli bûn. Di civînê de komîteyek ji 7 kesan pêk dihat hat avakirin. Vê komîsteyê projeyek amade kir û ji bo ji krîza Sûriyeyê bê derketin dê bibe nêrîn. Mirov dikarin ji bo vê bêjin Projeya Sûriyeyê ya Demokratîk. Bi vî awayî însiyatîf ji bo gelên li Rojava dijîn veguherî xebata hevpar. Armanca me eve ku hemû muxalefetê li dora projeyek hevpar bînin cem hev.
Salîh di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn însiyatîfa bi navê Kurd dihat dazanîn peywira xwe aniye û rola xwe temam kiriye û got: “ Di asta ku em hatinê de bi navê însiyatîfa Kurd berdewam kirin xebat dê teng bikira. Du rojan em li sere hewcedariyên kurbûnû me nîqaş kir. Bi civînê re me asteke nû da xebatê. Bi komîsyona nû re me biryara guhertina Projeya Çarseriya Sûriyeyê ya Demokratîk da.
Em ji encamên civînan bi hêvîne. Ev civîneke îstîşareyê bû. Ji bilî Kurdan gelên din jî tevli bûn. Hemû aliyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl tevli civînê bûn. Ji bilî ENKS’ê hemû hêz tevli bûn. Rêxistina Asurî (Munazzamal Aşuriye El Dimokrati) û El-Hey'etül Wataniye El Arabiyye cara yekem tevli bû. Komîteya ji 7 kesan pêk tê dê rolên girîng bilîze. Di vê mijarê de bê guman hêviyên me yên cidî hene.
NAVEROKA PROJEYA NÛ
Salîh da zanîn ku projeya nû tê amadekirin dê demokratîk be û li gorî daxwazên komên baweriyan bixebite. Salîh wiha pê de çû: “Dê tenê yekitiya mudaxaleta Sûriyeya demokratîk armanc bike. dê ji bo çarseriya krîza siyasî û civakî ya Sûriyeyê bi îdia be.
Di rojên pêş de emê bên cem hev. Emê esasê xebata komîteyê ji nûve saz bikin û bi kîjan navî xebatan dimeşîne emê diyar bikin. Komîsyon ku hatiye avakirin piştî proje amade kir şûnde dê dîsa bê cem hev. Emê hewl bidin ku projeyek hevpar amade bikin.
Ji bo nasandina projeyê emê temasên dîplomatîk pêk bînin. Emê projeyê bi hemû muxalîfên demokrat re parve bikin. Piştre emê banga civîna Kongreya Netewî ya Sûriyeyê bikin. Em wisa texmîn dikin ku dê di kongreyê de li se projeyê bi berfirehî bê axaftin.”
BI KONGREYA NETEWEYÎ RE HEDEF
Salîh destnîşan kir ku bi vê kongreyê re ew dixwazin bi hêzên muxalefeta hundir û derve re Kurd di bin sîwaneye hevpar de ji bo bendewariyên gel bibe bersiv û bi sînerjiya ku derdikeve holê re ji şoreşa Sûriyeyê re îvmeyê bide qezenc kirin. Salîh got: “Armanca me ya sereke eve. Ji ber tişta li Sûriyeyê daxwazkirine eve.
Ji roja ku însiyatîf hatiye avakirin heta niha di hevdîtinên ku em ji bo Sûriyeyek Demokratîk pêk tînin ji bo diyaloga bi aliyên cuda re xeta me ya sor çênebû. Li Rojava em bi xwe û gelê xwe yê rêxistinkirî bawerin.”
EM BI ÎDDÎANE
Salîh di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Kurd niha jî ji şoreşa Sûriyeyê ya Demokratîk re pêşengiyê dikin. Ji bilî Rojava li qadeke cuda ya Sûriyeyê behsa şoreşê nayê kirin. Muxalefet di Cenevre-1 û Cenevre-2’ê de têk çû. Komên Serbixwe û hêzên demokrasiyê bi derketina El Nusra û DAIŞ’ê re hêza wan şikest û hema hema ji holê rabûn.
Niha baş xerab muxalefet li ser Kurdan û Rojava sekiniye. Niha tenê li dijî rejîm û komên çeteyan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hye. Li Rojava her tevger, her pêngava tê avêtin bi eleqeyek mezin tê pêşwazîkirin.”